Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
radyoya tirşikê

radyoya tirşikê

78. Çavê we ronî, sîstema nû ya tirşikê bi mizginiyek din, dîsa rojane bû.

Mizginiya vê carê radyoya tirşikê ye. erê berî salakê dîsa radyoyek hatibû vekirin lê ew radyo gelek lawaz bû û ne girêdayî sîstema tirşikê bû.

sîstema nû bi temamî ji aliyê me ve hat kodkirin û parçeyek ji pergala tirşikê bixwe ye. li gorî sîstema berê gelek taybetiyên nû û pêşketî dihewîne.



- weşana zindî heye;

Dema kes lê guhdar neke, weşan tune. Lê dema tirşikvanek radyoyê veke, ew tirşikvan jixweber weşana zindî dide destpêkirin. Ev weşan li gorî mîhengên radyoyê, bi lêdana stranên çawalêhato dimeşe. [Ger em bixwazin, di pêşerojê de em dikarin li gorî saeta rojê cûreya stranên ku werin lêdan, hilbijêrin]



- Tirşikvan jî dikarin stranan bar bikin.

tirşikvanên ku hejmara peyamên wan ji 1000î zêdetir e, dikarin 20 heb stran bar bikin. Kengê bixwazin, dikarin wan stranan jê bibin û yên nû bar bikin



- moderatorên tirşikê dikarin weşana zindî bikin.

Dema moderatorek here malpera "weşanê bike", hemû stranên di danegehê de tên lîstekirin. Moderator dikare ji vir stranan hilbijêre û têxe lîsteya lêdanê. Di lîsteya lêdanê de xuya dibe bê ka kîjan moderatorî ew stran xistiye lîsteya lêdanê



- Cûreyên mûzîkan;

mirov dikare tenê stranên aîdê cûreyeke mûzîkê, guhdar bike. Tabî dema mirov têkeve yek ji van cûreyan, wê demê mirov ji weşana zindî derdikeve.



- Zimanên mûzîkan;

mirov dikare tenê stranên bi zimanekî jî, guhdar bike. Dîsa dema mirov zimanek hilbijêre, ji weşana zindî derdikeve û tenê li stranên bi wî zimanî, guhdar dike.



- Lîsteya lêdanê;

stranên ku di rêzê de ne, nîşan dide.



- Lîsteya strananên dawîn hatine lêdan;

stranên ku herî dawîn bi weşana zindî hatine lêdan, tên lîstekirin.



- Agahiyên giştî;

a) Di danegeha radyoya tirşikê de nêzikî 450an zêdetir stran hene. Vêga 16 tirşikvan, ji 1000an zêdetir peyam nivîsandine û her yek ji wan dikarin 20 stranan bar bikin. 16X20=320. Yanî bikarhênerên tirşikê dikarin 320 stranên din jî bar bikin. Bi vî awayî, nivîskarên tirşikê dikarin bandorek mezin li ser weşana radyoyê bikin.



b) aniha stranên di dangeha tirşikê de 30 kps ne. Ev yek ji bo weşaneke radyoyê qalîteyek kêm e. Me weşana radyoyê wisa da destpêkirin, da ku hem barê pêşkêşkara(server) tirşikê newestîne, him jî kotaya înterneta tişikvanan zêde nexwe. Li gorî encamên weşana testê, em dikarin di pêşerojê de vê rêjeya kps'ê zêde bikin.



radyo li vir e: Here lînkê jixwe di menûya jor de jî hat bicîkirin.



25.07.2015 20:58 ~2015.08.09 15:08 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» radyoya êrîvanê
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî