Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
îtîrafên tirşikvanan

îtîrafên tirşikvanan

191. We qet diziya Xwedê kiriye?



Ez ne diz im û kesî jî diziya min nebihîstiye. Lê Xwedê min efû bike min berî çend salan ji Xwedê televîzyonekê dizî!



Ji sersalê re du roj mabûn û berfê rêya di navbera gund û bajêr girtibû. Vije-vija berf û bagerê ji mirov re digot ku dê heta hefteyek an jî du hefteyên din jî rêya gund venebe. Ez jî di mal de bi tenê me û hevala min jî televîzyoneka 55 nizanim çiye. Îca dema Xwedê ji mirov re li hev neyne, nayne. Tupa televîzyona min a ji dema hezretê Deqyenûs de mabû qediya û ez bê heval di odeya xwe de asê mam. Televîzyon xerab bibû û tiştekî ku ez xwe pê re mijûl bikim tunebû. Min herî zêde dixwest di yelevîzyonê de şahiyên sersalê bibînim û minê êvara sersalê yekem car bi kurdî di Kurd1a rehmetî de li fîlma Titanicê temaşe bikira. Televîzyon xerab bibû, bêhna min haşa hizûr diçû qûna min re.



Piştî banga îşayê bû û ez ji holika xwe derketim, min hinekî xwe bi avêtina berfa ser banê mijûl kir. Feqeyên mizgeftê piştî nimêja îşayê ji mizgeftê belav derdiketin û di nav berfê de ber bi malên xwe ve diçûn. Du feqeyên ku li ber deriyê min re dervaz dibûn qala fîlmekî ku mele wî evarî li mezgeftê bi wan daye temaşekirin dikirin.



Herçend ez nediçûm mizgeftê û min nimêj nedikir jî, min ji feqe û cimûetê bihîstibû ku Mele Bariş televîzyonek aniye, li mizgeftê fîlm û rêzefîlmên girêdayî cemaeta Silêman bi feqên gund dide nîşandan. Mele ji bajarekî tirkan hatibû û bi kurdî nedizanî. Wî qet ji min hez nedikir û min jî ji wî. Welhasil min zanî ku televîzyonek li mala Xwedê heye.



Piştî ku cimûet ji mizgeftê belav bû, minî kafir riya mala xwedê girt û ez bê destmêj ketim hundir. Ji ber heyveşevê hundirê mizgeftê ronî bû. Yekser çavên min li televîsîonê ket û min bê ku destûr ji Xwedê bixwazim kir himbêza xwe û bir mala xwe.



Televîzyona min û ya Xwedê di heman qalibî de bûn. Herdu jî 55 ekran bun. Lê ji ber markeyên wan ne weke hev bûn, diviya min hundirê wan veguhezta. Yanî kurt û kurmancî min ekrana televîzyona xwe kir nav ya Xwedê û ya Xwedê jî kir nav ya xwe û nameyeke bi kurdî ji Xwedê re nivîsî û wê nameyê jî kir hundirê televîxyonê û televîzyon bir û danî mala Xwedê. Ji bilî Xwedê kesî ez nedîtim.



Piştî du hefteyan min bihîst ku televîzyona Xwedê xerab bûye û televîzyon birine cem hoste. Nameyek bi kurdî ji alî îlahî ve di hûndirê televîzyonê de derketiye û mele ji bo xwendinê li kesekî digere.



05.04.2015 00:47 | arifo

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene