Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 26 peyam
uranyuma dewlemendkirî

uranyuma dewlemendkirî

1. xwediyê navê kod yê oralloy e. (navê xwe ji bajarê Oak Ridge ya amerîkayê û alloy standiye.)

uranyuma çêkirî ye ku ferqa wê ji uranyuma xwezayî ew e ku rêjeya wê ya îzotopa uranyum-235ê ji ya xwezayî bilindtir e.

di xwezayê de uranyum têkilhev tê dîtin û %99.284ê wê uranyum-238 e û %0.711 jî uranyum-235 e. ev rêjeyek gelek biçûk e û ji bo xebatên nukleer nehf nade yên weke çêkirina çekên nukleer, sotemeniya keştiyên mezin yên leşkerî, santralên nukleer, keştiyên binavî û hwd.

di xebatên nukleer de îzotopa uranyum-235 tê bikaranîn ji ber ku ev îzotopa uranyumê, tekane nuklîd e ku ji destpêka dinyayê heta niha forma xwe neguheriye û loma bi hinek reaksiyonan dikare fîsyona jixweber bike. yanî dikare parçe bibe (biteqe) û bibe sedema teqîna atomên din jî û bi vî awayî enerjiyan gelek gelek zêde derxe holê.



heta niha li dinyayê 2.000 ton ji vê uranyumê dewlemendkirî hatiye hilberandin. piştî vê hilberandinê uranyuma mayî ya ku uranyum-238 e, weke uranyuma ziwabûyî tê binavkirin û radyoaktîvîteya wê kêm e lê ji ber ku gelek qewî û hişk e di çêkirina cebilxaneyên leşkerî de tê bikaranîn.



4 cûre uranyuma dewlemendkirî heye;

1- uranyuma piçekî dewlemendkirî; ew uranyum e ku tê de rêjeya uranyum-235ê %0.9-2 de ye.

2- uranyuma hindik dewlemendkirî; ew uranyum e ku tê de rêjeya uranyum-235ê ji %20ê kêmtir e.

3- uranyuma gelek dewlemendkirî; ew uranyum e ku tê de rêjeya uranyum-235ê ji %20ê zêdetir e. (çekên nukleer bi vê uranyumê tê çêkirin û rêjeya wan ji %85ê jî zêdetir e.)

4- uranyuma ji nû ve şixulandî; ji ya xwezayî hinekî dewlemendtir in û di santralên nukleer de tên bikaranîn.



wateya dewlemendkirina uranyumê ji hev veqetandina van îzotopan e. yanî divê mirov uranyum-235ê, ji uranyum-238ê cûda bike. lê ji ber ku îzotopên hev in taybetiyên wan yên kimyewî gelek dişibin hev. ev jî ji hev cûdakirina wan zehmet dike. weke mînak 235 tenê %0.8 ji 238ê siviktir e.



ji bi dewlemendkirinê gelek rêbazên fîzîkî û kimyewî hene.



vêga dewletên arjantîn, brezîlya, çîn, fransa, elmanya, hîndîstan, îran, japonya, koreya bakur, holenda, pakîstan, rusya, îngîlîstan uranyumê dewlemend dikin.

îran vê xebata xwe bi alîkarîya şîrketek fransî ya eurodifê dike û heta niha uranyumê heta %10ê dewlemend kirine.



19.10.2015 18:36 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» uranyuma dewlemendkirî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî