Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
buhara dêrikê

buhara dêrikê

1. çîrokeke qedrî can e.



Buhara Dêrikê

(Rûpelek ji bîra yekî dîl)



Buhara Dêrikê ji 25ê Şibatê dest pê dike. Lê, heta pazdehê Adarê baê reş, merivan diêşîne. Ji xwe newala (Zinara sior) neba ji baê jêrîn pêve-ko ew jî ji behra sipî baranê tîne-tu baên din lê naên.

Ji ber ko birekên çiyan ji rojhelat, rojava û bakur da wek hêveke sê şevîn lê digerin û dora wê digirin.

Di paş van çiyan de Rêla çiyayê Mazî heye. Dêrikê pala xwe daye çiyan û berê xwe daye şorezara Erebistanê ...

* * *

Gava buhar tê, xwîn li canê min vedigere. Jiyînek nuh jî pêre tê.Em, zaroyên dibistanê-nola dîlên ko ji çalan bi ser rûyê dinê dikevin- hol dibin bi ezmanan dikevin û çirivîtan didin xwe.

Em, bi dora Mamosteyên xwe dikevin;hinek ji me xwe davên hustû û destên mamoste, hinek jî rû û çavên wî maç dikin, destûra gerê jê hêvî dikin. Paşê em bi rê dikevin. Ma qey dibistan eÛ Na !! Em, ji hev belav dibin. Mamosteyê me, me wek çêlkewan ji binlat û zinaran derdixe; dixeyide tewş e, dikene rû dide me, Vêca em digihêjin nav baxçekî, li ser mêrgekê rûdinin, taştêya xwe dixun, û dest bi lîskê dikin. Her kî ji me destdirêjî dike, Mamoste gopalê xwe diheziqîne, me ditirsîne, û dibêje :

-Ez nabêjim kulîlkên xelkê me qurifînin, pê li çandininiyên wan mekin.

Şîretên dûr û dirêj li me dikir. (Eha min şîret got) Na !! şîret, ne ev in. Şîret ew e ko buhara sala çûyîn mifetişê kulî Arif Ebas beg-îro li Hesiçê ji bona felata miletê me rêberiyê dike- li me kir.Herê, şîreteke ko tucar ji bîr nabe.

Rojekê Arif beg em civandin, li me şîret kirin û ev çîrok pêre got:

-Hûn mêze bikin, jiyîn wek vê buharê delal û şêrîn e. Dil dixwaze ko em bi xweşiyeke geş bijîn. Ev jî bi xebat û destgirtina hev dibe. Qenc bala xwe bidinê, di zemanê berê da padişahek di nivîna mirinê de gazî zaroyên xwe dike û ji her yekî re darikekî biçûk dide û darê her yekî bi wî dide şikestandin. Şûnda qandî wan darikan qevdeqî çêdike û dide destê wan, yek bi yek.Ji wan yek jî nikare wî qevdê darikan bişkênîne. Hingî ji wan re dibêje (Hûn jî wisan in .Hûn jî yek bi yek têne şikestin lê hûn gihiştin hev kes nikare we bişkênîne).

Arif beg li vir gotinên xwe qedand û bi çavên zelûl xatir ji me xwest, da rê û çû....



Kovara Hawarê, Hejmar:13, sal: 1932, Rûpel: 4

Qedrî Can



03.09.2015 15:23 | xendekî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» buhara dêrikê

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî