Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


11 mijar û 12 peyam
îlhamî ozer

îlhamî ozer

1. Şairekî kurd e, heta 50 salîya xwe tirkî dinivîsî lê piştî 50 saliya xwe dest bi kurdî kir, êdî helbestên xwe bi kurdî dinivîsî.

Lê îro xebera mirina wî hat. Xwedê rehma xwe lê bike. Helbesteka wî:



"Hûn ji kerema xwe re

rûpelan hêdî vekin

arek tê de razaye

xewa wê heram nekin"



Ilhamî Özer



*h.kovan baqî li ser mirina wî wiha gotiye:

Û şa'irekî din jî çû ji kîsê me û em ê niha dîsa li dû wî binihirînin.

Û em ê xemgîniyên tirrtirre yî ji gotinên qelp li dûv wî birreşînin.

Lo şa'iro, îja ez ê karibim çi bêjim, ji xilafî lêborînxwestinekê - ji cenabê te, qelema te, qurta araqa te û te û te û te???????

Ji dil min nayê ku ez bêjim cihê te bihuşt be; çimkî ev dereweke rûrreş e.

Lê ez zanim hin Xwedayên qelp karîbûn li vê dinyayê, horiya heftê-w sêyemîn bidana te - axir nedan. Tu jî çû ji kîsê xwe, na, ji kîsê min û çend kesên din. Lê ez zanim tu yê li wir jî soltê Xweda-yan bixwîne. Lewra tu ne evd bû û tu yê nebe evd. Vî neevdê hanê tê destê dilê te Îlhamî Ozer...



*yildiz çakar li ser wî wiha gotiye:

Şaîr Îlhamî Ozer, di sala 1996an de min ew li Tersûsê nas kir. Hîn nuh dest bi kurdî kiribû. Dikeniya digot piştî pêncî saliya xwe min dest bi kurdî kiriye. Kitebên wî yî ewil yên bi kurdî li Mêrsînê dema me jêre tomar dikir ji keyfa difirî. Mirov çi bêje nizanim lê çend sal berê xwest ku helbestên xwe yê nuh çap bike. Li ser daxwaza wî min ji çend weşanxanayan rica jî kir kes xwe neda ber. Îro nizanin çima qehra min mezin bû, erê kurdo bêxwedîtî zor e. Piştî mirinê jî hewceyî gotinan nîn e. Lê xemgînim, û bi hêrsîm ewqas...

Cihê te bihuşta rengîn be, şaîrê bêkes...



*m. zahir kayan li ser mirina wî wiha gotiye:

Xûsarî, dilsarya me wê piştî mirina birêz İhami Özer tu car efû nebe, dema ku li heyatê bû ji me tu kes, ji nifşên nû tu kes û tu derûdorek lê xwedî dernektin, qet nebe ji bo ku helbstên xwe bixwîne jî jê re îmkanek nehate çêkirin, a niha em çi jî bikin êdî bêfeyde ye gidî, pêşî ez xwe sûcdar dikim, li Stembolê bû, min neçû ew nedît.



*rêdûr dîjle jî li ser mirina wî wiha gotiye:

di oxir û sefera xameyê,

rehma helbestê li te...



*ehmed huseynî wiha honandiye:

BO ILHAMÎ ÖZER



Ma tu nema vedigerî?

Ma tu nema qehweyê vedixwî?

Ma tu nema meyê dinoşî?

Ma tu nema cigareyê dikêşî?

Ma tu nema çîrokên êşê dibêjî?

Ma tu nema Bircên Amedê dirêjî?

Ma tu nema çenteyên seferê amade dikî?

Ma tu nema helbestan ji xewê hişyar dikî?

Ma tu nema li rengê esmên dinêrî?

Ma tu nema ewran bi awirên xwe dihêrî?

Ma tu nema gazinan ji peyvan dikî?

Ma tu nema kêran di cergê xeyalê de radikî?

Ma tu nema vedigerî?

Ma tu nema pencereyê di rûyê bagerê de digirî?



*yaqob tilermenî wiha gotiye:

merheba dostno,

min beriya sersala 2015'an lava kiribû ku du daxwazên min werin cih: a yekem rizgarbûna Kobanê ji destê hovan bû û ev daxwaza min pêk hat; a duyem rihetbûna helbestkarê kurd Îlhamî Özer ji pençeşêra pişikê bû, mixabin pêk nehat.

îlhamî özer di 23.03.2015'an de li Stenbolê saet 12:15'an de çû ser dilovaniya xwe û li ser wesiyeta wî, her çar keçên wî ew li Torba'ya Bodrûmê spartin axê.

mixabin helbesta kurdî ji helbestkarekî dinê bêpar ma. dosyeya wî ya herî dawî ya bi navê "dil û gul" ku gelekî ji bo çapkirina wê hewl da û daxwaza wî pêk nehat jî, bêxwedî ma. mixabin çar weşanxaneyên kurdî bi vê dosyeyê hesiyan û ji ber meseleya pereyan çap nekirin.

serê kurdîhezan sax be...



25.03.2015 17:16 ~17:33 | xendekî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» îlhamî ozer

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî