Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


14 mijar û 34 peyam
mela ehmedê palo

mela ehmedê palo

1. helbestvanekî kurd ê zaza yê kurmancînûs e, eslê xwe ji paloyê ji gundê sêraçûrê ye. bavê wî di şerê cîhanê yê yekem de miriye, diya wî piştî vê sê salan dev jê berdaye û çûye yekê din re zewiciye, ew maye cem mamê xwe. paşê li gundê xwe edara wî nebûye û wek gelek ciwanên wî demî berê xwe daye binxetê. çi kiriye çi nekiriye dîtiye ku ji bilî xwendinê ti rêyeke wî nîn e û bi pêşniyaza cemîlê seyda yê liceyî berê xwe daye gundê xizna yê Qamişlo berdestê Şêx Ehmedê Xiznewî. li berdestê wî 7 salan di medreseya kurdistanî de perwerdehiyê dibîne, zazakî jixwe dizane, ji medreseyê jî herdu zaravayên din kurmancî-soranî gelekî baş hîn dibe, ji xeynî van hînî erebî, farisî û tirkî jî dibe.li rojava li gelek deverên kurdan melatiyê dike, ji ber ku li hember şêx û axa û dewletên dîktator e rastî gelek tehdeyiyan tê. ew jî berê xwe dide helbestê, parçebûn welatê xwe û xizaniya gelê xwe di helbestên xwe de dihûne. dewleta sûrî çend caran diavêje ser mala wî û gelek dest didane ser destnivîsên wî, daktîloya wî. di gel van jî heta îro ev berhemên wî hene:



Heta niha sê berhemên Mela Ehmedê Palo hatine çapkirin:



1.dewr û gera kurdistanê (helbest), Şam, 1994

2.rêzmanê kurdî (gramer), Şam, 2000

3.danîna jiyana mela ehmedê palo (biyografî-jînenîgarî), 1998





Destnivîsên wî yên hê nehatine weşandin:



1.bîr û bawerî (helbest)

2.civîna nemiran (helbest, ji deh hezar risteyan pêk tê)

3.baxê evînê (helbest)

4.baxê niştimanî (helbest)

5.pehlewî û civîndarî (helbest)

6.birîna niştimanî (helbest)

7.ferhenga tirkî-kurdî (ferheng)

8.ferhenga erebî-kurdî (ferheng)





ji nivîsa roşan lezgîn a di zazaki.net'ê de(wergêr: ez): Here lînkê



09.06.2015 16:11 ~16:12 | xendekî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
hawara tirşikvanên ku valatî û bêmiroviyê tirşikê qet nedîtine ye. h...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
Ji xeynî min û çend kesan tu kes diyar nake. Qasî du hezar tirştikvan ...
hunergeha welat [1]
Êmo berhemeke hunergeha welat e (paldayi: Stranbêj: Hozan ...
hunergeha welat [1]
(bnr: Êmo)...
belki ev jî bala te bikişînin
» mela xelîlê mişextî
» ehmedê hapo
» paloq

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî