20. lê rojnivîska min a quzzilkurtlêhatî me go merheba? wekî ku ji te re jî eyan û beyan e piştî çend dewr û heyamên dûr ev yekem car e ku pênûsa xwe ya kobûyî li te digerînim. wekî ku tu jî zanî min kengê radikir pênûsê da ku te bi neqşên neqşdariya evînên a priori bineqşînim herdem wekî ji caran her carî qelema min ko dibû û nivîs di asta eblogeblotiyê de dixetimî. tê bîra te ku min hemû nivîsên xwe yên di tewşomewşotiyê de xitimî û di binê barê xwetutiştnedîtinê de pelçiqiyî yên franz kafkakî ku bi pênûsa reşbîniyê hatibûn neqişandin, li çemekî bigû rokiribû û bi yekcarî min xwe ji gû paqij kiribû. ku hebûn deh cild... xwedêyo min evqas xwelîserî ji ku ber hev kiribû. min bibore rojnivîska min a xezeblêhatiya stûşikestî min bibore ku bi vî rûyê piştaxwedayî te li te vedigerim. te bivê heval im te nevê evdal im serberdayî li seranserê çol û biyabanê qir û qirbûyî... te bivê yar im te nevê jar im hezar sal ji dengê xwe yê qêrînheyî qutbûyî... |
|
02.05.2015 22:15 |
ceso
|
pelûl [1] |
|
tirşik translate [3] |
|
kerguh [3] |
|
pelûl [1] |
|
pelûl [1] |