Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
kurdên apaçî

kurdên apaçî

2. nîvê kurdên stenbolê apaçî ne yanê dikevin vê klasmanê..

porên xwe jole dikin, tShirtÊn che û ahmet kaya yan jî yılmaz güney li xwe dikin, devekirî li keçikan dinêrin, bi dengekî bilind bi telefonê re dipeyivin, di rawestgehên metroyê de beriya ku rêwî peya bibin dikin ku siwarî metroyê bin falan fîlan..

meriv dikare çen taybetiyên dî jî lê zêde bike..

îmana min ji wan dihere, dema çav li wan dikevim ji dêvla ku bi dîtina kurdan kêfxweş bim, ceynika serê min diçe..

modeyeke nû derxistine û hoperlorên mîna zinaran mezin stendine û di meydanên mezin û qelabalix ên stenbolê de stranên berredayî vedikin û dîlanê digerînin roja ku li amedê bombe teqiyabû li kadikoyê bûm, min di televîzyonê de dît ku wa ye teqîn li amedê rû daye, cihde tevz ketin laşê min, kizînî ji kezzeba min derket min destê xwe dirêjî telefona xwe kir daku zanibim ji derûdora min kesên birîndar hene yan na lê tevna şebekeyê nedişuxuliya di cihê xwe de asê mam neyse qederekî du saet paşê em rabûn, ji rihtima kadikoyê derbas bûn û min dît ku dîsa apaçiyên me govandê digerînin xema qûna wan nîn e, mi go yaw şikestî dilê te çi pîs e bûyer hê nû qewimiye haya kesî jê nîn e. roja din dîsa çûbûm wê derê lê dîsa ji hoperloran dengê barebara muzikÊn berredayî dihat, xelk û elem gelek ji wan eciz in. dema ji kêleka wan derbas dibim bi guhên xwe ji tirkên genî seh dikim; dibêjin bu kekolar resmen işgal etmiş, bu barzolar halaydan başka bir şey bilmezler mi'' falan fîlan..

tirk çi difikirin ne xema min e, tiştê ku ez pê diêşim; ev çanda qedîm bi destê kurdên bi vî rengî ji eyar de ket di eyareke dî de, her tirk dibêjin qey muzîka kurdî hew ji bismilli zeko û emîn erbanî pê ve ne tiştekî dî ye, di çand û jiyana kurdan de bi tenê lotik û zîtik hene falan..

car carinan jî mûzîkên rap-erebesk vedikin tevgerên spastîk dikin falan..

axirî dilê min ji wan dixele ne xwedî li çanda xwe derdikevin ne jî dizanin mîna însanên normal tevbigerin..

xwudê bela wan kesan bide bûn sebeb ku neteweyek bibe sergo, bûn sebeb ku zarên vî gelî di metropolên tirkan de bibin berredayî..



16.09.2015 13:56 | ferhenga şikestî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdên anatoliyayê navîn û kilamên şîret û gazinan
» apaçî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî