Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
minority report - steven spielberg

minority report - steven spielberg

1. fîlmeke sînemayê ye, sala 2002ê bi derhêneriya steven spielberg li amerîkayê hatiye çêkirin, fîlmeke sci-fi (zanistî-xeyalÎ) ye, di fîlmê de lîstikvanên wek tom cruise, colin farrell, samantha morton, kathryn morris û max von sydow leyîstine, zimanê fîlmê îngilîzî û swêdî ye, 103 milyon dolar li fîlmê mesref kirine û ji fîlmê 358 milyon dolar qezenc kirine, fÎlmê îlhama xwe û mijara xwe ji kurteçîrokeka philip k. dick ya bi heman navî standiye, tê gotin tom cruise piştî ku çîrokê dixwîne ji steven spielber re dişîne, ew jî çawa vê çîrokê dixwîne dike senaryo û fîlma wê çêdike.. mijara fîlmê jî ev e, sala 2054ê li washingtonê di nav asayîşa polîsan de departmanek taybet bi navê precrime yanî departmana bergiriya sûcan heye, polîsek bi navê john anderton (tom cruise) jî şef-polîsê vê departmanê ye, sê precog (kahîn, mirwazan) hene ku mêrkujiyê (cinayet) berî kuştin çêbe di xewna xwe de dibînin, ev departman jî li gorî daneyên di sîstemê de, xewna wan hersê mirwazanan analîz dikin û cihê ku wê kuştin lê çêbe tesbît dikin, û hêj kuştin çênebûyî diçin rê li ber wê kuştinê digirin û yê ku hewl dide yekî bikuje jî bi tohmeta mêrkujiyê digirin û li cihekî ditevizînin.. yekî bi navê lamar bruges (Max von Sydow) ev sîstem daniye, yên di departmanê de sîstemê bêqisur û kêmasî dizanin lê qisûrek heye di sÎstemê de û ev qisûr jî wê bibe sebebê gelek bela û aksiyonan.. *

mijar û têmaya esas ya fîlmê li ser determînîzmê ye, pirs ev e; mirov xeybê Û siberojê bizanibe dikare qedera xwe biguherînî gelo?

di fîlmê de çend xeletî û şaşî û tiştên derî mantiq û absurd hene, lê fîlm li gorî wextê xwe têra xwe serkeftî ye, min duh darî fîlmê kir û zewqek jê stand, gelek teknolojiyên di fîlmê de hatine pêşbînîkirin niha em dişixulînin, google glass filan..



22.05.2015 03:45 ~04:54 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» minority report - steven spielberg
» steven spielberg

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî