3. li gorî wîkîpediya kurdî:
peyv bi eslê xwe ji zimanê aryanî ye û berevajî ku kurdnasê navdar minorsky gotiye û ji ber gotina wî belav e, "kurmanc" ne ji peyvên "kurdên manî" anku ji dînê ku Manî damezrand hatibe. "-man-"a di peyva kurmanc de jî wek "-man-" yan "-men-" ya di peyva "tirkmen, tirkoman" de ye. Di herdu peyvan de jî "man/men" maneya "mîna, wek" dide anku "kurmanc=yên wek kurdan". Di farisî de hevberî peyva "mîna" bêjeya "manend" e. Ihtimal e ku herdu "kurmanc" û "tirkmen/tirkoman" ji wê bin, paşî kurttir bûbin û di peyva tirkmen/tirkoman de "-end" ji dawiya "manend" ketibe lê di peyva kurmanc de "-en-" ketibe û "d" bûbe "c". Nimûneyeke din jî ku "d" tê de bûye "c" peyva "gazind/gazinde" ye ku di hin devokan de bûye "gazinc". Herwiha di hin devokan de bi taybetî li Mêrdînê "d" wek "c" tê xwendin: "ciya min=diya min=dayika min".
Herwiha peyv divê wek "kurmanc" yan kirmanc" were nivîsîn, ne wek "kurdman" ji ber ku kurmancî "d" ya piştî "r" red dike, binere:
soranî: birdin, zazakî: berden, farisî: burden lê kurmancî bir_in
soranî: xwardin: zazakî: werden, farisî: x(w)arden lê kurmancî: xwar_in
Sebebê ku "kurmanc" li gelek deveran bûye "kirmanc" jî ew e ku meyla kurmancî li ser "i" ye li hevberî "u":yê ye..
|