Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
tayek porê spî

tayek porê spî

1. navê çîrokeke qedrî can e.



Tayek Porê Spî - qedrî can



Îro, sibehê di ber eynê re derbas dibûm. Min di nava porê serê xwe de tayekî spî dît... Mîna brûska nava şeva tarî, diçirisî...



Gava çavê min pê ket, veciniqîm; mîna ku, ji nişkan ve, şûrek li serê min bikeve... Mîna ku yek ji ezmên dakeve û di destê wî de aleke spî hebe û mizgîna mirinê bide min... Min fam kir ku derdekî bê derman e, yan jî tayek ji tayê kefenî ye...



Ey tayê spî! Min tu rengê spî mîna gewrbûna te reş û tu nûr mîna nûra te tarî nedît... Te her tiştê spî li ber çavên min reş kir: Heta roniya hîv û tavê, heta roniya her du çavan... Û te her tiştê reş jî li ber çavên min spî kir: Heta qijika reş, heta bext û dilê reş...



Ey tayê spî! Te xwe di kîjan pencereyê re avête ser serê min û te di kîjan riyê re xwe gihande cênîka min! Tu çawan di vê zeviya reş û tarî de tek û tenha, bê heval û hogir dikarî bimînî? Qet çavê te ji vê tariya reş natirse!



Ey Tayê spî! Ez nizanim xwe çawa ji te xelas bikim û çawa ji te birevim!!



Tu fêdeya wê ji min re nîn e ku ez te ji cihê te bikşînim an jî te boyax bikim. Ez naxwazim ku di nava du misîbetan de bimînim: Misîbeta derewan û misîbeta pîrbûnê.



Ey tayê spî! Ez dibînim ku tu xwedî dek û rîp î; tu hêdîka di guhê cîranê xwe de dikî ‘kurtepist’ û tu wan dixapînî, ku ew jî bibin mîna te û cilên ku te li xwe kirine ew jî li xwe bikin... Tu dixwazî di nava vî diyarê bêdeng û bê gir-gêç de, ceng û cidalekê çêbikî da ku her kes di bin lingan de bipelçiqe... Tu, mîna insanê spî dikevî nav welatê reşikan û wan dixapînî û tu wan rebenan ji xwe re dikî kole û bende...



Ey tayê spî! Tu kî yî, tu çi yî, kê tu şandiye û karê te li ba min çi ye? Heke tu mêvan î, kanî îzin û destûra ku min daye te? Heke tu bi hevalî hatiyî cem min, ez wî hevalê ku min bi xwe re bibe gorê naxwazim... Xwedê dizane tu mîna wan maran î ku hêlîna her tebayî kuna xwe dizanin.



Ey tayê spî! Min pir ji te gilî û gazin kirin, lê ez dibînim ku ez ne rast im; dîsa tu ji her tiştî, ji her kesî bêtir li bal min bi rûmet, li ber çavên min bi qedir dimînî... Serê min ji te re zozan û pîroz be… Tu ji xwe re

-mîna tu dixwazî- tê de vegevize.



Ez dizanim tu rêberê mirinê yî, rêberê wê riyê yî ku, tu rê lê nabe... Çima rûyê xwe tirş bikim? Min ji xortaniya xwe tu xêr nedît ku ji pîrbûna xwe bitirsim... Min şêraniya dinê tam nekir ku talbûna

axretê mahdê min tirş bike...



Wey li ser seran û li ser çavan tu hatî, ey tayê spî !...



Qedrî Can



03.09.2015 13:45 | xendekî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» tayek porê spî
» porên firat cewerî
» spîav

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî