Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    4 mijar û 4 peyam
    şengal

    şengal
    [ (1), (0) û ecêb (0)]

    37. 1

    Şengal

    Rûgeh û Mertala Kurdistanê

    Dr.Azad Ehmed Elî

    Navenda Lêkolînên Rûdaw

    2015

    2

    Naverok

    1- Çanda Şengalê ya Kevn 3

    2- Geşbûn û Serxwebûna Şengalê 5

    3- Guhertinên Cografî û Demografî 8

    4- Erebkirin û Koçberkirin 10

    5- Guhertinên Ekolojî 12

    6- Tevgera Azadîxwaz a Kurdistanê 13

    7- Stratejiya Devera Şengalê 17

    8- Encam 19

    9- Pêşniyar û Daxwazî 20

    10- Jêder 21

    11- Wêne û Nexşe 23

    3

    Çanda Şengalê ya Kevn

    Dora 11-12 hezar salan beriya zayîna (B.Z) Mesîh li deşta başûrê çiyayê Şengalê jiyana nêçîrvaniyê geş, şên û berdewam bû. Hemû alav, şop û şûnwar wê heyîna civakî diyar û teqez dikin. Piştre di navbera (8-9) hezar sal (B.Z) de, jiyaneke gundewarî li derdora çiyayê Şengalê, bi taybetî li başûr û rojavayê çiyê, li ber keviya çemê Xabûr peyda bibû. Li gorî (Jacques Cauvin), li deştên nêzîkî Şengalê kevntirîn civaka mirovan a rêkxistî û berhemdar peyda bû. Gelek wargehên kevnejiyanê li wê deştê hene. Ew deşt û pesarên ku şoreşa kiştûkal û çandiniyê hembêz kiribû.

    Tevî taybetmendiya cih jî, lê nîşan hebûn ku ew kevnecivak bi kultûra herêma çiyayên Anadol û Zagrosê ve girêdayî bû, bi taybetî ew girêdan ji alav û rengê jiyanê, xwedîkirina bizinan dihat xuyakirin, şûnwarê Mixêziliyê li başûrî çiyayê Şengalê wek mînak (1).

    Li gorî xwendineke nû ji dîroka kevn re, diyar dibe ku civaka rêxistinkirî li gelek deverên cîhana kevn peyda bibû, nexasim li derveyî wan cih û deverên navdar. Ji ber ku deştên germ û pesarên çiya li bakurê Mezopotamyayê ji jiyanê re ji wan deştên şil û av lêpengayî li başûrê Mezopotamyayê guncawtir bûn, herwiha wê çaxê serê çiyayan berfgirtî bû.

    Yek ji wan navendên kevn li bakurê Mezopotamyayê li ser çemê Xabûr çêbû, firehbûna wê çand û kultûrê ji çemê Firat digihişt çemê Zabê. Paytexta wê dewletê li Gozana (Tel Helef) bû, niha nêzîkî bajarê Serê Kaniyê, li Rojavayê Kurdistanê ye. Ew şaristanî di navbera salên (4400-5500) B.Z de geş û navdar bû. Devera Şengalê beşek ji wê kultûr û şaristaniyê bû. Xanî li şûnwarên: (Mixêzilîyê, Goltepe, Soto, Qermîzdara) bi şêweyên taybet yên Helef hatibûn avakirin. Ew xanî wek yên

    4

    hemû deverên şarewaniya Helef gilover û bi gumbet bûn, li ber keviya kolanan xanî rêz bibûn (2). Li wan gundan, pez hatibûn kedîkirin, çandinî dihat kirin, êm di kewaran de dihat embarkirin. Şêweyên xaniyan, reng û neqşên qehfikan devera Şengal wek beşek ji kultûra bakurê Mezopotamyayê di serdema Helef de bi rengekî zanistî teqez kiriye (3).

    Ew jiyana civakî–gundewarî ji serdema Helef heta civakên serdemên piştre hat spartin, bi taybetî civaka dewleta Hûrî-Mîtanî (Mitanni) ya ku xwe li gelek warên devera Şengalê bel û eşkere dike.

    Yek ji giringtirîn navendên Hûrî-Mîtanî li deşta başûr rojhilatê Şengalê bajarê Karana bû, îro bi navê (Til El Rimah) tê naskirin. Bajarê Karana di navbera salên (1200-1900) B.Z de, bi roleke sereke di rêvebirina devera Şengalê de rabû. Bajarê Karana wek navendek ji bajarvaniya pêşketî di serdema Mîtanî ya arkeolojîst de nas dikin, nêzîkî (47 k.m) li rojhilatê bajarê Şenglê dikeve. Li nexşeya hejmar (1) binere. Li şûnwarên Karana, yekem qentere (qews) û şêwazê bankirina bi kelpîçan hat dîtin. Herwiha yek ji nîşanên berdewambûna kultûra Mîtanî ya Karana heta îro, peristin û rêzgirtina simbêlên mirovan e. Yan jî wek rengekî ji peristina Xembaba (Xwedayê Bisimbêl) e.

    Li gorî ku tê xuyakirin ji peykerê Xembaba yê ku li peristgeha mezin a Karana hat dîtin û li mûzexaneya bajarê Mûsilê dimîne, simbêlperestî û rêzgirtin li xwedayê (simbêldirêj) Xembaba beşekî sereke ji bîr û baweriyên olî yên devera Şengalê ya kevn bû. Li peykerê hejmar 1 binere (4).

    Kultûra Karana ya Mîtanî hat spartin bo navendek din li bajarê Hetarê, yê ku bi dûrbûna 75 km li başûr rojhilatê Şengalê dikeve, îro bi navê (El Heder) tê naskirin. Bajarê Hetarê kultûra Hûrî- Mîtanî tevlî ya Aramî-Aşûrî kir, bi sedê salan di bin bandora şaristaniya Yewnanî- Romanî de ma, heta ku nimûnek taybet li rohilat jê derket. Wek bajarê Tavê (Hetavê), bajarê Rojê yê gilover hat naskirin. Ji ber ku ew bajar bi rengekî gilover li gorî hin bîr û baweriyên mîtolojî hatibû avakirin. Li aliyekî din, Hetar xudan avahî û peykerê spehî û mezin bû, xudan kultûrek nûjen û berçav bû, gelek pêwendî bi kultûra klasîk a Yewnanî – Romanî re hûnandibû.

    5

    Civak û çanda Rojperistiyê li Hetarê rûniştî û diyar bû. Tav wek mezintirîn xweda (Şemiş) da nasîn û pejirandin. Heta ew bîr û bawerî bûn cihê rêzgirtinê li cem cîranan, li seranserê Mezopotamyayê. Roj wek nîşan û sembola wê dever û serdemê heta demeke dirêj ma. Li wêneyê hejmar 2 binêre. (5)

    Piştî nemana şaristaniya Hetarê, devera Şengalê bi giştî û çiyayê wê bi taybetî kultûr û olên berê parastin. Beşek ji civaka kevn a bakurê Mezopotamyayê lê civiya û pengizî, sal bi sal hate vejandin û geşkirin. Lê li ser devera Şengalê re demek dirêj derbas bû, heta ku bi vî navê îro hat naskirin.

    6

    Geşbûn û Serxwebûna Şengalê

    Devera Şengalê bi navê çiyayê Şengal hatiye naskirin. Herwiha li navenda deverê bajarek bi navê Şengal heye. Ew bajar gerek e berma û pêmayê wan gund û bajarokên kevn ên li deşta Şengalê be.

    Gelek çavkaniyan li ser navê Şengalê nivîsandiye. Çend nerîn li ser dîrok û rastiya navê Şengalê hene. Lê bi baweriya min, a herî nêzîkî rastiyê ew e ku, peyva Şengal ji du beşan pêk tê, (Şeng + Al) ew jî bi zimanê kurdî tê wateya dever û aliyê bedew û şeng. Şengal di jêderên erebî de bi navê Sincar hatiye, nemaze di destpêka serdema Îslamê de, tevî ku hin salox û jêder dibêjin ku Şengal bi vî navî, demekê li ser ola Mesîhî maye. (6)

    Jêder û çavkaniyên dîrokî yên hezar salên borî, baş nadin xuyakirin ku devera Şengalê ji çiyayê Şengalê û deştên hawirdor pêk hatiye; tenê salox, serpêhatî û nûçeyên cengê li bajêr Şengalê tomar kirine.

    Ya rast ew e ku bajarê Şengalê di du hezar salên borî de, navdar û xudan rolek siyasî ya mezin bû û yek ji paytextên naverasta Mezopotamyayê bû, ew devera ku bi erebî bi navê (Elcezîre Elfuratiye) naskirî bû.

    Piştî ketina Memleketa Aşûrî (612 b.z), li ser destê Babilî û hevalbendên wan ên Mîdî, Şengal bû yek ji bajarok û kelehên Mîdî-Exmînî yên giring. Lê mixabin piştre di cenga Axmînî – Romanî de, Şengalê gelek ziyan dît, nexasim di sedsalên 3 û 4 ên beriya zayînê de.

    Bajarê Şengalê bi sedema cihê xwe yê stratejî li ser riyên bazirganî di navbera Iraq û Sûriyê de, navdar bibû; û ji ber wê giringiyê herdem navê wê di saloxên dîrokî de hebû û bi başî derbas dibû. Deşta Şengalê fireh û berhemdar bû. Herwiha çiyayê Şengalê navdartir bû, asmanê çiyê zelal û baxweş bû. Jêderên dîrokî dibêjin ku li ser çiyayê Şengalê nêzîkî bajêr, di serdema Ebasiyan de teleskopek hatibû danîn. Li wir bi wê teleskopê firehî û giloverbûna zemînê hat pîvan û naskirin (7).

    Ji ber zengîniya devera Şengalê û berhemdariya wê, piştî her cengekê xwe zû ava dikir û bipêş diket, heta ku gelek caran nêzîkî ast û pileya serxwebûnê dibû. Gelek

    7

    caran dirav lê hatin çêkirin. Di serdema Ertoqiyan de, qaseya dirav û pereyên tevahiya meleketê li Şengalê veşartî bûn.

    Guhertina mezin li Şengalê, di salên (1182-1238) zayînî de rû da, gava Şengal ket jêr desthilata Kurdên Eyûbî. Şah Eşref Mûsa yê Eyûbî bajarê Şengalê kir paytexta xwe. Ji aliyekî din ve, di Dewleta Eyûbî de, Şengal wek havîngeh dihat naskirin. Hin çîrok diyar dikin ku ne tenê cihê wê yê stratejî ew da pêş, lê belê kurdên devera Şengalê bi coş û germî piştevanî û palpiştiya desthilata Eyûbiyan dikirin, bi taybetî êla (Zirzarî) ya ku kurê wê êlê û kesayetiya dîrokî, Qaziyê Zirzarî yek ji serkirdên Dewleta Eyûbî bû. Zirzariyan hertim piştgiriya Eyûbiyan dikir (8).

    Ji pêvajoya pêşketin û hevjiyanê di serdema Eyûbiyan de diyar e ku, astengiyên olî li devera Şengalê nebûn û dibe ku Êzidîtî li gundên wê berdewam bû. Hejmara nişteciyên Şengalê wê çaxê gelekî mezin bû. Hin çavkaniyên dîrokî diyar dikin ku sala (1294) zayînî, nêzîka bîst û pênc hezar malan li Şengalê hebûn (9).

    Şengal di bin bandora desthilata Eyûbiyan de ma û kultûra wê ya kurdî berdewam dibû, lê gelo ev ji çi dihat? Belkî ji hezkirina xelkên wê ji şahên ji tuxmê Eyûbiyan re dihat, heta ku desthilata Memlûkiyan piştre ev hêvî ji xwe dikirin û xwe berdewamiya Eyûbiyan didîtin, bi taybetî mîr Bedredîn kurê Hindo yê ku di sala 1350 zayînî de desthilatdar bû (01).

    Şengal di dema Eyûbiyan de ne kêmî bajarên Şam û Helebê bû. Lewma jî hertim armanca êrîş û talankariyê bû, heta ku êrîşa Teymûr Leng dawiya serdemên xweş ên Şengalê anî. Gelek dîrokzan û jêder diyar dikin ku sala (1393) zayînî Teymûr Leng Şengal bi tevahî wêran kir. Piştî wê êrîşa dijwar bi 123 salan, Osmanî hatin û Şengal dagîr kirin. Ji wê demê û vir ve, dîroka Şengalê ya nû, ya ku di hin aliyan de tarî ye, destpê kir. Şengal li pesara çiyê wek bajarekî piçûk ma, navenda senceqekê ji Wîlayeta Mûsilê bû. Lê diyar e gundên deverê li derveyî desthilata Osmanî geş û serbixwe man.

    8

    Guhertinên Cografî û Demografî

    Dema ku desthilata Osmanî di sala (1516) zayînî de Şengal vegirt, bajarê Şengalê çilmisî û piçûk bibû. Ew piçûkbûn encama siyaseta bi sedê salan bû, ji ber wê siyasetê xelkên Şengalê vekişiyan serê çiyê, li gundên dûr ji desthilata Osmanî bêdeng dijiyan. Heta li dawiyê hukmê tirkî hin jêder, bi taybetî salnameyên Osmanî didin xuyakirin ku, sala (1912) zayînî tenê (500) mal li bajarê Şengalê hebûn (11). Şengal wek senceqeke piçûk li jêr desthilata Osmanî bi sedê salan ma bê bayex û guhdan, heta ku di sala (1879) zayînî de bi Mûsilê ve hat girêdan.

    Piştî ku dewleta Iraqê hat damezrandin, devera Şengalê di sala (1921) zayînî de wek qezayekê ji wilayeta Mûsilê hat binavkirin. Lê bi fermî devera Şengalê nebû beşek ji Wîlayeta Mûsilê heta sala (1932) zayînî, çimkî desthilata Fransayê li Sûriyê devera Şengalê ji xwe re dixwest (12).

    Berfirehiya deşt û çiyayê Şengalê bi tevahî nêzîka ji sedî not (% 90) kete nav wilayeta Mûsilê. Li nexşeya hejmar (2) binêre. Tenê beşekî piçûk li hêla Sûriyê ma. Ew cografyaya berfireh bû armanca planên parçekirinê. Parçekirin û dorpêçkirina devera Şengalê ji serdema Osmaniyan ve hêdî hêdî birêve diçû. Gundiyên Kurd ên Êzîdî ji deştên devera başûrê Şengalê ber bi bakur ve vedikişiyan, neçar diman ku berê xwe bidin pesara çiyê. Çiyayê Şengalê ji hemû koçer û koçberên kurd û mesîhî re wek rûgehê bû.

    Deşt ji Erebên Koçer re vala dikirin, bi taybetî êlên Şemer û Mitêwit ew zeviyên çolkirî divegirtin û bindest dikirin. Ji ber wan egerên siyasî û civakî–aborî firehbûna devera Şengalê sal bi sal kêmtir dibû. Lê tevî vekişiyana wê jî, devera Şengalê heta dewleta Iraqê hat damezrandin jî baş fireh mabû.

    Ji aliyê cografî ve, çiyayê Şengalê dikeve navbera hêla (42-41) rojhilat û (35-36) bakur. Dirêjahiya çiyê nêzîkî (77) k.m, pehnîtî jî nêzîkî (13) k.m heye. Bilindahiya çiyayê Şengalê digihîje (1463) metran. Beşekî piçûk ji çiyê jî derbasî pişt sînorê Iraq û Sûriyê dibe. Herwiha li semta çiyayê Şengalê, çiyayê Ebdilezîz li başûr rojavayê Hesekê heye. Şengal bi wî çiyayî re wek yek zincîra jeolojî tê naskirin.

    9

    Piştî ku Wîlayeta Mûsilê li ser çend parêzgehan belav bû, wek (Mûsil, Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk, Diyala û Dihok); Devera Şengalê wek qezayeke mezin ji Parêzgeha Mûsilê ma. Erd û zeviyên wê li ser çar navçeyên sereke belav bûne: (Beac= 9172 k.m2, Tilefer=4453 k.m2, navenda Şengal=2928 k.m2, Elheder 9378 km2). Lê li serhev devera Şengalê, wek deşt û çiya nêzîkî bîst û pênc hezar û nehsed û sih û du (25932) k.m2 çargoşe ye. Bi vê firehiyê devera Şengalê ji herdu dewletên Qeter û Libnanê mezintir e, û çil caran ji berfirehiya dewleta Behrênê jîmezintir e.

    Bi kurtî, dîroka parçekirin û dorpêçkirina devera Şengalê ji sê qonaxên sereke pêk tê:

    I. Serdema yekemîn ku devera Şengalê ji devera Botan hat veqetandin. Herwiha ji çiyayê Ebdilezîzê li Rojavayê Kurdistanê hat birîn, ango piştî Wîlayeta Mûsilê bû beşek ji dewleta Iraqê. Sînorê di navbera desthilata Fransa û ya Ingilîzistanê de, di 23.12.1920 de hat rastkirin û dever di nav wan de hat parvekirin. Hêla sînor di nîvê çiyayê Şengalê re derbas dibû. Li nexşeya hejmar (3 binere). Ji ber daxwaza hikûmeta Qiralî li Iraqê ku tevahiya dever û çiyayê Şengalê bibe beşek ji Iraqê. Rapirsiyek li devera Şengalê çêbû, li gorî encama rapirsînê sînor ji nû ve hat rastkirin û devera Şengalê hemû di 5ê tebxa sala 1932 de wek beşek ji Iraqê hat pesendkirin.

    II. Dema ku Parêzgeha Dihokê di sala 1969 de hat damezrandin, Şengal wek beşekî ji Parêzgeha Mûsilê ma û ji deverên Badînan hat vebirîn û veqetandin.

    III. Piştî wan salan zeviyên devera Şengalê li ser gelek navçeyan hatin belavkirin, wek: (Beac li başûr, Teleifer û Qeyrewan li rojhilat, Rebîe li bakur). Li nexşeyên hejmar (4 û 5) binere. Zeviyên devera Şengalê di dawî de li ser deh navçeyên îdarî belav bûn. Şengal piçûk û dorpêçkirî ma, wek firehiya wê ya dawî di nexşeyên jêrîn de tê dîtin.

    10

    Erebkirin û Koçberkirin

    Wîlayeta Mûsilê ya ku li gorî sîstema Osmanî beşê bakurê Iraqa îro bi tevahî girtibû, ji aliyê demografî ve piraniya xelkên wê kurd bûn, rêjeya kurdan di navbera ji sedî 85-90 de bû. Ji ber wê egerê hemû kar û siyaset hatin birêvebirin da ku rêje û hejmara kurdan li wê wîlayeta gelekî berfireh kêm bibe. Ji ber pûçkirina heyîna kurdan a cografî, gava yekem ji bo belavkirina Wîlayeta Mûsilê li ser çend parêzgehên nû hat avêtin. Gava duyem ku ji hêla hikûmeta Bexdayê hat kirin, niştecîkirin û anîna ereban bo deverên Kurdistanî bû. Gava sêyem jî koçberkirina kurdan ji ser zeviyên wan destpê kir, bi dehên salan wê proseyê berdewam kir.

    Siyaseta Erebkirinê beşekî sereke û bingehîn ji mekanîzma damezrandin û avakirina dewleta Iraqê bû, ji ber ew dewlet bi biryareke ingilîzî li gorî nasnameya erebî ava dibû. Armanca wê siyasetê herdem ew bû ku hejmara kurdan gelekî di nav dewletê de kêm bibe, ta ku hebûna kurdan a netewî li dawiyê ji meydanê rabe, û tenê wek kêmnetewek piçûk bimîne.

    Deşta Şengalê ku wek (Berriya Cizîrê) dihat naskirin, yekem armanca hêsan di nav planên Erebkirinê de bû. Li gorî jêderên dîrokî ji sedsala 17an pêde êl û eşîrên Ereban ji Erebistanê, bi taybetî ji Necd û Hîcazê diherikîn ser deşta başûr û rojavayê Şengalê, lê di navbera salên (1850-1918) de, Erebkirin û niştecîkirina êlên Erebên Koçer li başûrê Şengalê encam da, di pratîkê de bi firehî bicih bûn.

    Niştecîkirina êlên Ereb li deşta Şengalê bi alîgiriya desthilata Osmanî destpê kir, piştî dewleta Iraqê hat damezrandin, di salên (1918-1942) de bi sedan gund di sêgoşeya di navbera bajarên (Şengal, Teleifer û Hatarê) de hatin avakirin, êlên ereb li wan gundan niştecî bûn. Heta sala 1965 erebkirinê çiyayê Şengalê derbas kir, hejmara gundên erebên (Niştecih) bûyîn li bakurê çiyê gihişt (152), herwiha hejmara gundên Ereban li başûrê Şengalê (400) gund derbas kir, li gorî amar û lêkolîna Nafie El Qesab (13).

    Civaka Şengalê bi giraniya xwe gundî bû, ji desthilatê û bajarvaniyê bitirs û dûr diçû. Civaka gundiyan li hember êrîşên erebkirinê li ber xwe dida, lê qonaxa koçberkirin û wêrankirinê zû destpê kir. Sala 1975 rêjîma Beisê di navbera (135-146) gundên Kurdan wêran kirin, ji wan (80) gund li başûrê çiyayê Şengalê bûn.

    11

    Xelkê wan gundan koçber kirin û li ser deverên nêzîkî çiyayê Şengalê belav kirin. Li gund û bajarokên nû wek dîl û girtiyan hiştin. Gund û Komelgehên nû wek zindanan bûn, da herdem xelkê Şengalê di bin çavan de bimînin. Navê erebî li wan gundên nû kirin, wek: (El Urûbe, Hitîn, El Qadisiye, Elyermûk, El Endelûs, El Qehtaniye, El Ednaniye, El Temîm, El Welîd, El Beis…) htd

    Ne tenê li gundên Şengalê ew siyaset hat ajotin, lê bajarê Şengalê jî ji Erebkirinê re bû armanc. Piştî sala 1975 taxên kevn ên di nava bajêr de hatin wêrankirin, bi taybetî taxên: (Birc û Keleh, Bersihê, Berberoş). Xelkên wan taxan ji bajar hatin dûrkirin, hin ji wan li derveyî devera Şengalê bicih kirin. Ji ber wan karên dijminatî guhertineke demografî ya mezin li bajar û devera Şengalê di navbera salên (1970- 1987) de çêbû. Hin jêder didin xuyakirin ku hejmara Kurdan li devera Şengalê ji sedî heştê (80% ) sala 1957 daket ji sedî bîst (20%), di sala 1987 de (14).

    Piştî ku hejmara Kurdan gelekî kêm bû, hikûmeta Beisê xwest zevî û çolan ji dest xudanên wan ên li şûnwaran mayî derxe, bi wê kiryar û armancê, bi hezaran donimên zeviyan ji cotkarên Kurd standin û dan xelkên ereb, bi tayebetî li derdora bajarê Şengalê û gundên nêzîkî wê wek: (Xirab Bazar, Ebûxeşeb, Erfî, Redîf, Nofelî, Tel Agûl, Narincok, Eyn Xezal…), berfirehiya wan zeviyên talankirî gihişt (53322) bîst û sêhezar û sêsed û pêncî û pênc donimên çargoşe (15).

    Desthilata Beisê li Bexdayê zeviyên devera Şengalê li ser deverên bûyî Erebnişîn li derdora wê belav kirin, qezaya Beac li başûrê bajarê Şengalê 35 k.m damezrand, nêzîkî sêyeka zeviyên devera Şengalê berda ser Beacê û devera Qeyrewan nêzîkî 20 k.m li başûr rojhilatê bajarê Şengalê çêkir, dîsa nêzîkî sêyeka zeviyên Şengalê berdan ser wê devera bûyî Erebnişîn, hin zevî dan navçeya Tiebtan li rojhilat. Herwiha deşta bakurê çiyayê Şengalê ji mêj ve di navbera navçeya Teleifer û dewleta Sûriyê de parçe û belav bibû.

    Bi vî awayî devera dîrokî ya Şengalê ji aliyê demografî ve û ji aliyê cografî ve bi rengekî giştî hat Erebkirin û bi hoz û gundên Ereban hat dorpêçkirin.

    12

    Guhertinên Ekolojî

    Çima kevntirîn gund li seranserê cîhanê li derdora çiyayê Şengalê çêbûne? Ev pirisyareke zanistî ye. Beriya Çaxê Neolîtîk bi hezarên salan gelek gund li deşta başûrê Şengalê hebûn. Ji ber ku Bakurê Kurdistanê û Mezopotamya gelekî sar bûn, zeviyên başûrê Mezopotamyayê jî di bin avê de mabûn, tenê pesarên çiyê ji bo jiyana civakî kêrhatî bûn. Gelek kanî û çem ji çiyayê Şengalê derdiketin, bi wê ava xweş jiyan û şaristanî bi hezarên salan li deşta Şengalê berdewam dibû. Lê ziwahî bi ser deşta Şengalê de hat. Hin jêderên zanistî didin xuyakirin ku di hezar salên borî de, rêjeya baranê ji (400-500) mm daket kêmî (200) mm. (16).

    Ziwahiyê çandinî li paşxist, toz û sêlak ji başûr ve her dibariya. Çolbûn (Desertification) bi ser deşt û berriyên Şengalê de hat. Sal bi sal gund li deştê wêran bûn, xelk vekişiyan pesara çiyayê Şengalê. Li tenişta kaniyan gund ji nû ve ava kirin, ji ber kêmasiya avê li deştê û herwiha nemana ewlekariyê li gundên deştên başûr û bakurê çiyayê Şengalê wê çilmisandina mezin rû da û jiyana civakî pûç dibû. Ji aliyekî din ve, li gor pirbûna êrîşên Ereban berriya li başûr hin bi hin hat çolkirin, ji gundiyan vala dibû, jiyan bi rengekî sereke tenê li gundên pesar û serê çiyê birêve diçû, rez û pez careke din li jor hatin xwedîkirin û parastin.

    Kêşe û astengiya herî mezin li devera Şengalê ji wêraniya ekolojî hatiye. Herwiha jîngeh sal bi sal wêran dibû. Diyardeya (Environmental devastation), bi taybetî ji ber kêmbûna avê û ziwahiyê çê dibû. Ew kêşe li cihekî ta cihekî din ji hev cuda bû.

    Bi rengekî giştî, devera Şengalê ji mêj ve di tengasiya kêmbûna avê de ye. Hişkî û ziwahî dijiminekî kevn e, ji deşta başûr ve êrîşî çiyê kiribû, sal bi sal çiya dorpêç kir, ta çandinî û şivantî gelekî li deverê li paş ket. Dar û zeviyên serê çiyê ketin jêr êrîşên ziwabûn û kêmbaranê. Li wêne hejmar (3û4) binere. Lê hêvî ji berf û baranê qut nabin, barîna wê gelek salan başe û hêvîyên çareserkirinê peyda dike, wek cara dawî li sala 2013 barî, binêre wêne hejmar (5û6). Kêmbûna berf û baranê ava kaniya çikand, piştre ava bîran jî miçiqî û kêm bû, ji astê (10) metran daket kûrbûna (70-100) metran, ta ku hin lêkolîn û jêder dabaşa şêlûbûn û nepakbûna ava jêr zeviyên Şengalê dikin (17).

    Bi kurtî guhertinên ekolojî wêranî û li paşxistinek dijwar li devera Şengalê peyda kiriye.

    13

    Tevgera Azadîxwaz a Kurdistanê

    Piştî her bûyereke mezin, tevgera azadîxwaz a gelê Kurdistanê bizavek ji bo destkeftên siyasî dikir. Devera Şengalê ne cuda bû ji tevahiya deverên Kurdistanî, lê car caran hin bûyeran zû Şengal dida pêş. Sala 1908z gava Brahîm Paşayê Milî xebat dikir ji bo rengek ji rengê serxwebûnê ji Kurdistanê re cîbicî bike, desthilata Tirkên Itihadî li Stenbolê fermana cengê li dijî bizava wî da, ceng û ferman li dijî wî û hevbendiya hozên Milan hat kirin. Brahîm Paşa hin pêwendî bi Ingilistanê re girê dabûn û dibe ku hin soz ji bo serxwebûna Kurdistanê wê demê hebûn an jê re dabûn. Li hember cenga dewleta Osmanî ya bi rêbertiya Itihadiyan, hêz û supayê Brahîm Paşa li bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê şikest. Paytexa Milan, ku bajarê Wêranşehrê bû, hat dagîrkirin.

    Wê çaxê Brahîm Paşa biryar da ku ber bi çiyayê Şengalê here, xwest li wan deverên asêgeh bi alîkariya Êzidiyan xwe ragire û veşêre, ta ku hêzên Brîtanî ji Hindistanê bên hewara wî. Lê mixabin ew hawar qet nehat, ne jî soza serxwebûnê cîbicî bû. Brahîm Paşa li ser riya Şengalê nexweş ket û li gundê Bêzarê yê li bakurê bajarê Hesekê mir. Heta niha gora Brahîm Paşa li ser girê Bêzarê ye.

    Piştî cenga cîhanî ya yekem, herdu desthilatên Ingilîzî û Fransî dixwestin Şengal pişka wan be û sînorên devera Şengalê berfireh bibin. Desthilatdarên Ingilîz ji serkirdeyê Êzidî Hemo Şero dixwest ku ber bi rojava here, sînorê Şengalê bigihîne çemê Xabûr û bajarokê Hesekê û navçeya Kewkebê Milan bike beşek ji herêma Şengalê, lê wî nikarîbû wê daxwazê bicih bîne.

    Digel geşbûna tevgera azadîxwaz li Rojavayê Kurdistanê bi serokatiya rêxistina Xoybûn di navbera salên (1927-1939)z de, desthilata Fransî li Sûriyê ji Haco Axa dixwest ku Şengalê bike beşek ji çalakiyên serxwebûna Rojavayê Kurdistanê. Haco Axa wek serkirdeyekî Xoybûnê û serokê hoza Hevêrkan ew armanc şopand, bizav kir ji bo tevlîbûna xelkê Şengalê di nav tevgera ku Kurd û Mesîhiyan li Cizîra Sûrî dikirin, bi armanca avakirina dewleteke serbixwe. Herwiha Haco dixwest

    14

    pêwendiyên Şengalê bi devera Torê re kûr bibin, da serhildanek ji çiyayê Şengalê hetta çiyayê Bagokê li darkeve. Lê mixabin ew proje bi destpêkirina cenga cîhanî ya duyemîn re têk çû.

    Yek ji encamên cenga cîhanî ya duyemîn ew bû, ku desthilata hikûmeta Qiralî ya Bexdayê li ser devera Şengalê kûr bû. Ji aliyekî din ve jî, Fransa ji Sûriyê derket û projeya serxwebûna Rojavayê Kurdistanê, devera Şengalê di nav de, rawestiya û têk çû.

    Piştî cenga cîhanî ya duyemîn Şengal bû beşek ji tevgera azadîxwaz a Başûrê Kurdistanê. Gelek lêkolîn û çavkaniyên dîrokî geş bûn û pêvajoya wê bizava netewî dişopînin, wê divegerînin destpêka salên çilî ji sedsala bîstan.

    Di sala 1941 de, Dr. Cafer Mihemed Kerîm Feylî li Şengalê doktorê leşkerî bû, gelek hewl û bizav kir da ku bîr û baweriyên Kurdayetiyê li deverê belav bike, ta ku şiya Emîn Ebdo bike yekem endam di partiya Hêwa de (18). Tevgera azadîxwaz a Kurdistanî li Şengalê piştî damezrandina PDKê (Partî) di tebaxa sala 1946 de geş bû, ji nû ve ji ser bingehên rêxistinî – îdeolojî ya netewî ava bû. Sala 1949 seyda Salih Yûsifî berpirsê liqa yekê ya PDKê li Dihokê bû, şiya li dawiya wê salê şaneya yekem a PDKê li bajarê Şengalê damezrîne (19).

    Sala 1952 gava seydayê Salih Yûsifî wek fermanberekî ji Mûsilê hat veguhestin bo dadgeha Şengalê, derfeteke baş jê re peyda bû, da xebata PDKê berfirehtir bike û çalakiyên rêxistinî zêdetir bike. Ew hişyarî, geşbûna rêxistinî berdewam bû, ta ku sala 1958z şandek ji kesayetiyên Şengalê serdana Mele Mistefa Barzanî li Bexdayê kirin, ew serdan bi helkefta vegera Barzanî ya dîrokî ji Moskow bû. Di serdema Ebdilkerîm Qasim de, xebata Kurdayetiyê di bin siya PDKê de li Şengalê berfireh bû. Sala 1959, ofîsa PDKê li bajarê Şengalê bi navê Ofîsa Xebat li qesra Fetûhî hat vekirin.

    Wek me beriya niha jî diyar kir, sîstema avakirina dewleta Iraqê li ser hîmê erebî Îngilîz damezrand, ji ber vê kê desthilat û hukm li Bexdayê bidest digirit, ew sîstem diparast. Sal bi sal, Erebkirin û dagîrkirina zevî û warên Kurdan xurt û berdewam dibû û deştên derdora çiyayê Şengalê bûn gav û armanca yekem a Erebkirin û dagîrkirinê. PDKê li dijî êrîşa Erebkirin û perçiqandina wan deverên Kurdistanî

    15

    derket û berxwedan kir. Li Şengalê ew xebat û berxwedan xurt dibû. Endamên PDKê pir dibûn û çalakî berfireh dibûn. Li dijî wan çalakiyan li sala 1961 ofîsa PDKê ya li Şengalê hat daxistin. Hemû kovar û pirtûk, kel û pelên nivîsîngehê hatin bindestkirin.

    Şengal di nav rêz û çalakiyên Şoreşa Îlonê de beşek girîng û karîger bû. Bi sedan kesayetiyên kurdperwer li devera Şengalê gihiştin rêzên şoreşê. Rêjîma Bexdayê bi tundî li hember wê xebatê, êrîş û operasyonên leşkerî qewimand û hewl da Şengalê ji Pêşmerge û kurdperweran vala bike.

    Di navbera salên (1966 -1970) de, PDKê şiya bizaveke siyasî û leşkerî li gelek gundên devera Şengalê bike. Bi sedan kesayetî di nav rêzên şoreşê de parastin, ji wan wek nimûne: (Samî Ebdilrehman, Elî Sincarî, Kerîm Sultan Sincarî, Elî Xidir Xoşelî, Pîr Birahîm Elyas…) û gelek kesayetiyên din alîgiriya şoreşê kirin. Ew bizav hemû nîşanên kurdayetiya devera Şengalê bûn. Lewma jî êrîş li ser Şengalê hatin kirin û serokatiya şoreşê piştî Peymana 11ê Adara 1970z Kurdistaniya Şengalê parast û peyitand. Ji ber giringî û bihagiraniya Şengalê rehmetiyê Îdrîs Barzanî havîna 1970 serdana bajarê Şengalê kir. Bi hezaran xelk û çalakvanan pêşwaziya wî kirin. Serkirdeyê PDKê yê nemir Îdrîs Barzanî gotinek di nav gel de got, li nav xelkê Şengalê geriya, ew serdan ji hikûmeta Bexdayê re nameyeke siyasî bû.

    Ji ber ku serkirdatiya şoreşa Kurdistanê giringî dida kurdayetiya Şengalê, rêjîma Beisê mihane dikir û li benda bûyereke awarte mabû, da ku rewşa Şengalê tevli hev bike. Ew bûyer roja 07.07.1972 hat û rûda, çi bi plan an ji ber sitema desthilata Beisiyan, qaymqamê qezaya Şengalê (Xanim Ehmed Elelî) hat kuştin (20). Desthilata Beisê ew bûyer wek derfet dît, da ku êrîşeke tund û hovane bibe ser rêxistina netewî ya Kurdistanî. Bi sedan endam û dostên PDKê li Şengalê girtin, baregeha PDKê hat veguheztin bo Kanî Gorîkê li serê çiyayê Şengalê, xwendina bi zimanê Kurdî li dibistanan hat rawestandin. Bûyer li vê astê jî ranewestiyan, lê belê hikûmeta Bexdayê ceng li dijî devera Şengalê û xelkên wê birêve bir. Lîwayê (alayî) serbazî yê hejmar (39), gelek gundên Şengalê bomebaran kirin, bi wê êrîşê re aramî û lihevhatina digel hikûmeta Bexdayê roj bi roj têk diçû.

    16

    Piştî sersala 1973, Hêzên Pêşmerge xwe li serê çiyayê Şengalê baş biçek kiribûn, ji ber ku biryara hikûmeta Bexdayê ji bo cengê li dijî tevgera Kurdistanî diyar dibû. Propoganda li dijî şoreşa Kurdî û PDKê destpê dikir. Wek mînak, di hejmara (1543) 27.08.1973 a rojnameya Elsewre de gotarek bi navê: Desthilatdarên Berpirsiyar li Hember Êrîşên Çekdaran li Şengalê Rawestan, tê de Pêşmerge û PDKê gunehbar dikirin, ew wek berpirs di ber nearamiya devera Şengal û Kerkûkê didîtin. Lê roja din rojnameya Elteaxî di hejmara (1421) de bersiva gotara hikûmeta Bexdayê da, ew gotar di bin navê: Egerên Rast ên Bûyerên Şengalê, bersiva PDKê ya fermî bû, tê de sûc û binasê wan rûdaw û bûyeran diyar kir, herwiha ew bûyer û helwesta Bexdayê bi êrîşa Erebkirina devera Şengalê ve girêda û wesf kir.

    Roj bi roj diyar dibû ku hikûmeta Bexdayê dê projeya Erebkirina Şengalê berdewam bike û derfetê nade ku tevgera Kurdistanî cihê xwe li Şengalê bigre. Armanca siyaseta Beisê ew bû ku, Şengel li gorî Peymana 11ê Adara 1970, wek beşekî ji Herêma Otonomî ya Kurdistana Iraqê nebe û nemîne.

    Piştî Peymana 6ê Adara 1975, ku di navbera Şahê Îranê û hikûmeta Bexdayê de hat girêdan û wek encama wê ya yekem Şoreşa Îlonê rawestiya. Bilez û bez devera Şengalê hat Erebkirin, ji ber ew dever ji Beisiyan re herdem xewn û armanca yekemîn bû, da zû ji Kurdistanê bê veqetandin. Ew siyaset bi tundî hat cîbicîkirin.

    17

    Stratejiya Devera Şengalê

    Bûyerên ku piştî sala 1975 bi ser Şengalê de hatin, rastiya ku ew dever kilîteke stratejî ye ji bo tevahiya Kurdistanê dide xuyakirin. Ev giringiya stratejî ji çi hatiye? Di pileya yekem de, ji bilindahî û firehbûna çiyayê Şengalê tê. Ew bilindahiya ku digihe (1463) metran, ta ku çiya serperiştî û raseriyê li ser deştên dûr li başûr û rojavayê sînorên Kurdistanê dike. Ango hêzên çekdar ji çiyayê Şengalê dikarin bi hezaran kelometrên duca li deştên nêzîk kontrol bikin û herwiha derbasî pişt sînorê Sûriye bibin. Di pileya duyem de, giringiya Şengalê ji asêgehiya wê tê, bi sed hezaran kesên sivîl û çekdar dikarin lê bijîn an xwe lê veşêrin.

    Di pileya sêyemîn de, çiya û bajarê Şengalê dikeve ser riyên bazirganiyê, bi taybetî ew riyên ku di deştên di navbera Sûriyê û Iraqê de derbas dibin.

    Mirov dikare bi pîvanin din giringî û taybetmendiya Şengalê di reseniya civaka wê de bibîne, ew civaka ku ji Kurdên Êzidî herdem pêkhatiye. Ji aliyê çandî ve, civaka Şengalê ji kevntirîn civakên Rojhilata Nêzîk û Kurdistanê tê naskirin, herdem nîşana hebûna kurd a kevn li deştên Başûrê Kurdistanê dimîne.

    Herwiha ji aliyê jeopolîtîk ve, devera Şengalê çend civak û deverên Kurdî, berî parçebûna Dewleta Osmanî bi hev ve girêdidan, wek: (Deşta Botan, devera Aliyan, çiyayê Bagokê û çiyayê Ebdilezîzê).

    Li dirêjahiya dîrokê û ji ber van egeran, ji ber başî û zengîniya cih, hêz û dewletên ku Şengal di dest wan de bû, li tevahiya naverasta Mezopotamyayê hukm dikirin. Şengal di serdema Ertûkî û Eyûbiyan de, wek me berî niha jî got, paytexta naverasta Mezopotamyayê bû. Lewra hêzên dagîrkerên Kurdistanê herdem dixwestin Şengal di bin desthilata wan de bimîne û kar dikirin da ku Şengalê ji Kurdistanê veqetînin, armanc ew bû da hêz û şiyanên Şengalê bi yên devera Botan û Behdînanê re nebin yek.

    Herdem Şengal ji çalakvanên Kurdistanê re wek rûgehekî bû, li radeyek bilindtir wek mertalekî siruştî bû ji bo parastina deştên Rojava û Başûrê Kurdistanê, tim wek çepera Kurdistanê ya yekemîn bû, di sînga hemû dijmin û

    18

    êrîşkerên Kurdistanê de radiwestiya, bi dirêjahiya salan li berxwe dida û serbixwe dima.

    Ev rastiya jeopolîtîk hat dîtin û teqezkirin, gava Şengal di destpêka tebaxa 2014 de ji aliyê DAIŞê ve hat dagîrkirin, Herêma Kurdistana Başûr bi tevahî ket bin tirs û êrîşan de, deşt û rê li ber êrîşkeran vebûn.

    Diyar e ta devera Şengalê nekeve nav desthilata Kurdî de û wek beşekî sereke ji herêmê pesend bibe, ew gef û nearamî dê berdewam bin.

    Roja îro, piştî gurbûna cenga li dijî terorê û nemaze rêxistina DAIŞê, giringiya stratejî ya devera Şengalê mezintir dibe, ji ber ku dever ji bin desthilata Bexdayê derketiye, hêzên dewleta Sûriyê şikestine, herwiha Şengal ji bandor û desthilata Tehran û Enqerê dûr e. Eger desthilata Kurdistanê lê bicih û xurt bibe, dê balansa jeopolîtîk û serbazî li seranserê Rojhilata Nêzîk biguherîne. Ji ber vê pêdivî ye cenga ku îro li devera Şengalê dibe, bê zivirandin û rêvebirin da ku wek cenga serxwebûn û yekbûna netewê Kurdistanê bê dîtin. Kar û plan hemû li ser vî hîmî bên avêtin û bicîkirin.

    19

    Encam

    a) Şengal wek Landika Kurdistanê ye, ji sedên salan ve pirsgirêkên ekolojî li deştên devera Şengalê çêbûn, hin bi hin xelkên wan deştan vekişiyan pesara çiyê, yan jî koçberî deverên Kurdistanê yên dûr ji Şengalê bûn.

    b) Gelek caran devera Şengalê hatiye parçekirin, di nvbera salên (1914- 1987) bûye deh perçe.

    c) Bûyerên parçekirina siyasî ya Kurdistanê, digel guhertinên ekolojî, tevlî problemên îdeolojî dibûn, nexasim êrîşên ji bo Misilmankirin û Erebkirina devera Şengalê, wêraniya devera Şengalê ji ber van hersê egeran, û ji ber hin hokarên civakî destpê kir û hîn berdewam dike.

    d) Dorpêçkirin û dagîrkirina devera Şengalê herdem yek ji armancên dijminên Kurdan bû, bi rengekî ji rengan êrîşa DAIŞê di tebaxa 2014 de berdawamiya wê dorpêçkirina dîrokî bû.

    e) Devera Şengalê deverek e berdide welatî û nişteciyên xwe, bi taybetî piştî sala 1959z bûye warekî nearam, xelkên wê bi zevî û cih ve nema tên girêdan.

    20

    Pêşniyar û Daxwazî

    1) Parastina devera Şengalê bi hin biryar û pêşniyarên navneteweyî karekî girîng e.

    2) Vegerandina sînorên Şengalê yên kevn, weke Senceqa Osmanî ya berê.

    3) Bi kêmanî nîvê berfirehiya wê ya berê vegere, firehî bimîne di navbera (14000-18000) km2 çargoşe de.

    4) Devera Şengalê bibe parêzgeh. Da ku wek parêzgeha 6an li Herêma Kurdistana Iraqê bê hejmartin.

    5) Şengal nikare bi tenê bijî û bibe herêm û ne jî bi Bexdayê ve bê girêdan, ji ber gelek egerên aborî, siyasî, civakî, teknîkî û ewlekarî.

    6) Girêdan û hûnandinek di navbera Şengal û devera Badînan, Şêxan û Tilkêfê de, pêwist e çêbibe. Çi ji aliyê rêvebirin û çi jî aborî û dezgehên hevbeş.

    7) Devera Şengalê bi Dihok û Hewlêrê ve bê girêdan, ji ber wê armancê gerek e çend proje û riyên fireh bên çêkirin.

    8) Firokexaneyek li Şengalê zû bê avakirin.

    9) Navend û dezgehên serbazî li çiyayê Şengalê bên damezrandin û avakirin.

    10) Gelek projeyên geşkirina aborî û civakî li Şengalê bên damezrandin, bi taybetî yên avê, geşt û guzar û enerjiyê.

    11) Ava çemê Dicle bê kişandin bo deverê. Kevne projeya Dicle nûjen bibe.

    12) Çiyayê Şengalê bibe daristan wek berê, divê bi milyonan darên zeytûn, tirî û hejîran lê bên çandin.

    13) Projeyeke nû ji bo niştecîkirina welatiyan li deverê bê danîn.

    14) Gund ji nûve li gorî rengên resen bên avakirin.

    15) Bankên Kurdistanî û Navneteweyî lê bên vekirin.

    16) Çend kongreyên navneteweyî ji bo avakirin û geşkirina Şengalê bên girêdan.

    ======= ++++++++++++ ========

    21

    Çavkanî û Jêder

    1- Jacques Cauvin, Çandinî û Ol, Şam 1999- p=269. Bi zimanê Erebî.

    جاك كوفان . الألوهية والزراعة – ثورة الرموز في العصر النيوليتي

    ترجمة: موسى ديب الخوري – مراجعة وتقديم: د. سلطان محيسن

    دمشق – المديرية العامة للآثار والمتاحف – 0111

    2- Dr. Azad Ehmed Elî. Pirbûna Navendên Şaristanî li Cîhana Kevn. Bi zimanê Erebî, li malpera Gilgamish, li ser vê lînka jêrîn:

    http://www.gilgamish.org/printarticle.php?id=15101

    3- James Mellaart. The Neolithic of the Near East. London 1966.

    4- Carolyn Postgat, David Oates, Joan Oates. The Excavation At Tell Al Rimah.

    England, 1997, p15-20

    Piştî bûyerên dawiya sibata 2015, em nizanin ka peykerê Xembaba ji aliyê DAIŞê ve hatiye şikenandin an sax maye.

    5- Qasim Mîrza Cindî. Pîroziya Tavê di Ola Êzidî û Olên Kevn de. Malpera Bahzani. Bi zimanê Erebî. Li ser vê lînkê: http://www.bahzani.net/services/forum/showthread.php

    6- Dr. Hesen Şimêsanî. Bajarê Şengalê. Beyrût 1983. Bi zimanê Erebî

    11 - د. حسن شميساني. مدينة سنجار، من الفتح الإسلامي إلى الفتح العثماني. بيروت- 0191 ، ص 01

    7- Şimêsanî. Jêderê berê, p 19. Û binêre Mesûdî, Mirûc Elzeheb, 87/1

    8- Şimêsanî. P 161

    9- Şikir Murad Bazo. Şengal li serdema Melekî, bi zimanê Erebî.

    (1921-1958). شنكال خلال العهد الملكي . شكر خضر مراد باز

    تقديم: أ.د. عبدالفتاح علي بوتاني، دهوك 2102

    10- Şimêsanî. P. 205

    11- Şikir Bazo, jêderê berê, li gorî lêkolînan û pirtûka Tewfîq Fikret, Teqwîm Elmûsil, ku sala (1892) nivîsandiye.

    12- Dr. Casim Mihemed Xelef. Bi zimanê Erebî.

    د. جاسم محمد الخلف . محاضرات في جغرافية العراق الطبيعية والاقتصادية والبشرية –

    الطبعة الثانية 0190 . معهد الدراسات العربية العالية . ص 441

    13- Profesor. Xelîl Îsmaîl Mihemed. Lêkolînek ne belavbûyî bi zimanê Erebî, beşek e ji dirêjiya vê lêkolînê.

    14- Xelîl Îsmaîl Mihemed. Nîşanên Siyaseta Erebkirinê Li Kurdistana Iraqê, Hewlêr 2002, p 8, bi zimanê Erebî.

    15- Kîfah Mehmûd Kerîm. Cînosayid li Şengalê di navbera salên (1947-2002). Kovara El Sewt El Axer. Hejmar 149 – 2007, Hewlêr. Bi zimanê Erebî.

    22

    16- Gorden Hasted, Cografiya Sirûştî ya Iraqê, bi zimanê Erebî, Bexda 1948.

    الأسس الطبيعية لجغرافية العراق. كوردن هستد. تعريب : جاسم محمد خلف – وزارة المعارف، بغداد 0149

    17- Murad Ismaîl. Pisporê avê, binêre malpera Ena Hura, 14.09.2010, bi zimanê erebî. Li ser vê lînkê:

    http://www.ana-hura.com/modules.php?name=News&file=article&sid=6457

    Û binêre Selîm Meter. Enseklopediya Iraqî, 2010, bi zimanê Erebî, li ser vê lînkê:

    http://www.mesopot.com/default/index.php?option=com_content&view=article&id=248:2010-12-21-05-58-43

    18- Wesfî Hesen Ridênî. Şengal, Kurdayetî…Terhîl û Teerîb. Sipîrêz, Dihok 2006, p 16, bi zimanê Kurdî.

    19- Li gorî Wesfî Hesen, şana PDKê ya yekem ji pênc kesan pêkhatibû, ew jî ev in: (Elî Hecî Xidir Şengalî, Hesen Hisên Elî Xişo Şengalî, Elyas Meto Hibabî, Qasim Xelef Kitê, Elyas Simo Kêçelî). P 17

    20- Li gorî jêderê berê, ew kesek ji xelkê bajarê Hile, ji başûrê Iraqê bû. P. 37

    23

    Wêne û Nexşe

    Nexşe hejmar (1) cihê bajarê Karana (Til El Rimah) di navbera Şengal û Mûsilê de

    24

    Wêne hejmar (1) Peykerê Xembabayê Simbêlpîroz ê ji perizgeha Karana.

    Li muzexanqeya Mûsilê dimîne

    25

    Wêne hejmar (2) dîmenek ji kultûra Rojperistiyê li bajarê Hetarê

    26

    Nexşe (2) Şengal di nava Wîlayeta Mûsilê de, sala 1914 z

    27

    Nexşe (3) xêza sînor di nîvê çiyayê Şengalê re li sala 1920z derbas dibû

    28

    Nexşe (4) devera Şengalê li ser çar navendan belav bû

    Nexşe (5) devera Şengalê li ser deh beşen parçe bû

    29



    2015.04.03-18:48 | hûteheftserî

    Hemûyan Bixwîne

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    melayê cizîrî
    helbestek ji dîwana mellê ku tê de wesfê botan û (vbnr: kurdis...
    18.10.2017 destpêka serhildana gel li kerkûkê
    Gorî dibêjin her tişt bi vî xortikî dest pê kiriye. Ne wisa be jî seet...
    18.10.2017 destpêka serhildana gel li kerkûkê
    Bi rasti xelk êdî diteqiya lê em nikarin bibêjin eviya serhildanek bû....
    19.10.2017 azadkirina kerkûkê
    bi serhildana gel û hatina pêşmergeyan, wer dixuye ku bûye rastî. ser ...
    jan dost
    Li ser Facebookê weşana zindî kir û derbarê (vbnr: 16.10.2017 ketina K...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » şengal

    Kategoriyên mijarê::
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî