Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
nazim tolhildan

nazim tolhildan

89. Nameyeke ku di tê de xêncî ruhê eşmeye ti tişteke nû tuneye. hema bêje hemû gotinên Öcalan ên di vê nameye de, jixwe li dolmabahçeyê bi devê sırrı süreyya önder ve dîsa weke gotinên Öcalan hatibû gotin. Yanê ev namê tenê dubare kirina wan gotinan bû. Heta ev name eşkerekirina armanca pêvajoya çareseriyê a li ser pkk’ê bû. Yanê bi tirkî “malumun ilanı” bû. Jixwe armanc di dawiyê de di şert û mercên erênî de sîleh berdana pkk’ê nîbû???

(bnr: 28.02.2014 banga ocalan ya ji bo çek danîna pkkê).



Gelek rexne ji bo vê nameyê û helwesta Öcalan tên kirin. Ez xwe jî gelek caran helwesta Öcalan rexne dikim. Lê heta ji destê min tê, rexneyên xwe avayekî bi feyde dikim. Hez nakim ku gotinên min qet kesekî jî ji pkk’ê an jî ji hdp’ê sar bike û dûr bixe. Û çi dibe bila bibe serhildana Öcalan û şera gêrîlla a 30 salî zêdetire berdewam dike, her dem ji bo min yê tişta herî pîroz be. Dîsa heta ji destê min tê rexneyên xwe di platformên weke tirsik. net’ê û gelek malperên înternetê de weke polemîkan nakim. Heman hesasiyetê ji bo gelek rêxistin û kesayetên kurdan ên din jî nîşan didim.



Lê hemîn ferhenga şikestî ê hêja ev pirs ji min pirsî, ezê bidil fikrên xwe yên taybet bêjim: Öcalan di vê nameye de dû heb tiştên girîng dibêje, lê ev cara yekemîn nîne. Heman tiştana berê gelek caran gotibû. A yekemîn: merhaleya ku kurd bi şer ve bikaribin biçin êdî çûne. Yanê êdî tişteke ku bi şer ve em bikaribin bi dest bixin nemaye û êdî gerîlla li hember dewleta tirk mîsyona xwe temam kiriye. A duyemîn: Ruhê eşmeyê. Ango bi gotineke cûda ve “biratî û hevkariya gele kurd û tirkan”. Gotinên nû nînin lê girîng in. Dîsa jî tenê li ser du rûpelan, nirxandina nameya öcalan tişteke şaş e. divê pêşiyê em îdeolojiyên pkk’ê û 99’an de dûv girtina Öcalan re guherîna îdeolojiya pkk’ê bifikirin. Ger em fikrên Öcalan ên 99’an şûn de biperêzin wê demê di vê nameyê û 16 salên pkk’ê ên derbasbûyî de ti şaşiyek, an jî ti tişteke em zêde rexne bikin tuneye. lê dema ku em îdeolojiya pkk’ê a 99’an şûnde neparêzin wê demê divê em ne tenê vê nameyê, divê em hemû 16 salên dawîn ên pkk’ê jî rexne bikin.



Dema ku fikra Öcalan a bi navê konfederalîzma demokratik derkete holê ez hê piçûk bûm. Lê malbata min jî weke hemû malbatên kurdan xwîna wê di rê ya kurdîstaneke serbixwe de hatiye rijandin. Weke hemû kurdan di xiyalên min de jî dewleteke me kurdan a azat hebû. Lê dema ku ez hîn bûm ku demokratik konfederalîzma öcalan dijî hemû dewletên neteweyî û bi vê prensîbê ve dijî dewleteke neteweyî a kurdane jî, wê demê xwîna min di tamarên min de cemidî. Min gelek caran ji xwe pirsî: çawa, çawa, çawa û çawa….çawa em dev ji dewleteke kurdan a neteweyî berdidin. Çima emê destê tirkan, ereban û farisan bigrin û jiyaneke bi hev du re xiyal bikin…



Bi rastî qebûl kirina vê fikrê tişteke pir zor bû. Lê roj bi roj mirov him bi laşê xwe ve him jî bi mêjiyê xwe ve mezin dibe. Wextekî şûnde ferq dikî ku fikrên te jî guheriye. Rewşa dinyê, şert û mercên kurdan û a dinyê baştir fêhm dikî. Di dawiyê de ferq dikî ku rûmeta rû yê me hemû kurdan gerîlla êdî misyona xwe a hember dewleta tirk temam kiriye. Edî bi şer ve rê ya ku tu dikarî biçî, te qedandiye. Wê demê biryarek tenê dimîne. Madem ku edî tu yê şer nekî, wê demê divê tu ji xwe re rêyekê xêz bikî û heta ji destê te tê gelek tiştana berdêlî sîleh berdanê ji dijminê xwe bistînî. Ya ku Öcalan dixwazê bike ev yeka ye. Bi rastî helwesteke raste jî. Ji ber ku êdî ew barê giran a me daye li ser milên pkk’ê divê êdî sivik be. Ango êdî divê rêya siyasetê vebe û gele kurd bi siyasetê ve, bi demokratîkbûna tirkiyê ve mafên xwe yên mayî bi dest bixin. Ango li vir şûn de êdî mesûliyeta gel dest pê dike. (bnr: heta hetayî) em nikarin kurdbûna xwe bi xwîna pîroz a gêrîlla ve biparêzin. Divê em gelê kurd êdî berpirsyariyê bidin stûye xwe û her çiqas fikrên me cûda be jî, bi hev re doza kurdistanê bi rê ve bivin. Ev nameya Öcalan jî bi avayekî, eşkerekirina vê yekê ye. Vê yeke ne tenê kurdan re, hemû gelan re diyar dike. Öcalan dibêje pkk’ê êdî mîsyona xwe temam kiriye. Li vir şûn de kar karê gel e. me doz heta vir anî, li liv şûn de hûnê berdewam bikim. Û hdp jî encama vê siyasete ye.



Xêncî wê, tişteke girîng dîsa heye. Ger mirovek rexneyan tiştekî bike divê di heman demê de pêşnîyariya xwe an jî alternatîfa xwe jî bêje. Lê mixabin gelek zanayên me kurdan dema ku rexneyan li nameyên Öcalan, rê ya ku Öcalan nîşan dide, û pkk’ê dike; ti pêşniyarî an jî alternatîfekê jî nabêjin. Ez xwe jî gelek caran difikirim. Gelo me çi bikira û gelo em çi bikin yê baştir be… heta alternetîfeke ku fikrên Öcalan baştir û xurttir dernekeve divê em tev piştgiriyê bidin vê siyasete.



Di derbarê ruhê eşmeyê de jî zêde dirêj nekim. Bi ya min, ev gotina Öcalan tenê taktîkek û manewrayeke siyasî ye. Bingeha wê tuneye. bi taybetî jî di şera kobanê de helwesta dewleta tirk nîşan da ku di navbera me de pêkanîna biratî ne hevkariyê tişteke hêsan nîne. Jixwe herdû gel di aliyê hestan de têra xwe parve bûne.







23.03.2015 12:11 | nazim tolhildan

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» nazim tolhildan

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî