Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
xewneke payîzî - îlhamî sîdar

xewneke payîzî - îlhamî sîdar

1. romana nû ya îlhamî sîdar e. li ser jiyana melayê cizîrî hatiye nivîsîn, heta niha gelek rexne lê hatin kirin, îro jî dilşêr bêwar di diyarnameyê de rexneyek li ser vê romana biyografî nivîsiye, rexneyeke tûj e, ji ber ku min hê nexwendiye nizanim ka xweyheq e an na.



"Romanûsê kurd Îlhamî Sîdar di berhema xwe a bi navê "Xewneke Payîzê" de jiyana Melayê Cizîrî digire dest. Berhema li ber dest bi cureya xwe ‘romana dîrokî’ ye."



"Dema nivîskar berê Mela û xwendeyan dide Heskîfê, wêneyê bajêr li ber çavan radixîne; ji bilî vê dimenê çavê mirov bi wêneyên bi rêk û pêk nakeve. Heskîf, di bin hukmê "Melîk" de ye. Li serayê defterdar Mela pêşwazî dike. Defterdar ew qas bi kibir e ku qasî pozê derziyê hurmetê li Mela nagire. Lewra wekî Mela zarokek be bi cînavka “tu” deng li Cizîrî dike û Mela jî her dibêje, Li ser seran û çavan ezbenî. "Melîk"ê Heskîfê du-sê caran Mela vedixwîne serayê. Civata serayê wekî a Osmaniyan e; ji sifreya wan tenê şerab kêm e. Di civatê de, Mela ne wekî alimekî lê mîna helbestkarekî ji rêzê ye. Mela li civata kêf û sefayê her helbestan dixwîne û wekî şelaf û qirdikekî hatiye pênasekirin."



Ji bo timamiya rexneya dilşêr bêwar a li ser xewneke payîzî:

Here lînkê



15.08.2015 17:40 ~17:41 | xendekî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» xewneke payîzî - îlhamî sîdar
» îlhamî ozer
» sîdar basut

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî