Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
koreya bakur

koreya bakur

1. (kul û derdê mîr bû)



bi navê xwe yê fermî Komara Gel a Demokrtatîk a Koreyê (Koreyî: 조선민주주의인민공화국; hanja: 朝鮮民主主義人民共和國; Chosŏn Minjujuŭi Inmin Konghwaguk), dewleteke li asyaya rojhilat, xwediyê 120.540 km²2'yê nîvgirava koreyê ye. paytexta wê pyongyang e.



piştî şerê cîhanî yê II. piştî dagîrkirina japonan a di navbera salên 1910-1945'an de qediya, yekîtiya komarên sosyalîst ên sovyetê ji aliyrekî ve û dewletên yekbûyî yên emerîka ji aliyekî ve têketin nav vî welatî û di encama vê de bakurê koreyê rejîma komunîst, başûrê koreyê jî rejîma kapîtalîst hilbijar; bi vê re kore wek koreya başûr û koreya bakur bû du dewletên cuda.



komara gel a demokratîk a koreyê ango koreya bakur di sala 1948'an de hikumeteke otorîter û sosyalîst ava kir. Koreya bakur li gor dewletên din ên komûnîst hinek din girtîtir û navxwede ye. Li başûrê welêt koreya başûr, li bakur komara gel a çînê û rusya, li rojhilat jî deryaya japon heye.



koreya bakur hema bêje ji seda 80'yê ji rêzeçiya û zozanan (plato) pêk tê. zozanê kema û çiyayên wek Kangnam, Myohyang, Ancin û Myarak û deştên wek Pyongyang û Çeryang beşek ji xwezaya wê ye.



ji aliyê berbesê (mineralê) ve welateke zengîn e. madenên wek komir, zirinc (risas), tungsten, çînko, uranyûm, grafît, magnezît, cewhera hêsin, sifir (paxir), zêr, xwê yên ji bo endustriya wê girîng in li vî welatî hene.



avhewaya wê bi giştî hênkayî ye. ji seda 80'yê welêt ji daristanan pêk tê.



ji aliyê serjimarê ve koreya bakur dewleteke homojen e, ji seda 99,8 ji koreyiyan pêk tê; yên mayî jî çînî, japonî, vîetnamî û ewropayî ne. li gor jimartina 2009'an serjimara koreya bakur 23.923.118 e.



zimanê fermî koreyî ye: (bnr: koreyî)



koreya bakur bi awayek fermî dewleteke ateîst e; lê belê baweriyên budîzm'ê jî berbelav e, herwiha bêhtirîn ji mezheba protestanî hinek fileh (xiristiyan) jî hene.



artêşa gel koreyê jî yek ji artêşên mezin ên cîhanê ye, hejmara leşkerên wê 1.08 mîlyon çalak û 4.7 mîlyon neçalak e. herwiha koreya bakur xwediyê bernameya çekî ya nukleerî ye.



15.08.2015 16:00 ~16:20 | xendekî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» koreya bakur
» bakur

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî