25. nivîsek xweş derheqê zimanzanî û zimanê kurdî de ku mixabin nivîskarê wê ne diyar e..
''Zimanê tirkî ji malbata zimanê ural-altay, erebî ji ya Semîtîk û farisî jî, ji ya îndo-
ewropî ye. Ji van zimanan tenê kurdî û farisî ji heman koma zimanî ne.
Evliya Çelebi di berhema xwe ya navdar
‘Seyahatname’yê de behsa zimanê kurdî û zaravayê wê dike. Evliya Çelebi, dide xuyakirin
ku zimanê kurdî zimanekî dêrin ango qedîm e û ji zimanên mîna farisî, dêrî û îbrî cuda ye. ( Belê dêrî çi ye?)
Her wiha, Şemsettin Sami, di Kamus’ül Alâm’a xwe de û Ziya Gškalp jî di gotar,
daxuyanî û berhema xwe ya bi navê ‘Kürt Aşiretleri Hakkında Sosyolojik Tetkikler’ê de,
amaje dikin ku kurdî bi tu awayî naşibe zimanên din û kurdî zimanekî dewlemend û serbixwe ye.
kurd arî ne û ew farisan lêzimên hev in, zimanên wan jî, ji heman koma zimên e. Lê her lê her yek jî zimanekî serbixwe ye.
Li medreseyan li ser
mijarên wekî matematîk, mantik, gramer, fiqih û hwd. perwerdehî bi zimanê kurdî û erebî dibû.
Zimanê kurdî, her wekî ku gelek zimanzan û kurdzanan jî destnîşan kiriye, ji malbata
zimanê îndo-ewropî ye.
Di nav vê malbatê de kurdî, ji koma zimanê Îranî ye.
Ji nav koma
zimanê îranî jî, li milê bakurê rojava dikeve
Niha em navên hin zimanên ku di koma zimanê
Îranî de cih digirin bidin: arisî, kurdî, belûcî, osetî, yexnûbî, peştoyî, pamirî û hwd.
Zimanzan, wek adet zimanan ji du aliyan ve disenifînin û vê yekê li gorî şêwe û binyadê dikin.
a)Ji aliyê şêweyê ve ziman: şêweyê (morfolojiyê) ve zimanan li sê koman parve dikin:
1) Zimanên yek-kîteyî: Zimanên çîn û tîbetê gişt bi vî rengî ne.
2) Zimanên pêvekî: Tirkî û macarî pêvekî ne.
3) Zimanên tewangbar: Zimanên îndo-ewropî û samiyî tewangbar in.
Ji ber yê kurdî tewangbar e: ka em binerin bê "tewangbar çi ye:
Tewang di dema kişandinê de guherîna rayekê (qurm, kok), bi taybetî jî guherîna dengdêrên rayeka lêkerê ye.”
erin. Ev yek heta bigihe rayeka lêkerê jî diguhere. Ji bo nimûne lêkera kirin, di dema
niha de dibe /di-k-im/, li vê derê ji lêkerê tenê tîpa /k/yê dimîne. Em nimûneyeke din jî bidin,
lêkera parastin. Em vê lêkerê bi dorê, li gorî deman bikişînin. Pêşî li gorî dema niha.
ez di-parêz-im
ez, cînavka kesê yekemîn ê yekejimar (ji desteya cînavkên netewandî, xwerû)
di, qertafa dema niha
parêz, qurmê lêkerê (ya fermanî)
im, jî qertafa kesê yekemîn ê yekejimar
Niha jî em li gor dema borî bikişînin:
min parast
min, cînavka kesê yekemîn ê yekejimar (ji desteya cînavkên tewandî)
parast, qurmê lêkerê (ya dema borî)
Wek ku ji mînakan jî xuya dibe, di kurdî de ne tenê dengdêr her wisa dengdar jî
diguhere.
b) Ji aliyê binyadê ve ziman
Ji aliyê binyadê ve zimanan li pênc komên sereke lêkve dikin:
1) Îndo-Ewropî (îngilîzî, fransizî, kurdî, farisî)
2) Semîtîk (erebî, îbranî, akadî)
3) Bantû (zimanên başûr û naverasta Afrîkayê)
4) Zimanên Çînî (zimanên çîn û tîbetê)
5) óral-Altay (fînî, macarî, ûygûrî, tirkî, moxolî)
*Li ser vê mijarê Minorsky wiha dibêje: “Kurdî jî wekî farisî yek ji zimanên rojavayê Îranê ye
*Andreas Salmann wiha dibêje: zimanê îran dibe du beş: Bakur û Başûr:
Kurdî dikeve bakurê rojavaya zimanê îranî''
|