5. gotinên stranê:
versiyona dîyar:
Wey dinyayê tu bêbext î
Te zalim hanî ser textî
Me roj nedît tu cax wextê
Para me ma tev bindestî
Wey dinyayê, Wey dinyayê
Ar pe ketê, derd lê ketê
Me ked da te gelek salan
Te em xistin paşila guran
Bi guran re kirin bira
Lê wan em xwarin gelek caran
Me got bira tu bi xêr hatî
Gur fem nakir ji biratî
Dev vekirî, diran sutî
Binêr çawa kir biratî
versiyona abbas ahmed, ciwan haco:
Her tişt dimire, tu her tiştî dikuje
Min nizanibû hey dinyayê
Çavên reş ji qetra şevan
Lêvên sor bûn ji xwînê
Hey dinyayê hey dinyayê
Wez ji xwe re kuştim vê dinyayê
Dinya bi xwe kelik ken e
Kelik girî ye û yek bîrhatin e
Dema şeva diçe bi zû
Şevê min diçin wekî rojê
Hey dinyayê hey dinyayê
Wez ji xwe re kuştim vê dinyayê
Min navê te çand di nava axa sor
Û li ber sinbilan hey dinyayê
Hêviyeke biçûk bi min hebû
Te ew jî kuşt hey dinyayê
Hey dinyayê hey dinyayê
Wez ji xwe re kuştim vê dinyayê
Gotin û muzik: Abbas Ahmed
di înternetê de strana ciwan haco him weke hey dinyayê û him jî weke wey dinyayê derbas dibe. lê nizanim bê kîjan rast e.
di youtubeyê de bi heman navî straneke xêro abbas jî heye. ji wan bawer nekin navê strana wî yê rast derdê dûriyê ye..
di vê navberê de bi heman navî straneke nazdar jî heye ku rezaletî ye guhdarkirina wê îşkence ye. fermo guhdar nekin: ....
|