Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 22 peyam
altan tan

altan tan

32. yê ku beriya 5 salan dema gotibûn wê ji hdpê bibe namzetê amedê ez gelek kêfxweş bûbûm. dema min duh bihîst ku vê carê nabe namzet ji 5 sal berê kêfxweştir bûm.



di hilbijaritinê de min reya xwe da wî. min di hilbijartina borî de 2 rey bikaranîbû. meseleyek dirêj e. ew mijara peyamek din e. min yekî li baglara amadê bikaranî ku nemzeta me nursel aydogan bû, ya din jî min li sûra amedê bikaranî ku li wê derê jî namzetê me altan tan bû. min reya xwe da van herdûyan.

wê demê min nursal xanim qet nas nedikir û dilê min jî lê germ nebûbû. 5 sal ser de derbas bûn, min dît ku weke siyasetmedarekî kêr tu tiştî nayê, ne hêjayê parlementeriyê ye lê hezar caran ji altan tan çêtir e. erê hezar caran ji altan tan çêtir e.



ez gelek dixwazim ji gelek derdorên cûda namzetên me hebin. ez ne mirovek oldar bim jî namzetên me yên oldar hebin wê gelek keyfa min pê xweş bibe. namzetiya altan tan jî beriya 5 salan bi vê fikrê pêk hatibû. lê mi di van 5 salan de dît ku altan tan hdpê weke ker û kerîzan dibîne. him bi reyên me dibe parlementer û him jî di her axaftina xwe de ji akpê zêdetir me rexne dike !

di her bernameya ku beşdar dibû, serî de digot ez ne pkkî me, tu jê bipirsî wê bêje ez ne hdpî me jî lê mêro ji ber ku "carek din" weke namzet nehatiye nîşandan dixeyide jî.

wextê bûyerên kobanê, derket li ser televîzyonan weke akpiyan hdpê rexne kir û hdpê weke berpirsyarê bûyeran nîşan da. 40 kesên ku dewlet kuştibûn, kobanêya ku hindik mabû bikeve destê dijmin ne xema wî bû. medyaya tirk dev ji 40 kesên hatî kuştin berda bû, qet behsa wan nedikir, heta êvarê behsa ew 2-3 hîzbûlşeytanên li amedê hatî kuştin dikir û hemû bûyer heçko sûncê selehattin demirtaş bû propagandayê dikir, altan tanê me derketibû digot hdp xeletî kiriye nizanim çi. yaw ew mirov e ku digot ez mhpê pîroz dikim ji ber tevgera wan a di van deman de û ez hdpê rexne dikim agir geş kiriye.

tu ji kurdistaniyên me bipirsî wê bêjin divê saziyek tenê ya dewletê nemîne li kurdistanê. wan deman, gel rabû ser xwe beriya dijmin, altan tan derket me rexne kir.



li google'ê "altan tan eleştirî" dinivîsim ev pêşniyariyên lêgerînê derdikeve pêşberê min ;

"altan tandan partisine agir eleştiri"

"altan tan bdpyi eleştirdi"

"altan tan dtkyi eleştirdi"

di nûçeyan de jî hûn dikarin bibînin, altan gotiye şaredariyên bdpê baş naşixûle û nizanim çi û çi.



heqqet çi karê vî zilamî hebû di nav bdpê de 5 sal in ? û ya giringtir, ev zilam çi dixwaze bike 5 sal din di nav hdpê de ?



ger vê carê dîsa namzet nîşan bidana ew ê tam kerîtî bûya û ez ê gelek pê xemgîn bûma. lê elbet min ê dîsa reya xwe bidayê. mirovê ku di nav partiyekê de siyasetê dike divê hinek berjewendiyên partiya xwe bifikire. tu derkevî li ser televîzyonana weke parlementerekî hdpê, her û her hdpê rexne bikî, qusîra me nenêre cihê te tune ye di vê partiyê de..



04.04.2015 15:07 | brusk56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
îy yo hee [1]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
fuckîro rebeno [1]
ez jî nizanim çi ye. min tirşikê dixwend .hema ji nişka ve hat min wek...
nexweşiya mirovê vî wextî [2]
Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbija...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Xwîna-Pak Ji te re dibêjim, Tu yî tu! Erê hem jî gelek baş dizanim...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
belki ev jî bala te bikişînin
» altan tan
» tansîyon

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî