Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


23 mijar û 42 peyam
gava diyarkera lezê

gava diyarkera lezê

1. têgehek zanistî ye.

di reaksiyonên kimyewî de tê bikaranîn. bi îngîlîzî (bnr: rate determining step) bi tirkî: hız kısıtlayıcı basamak.



weke tê zanîn gelek reaksiyonên kimyewî û bi taybetî yên di laşê mirov de, ji gelek gavan pêk tên. heta ku yekîneyek kimyewî/biyolojîk tê hilberandin an jî tê parçekirin gelek caran ji yekê zêdetir reaksiyon pêk tên û di van reaksiyonan de gelek aktor dilîzin.



ji bo lezandina pêvajoyek kimyewî ya wisa, mirov dikare hinek mudaxaleyan li reaksiyonê bike. weke mînak zêdekirina subsratê(malzeme) hinek reaksiyon heye ku bi leztir bibe an jî bi germkirina derdorê.

lê di pêvajoyên kimyewî ku me got ji gelek yekbûna gelek reaksiyonan pêk tên, de; mirov çi jî bike hinek gavên pêvajoyê yanî hinek reaksiyon bi leztir nabin. lezandina wan heta derekê ye û gavên din yên reaksiyonê çiqas bilezin jî, ji ber ku ev gav leztir nabe, dawiya dawîn pêvajo bixwe nikare bilezîne.

bi vî awayî, ev gav an jî ev reaksiyona pêvajoyê, leza giştî ya pêvajoyê diyar dike.



weke mînak em bêjin li kargehekê karker rojê dikarin 100 şalan bidûrin lê kesê ku wan şalên dirûtî ûtî dike tenê kesek e û rojê dikare 30 şalan ûtî bike. wê demê di vê kargehê de rojê herî zêde 30 şal dikarin ji bo firotinê werin amadekirin. hûn hejmara karkeran çiqas zêde jî bikin ev hejmar zêde nabe. ji ber ku leza pêvajoyê girêdajî ew kesê ûtîker e. divê hûn wî biguherînîn.



29.08.2015 12:37 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Xwedê te hidayet bike Xwedê rêya rast ber te xe Xwedê te nexe ber ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku zêdebûna wê digihîje tenê cîhekî: hêsanî. hêsanî bi hêz...
femonasyonalîzm [1]
li ewropayê salên dawî fikreke nû şîn bû. Navê wê femonasyonalîzm e. E...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
belki ev jî bala te bikişînin
» gava diyarkera lezê

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî