Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


47 mijar û 85 peyam
zemqa japonan

zemqa japonan

1. Here lînkê



zemqek gelek biquwet e. ji siyanoakrîlat tê çêkirin. li her welatî navê wê cûda ye. (zemqa super, zemqa dîn û har, zemqa demildest û hwd.) li tirkiyê bi navê zemqa japonan hatiye nasîn û me kurdan jî bi vî navî nas kiriye. loma min mijarê bi vî navî vekir.

sê taybetiyên wê yên girîng hene:

1- gelek bi quwet e.

2- bi hemû tiştan ve dizeliqe

3- gelek zû hişk dibe (di nava 2-50 saniyeyan de)



ev zemq cara ewil ji aliyê Harry Wesley Coover Jr. ve ji bo lêkolînên li ser malzemeyên leşkerî hatiye dîtin. lê nehatiye bikaranîn. paşê di sala 1951an de, ji aliyê lêkolînerên marqaya kodakê ve ji nû ve hatiye îcatkirin û vê carê hatiye hilberandin û bi navê eastman 910 hatiye firotin. paşê kodakê ew firotiye şîrketa Loctite. wan jî bi navê Loctite Quick Set 404 firotin.



di mekanên girtî de bikaranîna wê dibe ku bi talûke be. ji ber ku dûmana wê jî heman naverokê dihewîne û di mukozaya poz, dev û çavê mirov de hişk dibe û dikare bibe sedama şewatê, allerjiyê, geşbûna astimê û nexweşiyên din. %5ê mirovan ji ber dûmana wê dikevin rewşek mîna grîpê.



ev zemq bi fîberên xwezayî re (qûmaşên hirî û pembû) dikeve reaksiyonek ekzotermîk. yanî reaksiyonek ku germahî dide derve. (îro rijiya ser pêcemeya min û di wê nuqteyê de min germahiyek xweşik hîs kir)



ji bo ku di qutiya xwe de hişk nebe, qutiyên wan jisîlîkon dîoksîdê tê çêkirin. di van qutiyan de, di sarincê de heta salekê dikarin werin parastin. lê dema ji sarincê hat derxistin, berî bikaranînê divê li bendê bê man ku heta dereceya germiya odeyê, germ bibe. û wê demê divê di nava 30 rojan de were bikaranîn.



di gelek qadan de tê bikaranîn. çend mînakên ecêb:

- ji rûyên hûlû yên mîna cam û plastîk, girtina şopa tiliyan

- di şerê vîetnamê de ji bo zûzûka kêmkirina xwînîbûna birînên leşkeran hatiye bikaranîn. fdayê heta sala 1998an jî bikaranîna wê ya di tibê de qedexe kiribû lê niha ji bo hinek dermanên ku vê madeyê dihewînîn re destûr daye.

- hinek sportmenên ku hildikişin çiyayan, ji bo dermankirina birînên li serê tiliyên xwe, vê zemqê bi kar tînin.





ji ber ku ev zemq gelek zû zûwa dibe, gelek caran dimîne destê mirov ve jî. îro rijiya ser 3 tiliyên min û tiliyên min komple man di nav zemqê de. hema bêje min êdî tiştek hîs nedikir. di nava 2-3 çirkeyan de hişk bû û min nekarî tiştek bikim. ger mirov wisa bimîne li benda derketina wê, di nava 4 rojan de çermê mirov wê jixwe vedike lê çar roj dirêj in. ji bo bilezkirina derketina wê, mirov dikare kremên nebatî bi kar bîne.

her wiha ji bo derxistina wê solventên mîna aseton, nîtrometan, dîmetîl sulfoksîd û metîle klorîd jî dikarin werin bikaranîn. min ji bo derxistin asetonê bi kar anî û bi rastî jî %95ê vê zemqê jê çû. aseton, ji bo jêbirina ojeyên neynokan ya jinan tê bikaranîn. loma di piyasayê de gelek bi hêsanî û erzanî dikare were dîtin.



11.10.2015 22:56 ~22:58 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
belki ev jî bala te bikişînin
» zemqa japonan

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî