Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 25 peyam
mîlan

mîlan

1. cureyeke roketavêj û debabeşikên e, navê wê bêtir bi malê almanî derketiye lê berhema hevkariya alman û fransiyan e, di qada şer de xwediyê roleke diyarker e.. naveke frensî ye, dirêjeya wê missile d´infanterie léger antichar ( çeka debabeşikên ya sivik ya peyakan) e.. sala 1962an dest bi teswîr û dîzayna wê kirine û di sala 1972an de di qada şer de cara ewil hatiye bikaranîn.. bi saya kameraya termal ya pê ve bi şev jî tê bikaranîn.. heta 2000 metreyan dikare ji armanca xwe têk bibe, leza wê ya desptpêkê yanî dema roketek jê tê avêjtin leza wê 70 m/s ye û leza wê ya standart 130 m/s ye.. heta 88 santiman dikare zirxan bişikîne.. 360 dereceyan dikare li dora xwe bifitile yanÎ çiv bide..

dema daîşê bi debabe û wesayîtên din yên zirxpûş ku ji artêşa îraqê standibûn, êrîş bir ser başûrê kurdistanê, hêza pêşmerge nekarî bergiriyeke zêde bike, ji ber ku çekên di destê hêza pêşmerge de nedikarî debabe û wesayîtên zirxpûş bisekinîne û têk bibe, li ser daxwaza hikûmeta herêma kurdistanê almanyaya xwudêjêrazî cara ewil 30 mîlanên roketavêj û 500 jî roket bexşand ji bo hêza pêşmerge, û hêza pêşerme jî piştî ku çeka mîlan wergirt, pirraniya deverên kurdistanê yên daîşê dagîr kirîn vegerandin ser kurdistanê ve, hêza pêşmerge dema ji bo parastina kobaniyê ligel ypgê çûbû kobanî, bi xwe re ji van roketavêjan jî biribû û tê gotin ku gelek sûd û feydeya van roketavêjan di parastina kobanî de çêbû..

li gorî nûçeyeka rûdawê Here lînkê, almanyayê 30 roketavêjên mîlan yên din ligel roketên wan ji hêza pêşmerge re şandine..

dema parlementoya almanyayê ji bo şandina çekan ji bo hikûmeta herêma kurdistanê li hev rûniştî, hinek kurdên ultra-welatparêz bi ser de parlementoyê de girtibûn û gotibûn çekan nedin hêza pêşmerge, ew çek wê bikevin destê daîşê de, bidin ypgê û pkkê..



28.04.2015 20:52 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Qewî gur li kû miriye......
xwarina herî xweş [1]
Xwarinên bi destê diya min têne çêkirin yên herî xweş in....
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Her wiha gurên kîjan çiyayê mirîne jî tê gotin. Piştî qenciy...
sallana sallana nietzsche ser avê [2]
Navê straneke, ji bo nietzsche yê hatiye nivîsandin nîvî tirkî...
wedat aydin [1]
Yekem kesê bi kurdî keniya ye...
belki ev jî bala te bikişînin
» mîlan

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî