1. Di 23'ê pÛşpera 1912an de li londona ji dayik bûye. NAvê wî yê dirêj alan mathison turing e. Matematîker û zanyarê kombersê ye. Di dîroka teknolojiyê de mirokevî pir girîng e. lewra bi dîtinên wî zanistiya kombersê û herwiha teknolojî gelekî bi pêş ketiye. Yek ji avakerên zanistiya kombersê ye. di şerê dinyayê yê duyemîn de bi makineya xwe ya bi navê the bombe şîfreyên dizî yên elmanan ango enigma'yan bi dest dixe û navdar dibe. Weke min li jor jî got yek ji avakerên zanistiya kombersê ye. Li ser algorîtmayê xebatên mezin kiriye û makîneyeke bi navê turing machine dahênandiye. Bi vê dahêna xwe bingeha kombersên pêşketî avêtiye. di nav waneyên endazyariya kombersê de waneyeke bi navê automata theory heye. ev wane agahiyên di der barê bingehên kombersê de dide. di vê dersê de gelek caran qala alan turing tê kirin. |
|
05.04.2015 16:02 |
mergehez
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |