Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    22 mijar û 32 peyam
    helbestên ebdulla goran

    helbestên ebdulla goran
    [ (0), (0) û ecêb (0)]

    4. (bnr: xozgem be par)



    Billên be yar, billên be yar, yarî nazdar

    Sed hezar car xozgem be par, minî hejar!

    Xozgem be par!

    Xozgem be salî rabûrdû

    Umrî kurtî dildarim bû

    Le pirr hat û le nakaw çû

    Yek: pirr be dinya arezû

    Deryayek tase, eme dû

    Cê mabûm le parî mirdû!

    Billên be yar, billên be yar, yarî nazdar

    Sed hezar car xozgem be par, minî hejar!



    Xozgem be par!

    Rojê nebû çawim be dîdar

    Şad nebê, nesrewê azar

    Roj nebû yar be lencew lar

    Çeşnî askî herdey behar

    Be berdemima neka guzar

    Nempiyêkê nîw nîgay xumar!

    Billên be yar, billên be yar, yarî nazdar

    Sed hezar car xozgem be par, minî hejar!



    Xozgem be par!

    Her roje 'îşweyek, nazê

    Her xellwete çeşne razê

    Lew tiwanc, le min niyazê

    Bo maçê, nuqurçê, gazê

    Her bezme dengê, awazê

    Be çaw bînînî dilxwazê!

    Billên be yar, billên be yar, yarî nazdar

    Sed hezar car xozgem be par, minî hejar!



    Xozgem be par!

    Billên be yar bê nawçawê

    Dîman le taw dûrî, tawê

    Eyrişt le firmêsik lafawê

    Axî hell ekêşa tawê

    Be yadî bala lawlawê

    Çawreşê, egrîce xawê

    Billên be yar, billên be yar, yarî nazdar

    Sed hezar car xozgem be par, minî hejar!



    Xozgem be par!

    Pirsî kê? Billên damawê

    Hêlaney dil lê şêwawê

    Diwanze mang le yar birrawê

    Diwanze mang bo yar giryawê

    Be astem nûze tiya mawê

    Eywit: "Nawnîşanî nawê"

    Ezanê yar xoy, kam hejar, rojî sed car,

    Eka hawar:"Xozgem be par, xozgem be par!"



    Ebdulla Goran



    2015.03.09-01:32 [guhertin:2015.03.09 01:42]| xendekî

    Hemûyan Bixwîne

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    nifirên me [1]
    "heyla tu şeqa şeqa gunikan li ser quzê xwe nebînî"...
    zêdebûna eleqeya ji bo kurdî piştî zêdebûna zextên tirkiyê [2]
    Geşbûneke zimanî, çandî û hunerî yan van salên dawî ne. Li gelek wela...
    pirtukakurdi.com [1]
    Sala 2019
    - 51.620 pîrtûk firotine. Nexirab e...
    [1]
    Ev peyv ji bo bûka nû Zewicî ye û 15- 20 roj şûnde bo serdanê dihere m...
    kurê min were em ê te ra yeke sergirtî, xayî eşîr, qur'anxûn, ehilnamûs bixazin, xwe ra bizewice, xwe bide ber mala xwe [1]
    Ne diya min lê dapîra min hertim dibêje wê hevokê.* Dibêm dapîr ez...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » helbestên ku tirşikvan herî zêde dixwînin
    » ebdulla goran
    » goranî

    Kategoriyên mijarê::
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî