Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
ji çirya paşî pê da

ji çirya paşî pê da

1. Helbesteke melayê bateyî ye. Dema termê wî xweşmêrê dîtine û birine, ev helbesta jêrîn nivisandî di bêrîka wî da dîtine. Hinek cihên wî heşifandî bûne. Cihên hatine xwendin ev in:



Ji çirya paşî pê da

Melayê Bateyî kanê

Sefer kêşa bi Miksê da

Li ser weqtê zivistanê



Zivistanê evî yolê

Evî beryê evî çolê

Mijê avête derdolê

Xwinavê girtî kêstanê



Xwinavê girtî nesrînê

Cemed çêbû li sewlînê

Girya me tê ji bo asmînê

Zerî nayêne seyranê



Zerî tên û diyar nabin

Coşil tên û star nabin

Çi cindî tên siyar nabin

Bûye tarî li kolanê



Bûye tarî û zulmat e

Sir û serma ji nû hate

Yeqîn kanûn eda hate

Binêrin dax û kovanê



Binêr daxa me êxsîra

Xezam zer bûn rezê mîra

Reyhan barî di avê da

Reyhan barî di eywanê



Perîşan in li hingorê

Ji Comerza gola jorê

Mecalêd Berçela borî

Zerî nayêne seyranê





melayê bateyî



08.03.2015 21:35 | xendekî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» paşîva dawîn
» pêşbeziya çîrokan a hêlîn başak

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî