Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
rojên derbasbûyî

rojên derbasbûyî

1. navê çîrokeke qedrî can e



Rojên Derbasbûyî - Qedrîcan



Piştî jiyaneke sê salan, jiyaneke tehl û şêrîn, ez ji Amûdê bi dûr diketim… Çend hevalên min ên fedakar û çend suxteyên min ên wefakar dora tirimbêla me girtibûn… Yek du heval xuya nebûn; Xwedê zane ne ji bêbextî, dibe ku ji diltengiya jihevqetandinê çavên wan bar nebûbû û nehatibûn…

Bi kel û girî min û hevalan destên xwe di stûwên hev re bir û anîn. Me hevdu dispart Xwedê… Bi germiyeke wisan me destên hev diguvaşt ku dilên me bi hev re digot: Em ê her û her heval û bira bimînin…

Gava tirimbêl bi rê ket, bê hemd çend hêsir ji çavên min herikîn. Ji alîkî ve ji hevalan bi dûr diketim; ji aliyê din birîna hêta min ez diêşandim; giyanê min dihejiya; min nizanîbû ew ê êşa vê birîne çiqas dom bike û ew ê çi li eniya min binivîse!

Min gelek rojên xweş û pir rojên reş li Amûdê derbas kirin… Paşiya paşîn ez bûm zelûlê serencameke kirêt:

Gava diçûm dibistanê û vedigeriyam, dêlikek tevî du cewrikên xwe li ser riya min xuya dibûn û bi min de direyan. Cewrikek gurî bû, çavekî wî kor bû, tiştekî nîviyê rûyê wî şewitandibû… Cewrikê din kurmî bû, mîna bi nexweşiya firengiyê ketibe, gava direya kewtîn û kazkaza wî nola kwisiyê lablabik di ber de mabe, derdiket…

Belê van cewrikan timî dixwest ku riya min bibirin… Min jî guh nedida wan… Nedihat bîra min ku rojekê hestiyekî bavêjim ber wan û xwe ji wan biparêzim. Rojekê ji nişka ve cewrikekî –Xwedê zane yê kor bû- ji paş ve bi hêta min girt û ez birîndar kirim…

“Tixtoran ji min re hewaguhestin u cihguherandin berpêş û “Eyndiwer” nîşan kirin.

Tirimbêla me hêdî hêdî ji Amûdê derket û paşê lezand; hevalan, hetanî em ji hev winda bûn destên xwe ji min re kil dikirin… Tirimbêl, her ku diçû, xwe diguvaşt… Li aliyê çepê çiyayên Kurdistanê, li aliyê rastê çola Cezîrê û şorezara Erebîstanê diherikîn… Xunaveke bêdeng hûrik hûrik dibariya. Şifêr digot: Xwedê bike baran boş nebare da em xwe bigihînin Qamişlokê.

Xwedê em ji herrî û çiravê parastin, baran nebariya. Lê hetanî em gihiştin Qamişlokê xunavê rûyên me dialast.

Bi lezûbez min xwe gihand cem tixtor. Birîna min pansûman kir û hinek derman da min. Roja din em gihiştin Dêrikê, li ba hevalekî bûm mêvan, lê bi şev xewnine bitirs ez vediciniqandim. Birîna min diêşiya.

Sibehê ez li tirimbêlekê geriyam, bi dest neket, vê care me bi hespan berê xwe da “Eyndîwerê”.

Piştî du saetan em gihiştin wir. Ji xortên wir Fetahê Mele Sadiq û Mihemedê Mele Ehmed derketin pêşiya min û bi rûkenî û bi dilgermî destên min guvaştin…

Di yekê Adarê de gihiştim “Eyndîwerê”. Her kesî ji min re digot: Bextê te baş e, tu di serê biharê de hatî vir; ji îro pê ve bihar e, bihara Eyndîwerê mîna bihara zozanên Kurdistanê ye.

Ev fala ku her kesî ji min re vedikir, wisan derneket... Bi hejmar mehek û sê rojan, bi şev û bi roj baran bariya. Bi hezar dijwarî min xwe digihand dibistanê. Suxteyên dibistanê, mîna yên Amûdê, piraniya wan Kurd bûn. Ji lew re me zû hevdu nas kir û me zû ji hev hez kir.

Qederê mehekê min nikarîbû dora xwe bidîta; bi şev baran, bi roj baran… Êdî canê me bawî bûbû, hundirê me zingar girtibû. Birîna min jî hêj dixebitî. Min bawer nedikir ku ew ê kînga rehet bibe.

Piştî mehekê bi şûn de, ji nû ve roj derket, giya şîn bû, gul û çîçekên rengîn xuya kirin… Min fam kir ku bihara “Eyndîwerê” bihareke welatî ye. Li hember, Çiyayê Cudî, wargehê Nuh pêxember; di bin de “Çemê Dîclê”, welatê Mem û Zînê, xuya dike. Van her sê bergehên dîrokî di jiyina min de wergerandineke mezin çêkir û giyanê min bi axa wê derê ve girê dan… Di rojên baranê de, dost û hevalan ji min re digot: Malava bêhna xwe teng meke, îro sibe, baran wê bisekine, êdî bihar e, em ê herin “Pira Bafit” seyranê, tu wê bibînî çi cihekî xweş e, çi cihekî xweş… Min û hevalan çend seyran çêkirin. Vê carê dora “Pira Bafit” bixwe hatibû. Rojekê, me xwarin bi xwe re bir û em çûn “Pira Bafet”, pira dîrokî, (Dibêjin di zemanê Mîr Mihemedê yekdest de ava bûye). Bi rastî cihekî pir xweş bû. Dîcle di bin lingên me re diherikî… Birca Belek rind xuya dibû… Li ser Cûdî berfa spî diçirisî.

Hetanî êvarê em li wir man. Hevalê yekta û ruhşêrîn Mele Mihemed mîna her gav wekî şalûlekî dikir şeqeşeq, ji dîwana Cizirî perçên dilşewat dibijart û destê xwe bi aheng kil dikir û digot:



“Me di dil de heye narek ku disojit seqerê

Erzûhala ko nivîsî me bi xûna cegerê…”



Birîna min hêdî hêdî rehet dibû…



***



Êdî wexta girtina dibistanan hat. Ji alikî kêfxweş, ji aliyê din dilnexweş bûm. Ez ê vegeriyama Şamê, min ê hevalên xwe yên li wir û yên li ser rê bidîtana. Lê destên min ji Eyndîwerê û hevalên Eyndîwerê nedibû. Şairekî çiqas rast gotiye: “Gava meriv li cihekî dimîne, bi insan û axa wê derê ve bi benê nexuyayî tê girêdan; kînga meriv ji wir diçe; ev benên he dilê meriv ber bi xwe ve dikişînin û diêşînin…”

Gava ji “Eyndîwerê” derketim, mîna roja “Amûdê” qirika min tije girî bûbû.



***



Roj, meh, sal… Çiqas zû derbas dibin! Ev bûn du sal –ne kêm, ne zêde- ji wan cihan, ji wan hevalan bi dûr ketime… Li hin cihên wisan dimînim ku ne “here”ya wan ne “were”ya wan dibihîzim: Guhên min ji vê ahengê bêpar maye… Li dora xwe dinêrim ji berdela Cûdî û Dîclê hin leylanên xapînok dibînim.

Hevalekî ku wê dewsa vala ya Mele Mihemed, tijî bike nîn e. – Xwedê giyanê wî bihuştin bike- Suxtên min jî, ne Biro û ne Remo maye. Ji diyariya wan deran bi tenê tiştek bi min re maye; di hêta min de hêj jehra diranê wî cewrikî dilive. Ew cewrikê bêxwedî, ew cewrikê serberdayî…



Hawar - Hejmar: 52, Sal: 1943

Qedrî Can



03.09.2015 13:47 | xendekî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» rojên fîlmên kurdî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî