Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 19 peyam
xutbeya xatirxwestinê

xutbeya xatirxwestinê

1. xutbeya herî dawî ya mihemed pêxember e. di sala 632'yan de ji aliyê pêxemberê ola îslamê Mihemed ve hatiye dayîn, di heca xatirxwestinê de ku ev heca wî ya yekem û ya dawîyê bû herwiha ji 124.000 mislimanî re gotiye. ji ber ku evqas mirovî guhdar kiriye weke hedîsa herî ewle tê qebûlkirin.

bi danezana mafên mirovan re tê şibandin. bi vî awayî ye:



Xutba Wedayê

Ey Gelî Mirovan! Li gotinên min baş guhdarî bikin. Ez ne bawer im ku piştî vê salê şunve li vê derê carek din bi we re bim.



Ey Gelî Mirovan! Çawa ev rojên we rojên pîroz in, ev mehên we çawa mehên pîroz in, ev bajarê we (Mekke) çawa bajarekî pîroz e, her wiha canên we, malên we, namusa we jî piroz e û ji her curên destavêtinê hatiye parastin.



Eshabê Min! (Hevalên Doza Min!) Muheqqeq hûn ê biçin cem Xwedayê xwe. Bê guman wê çaxê hûn ê ji her lebat û tevgerên xwe (kirinên xwe, emelên xwe) hesab bidin. Haya we ji we hebe, piştî min (piştî mirina min) li şaşiyên xwe yên kevnşopî (edetên xwe yên ne baş ên kevn) nezivirin û stûyên hev û du jê nekin (ne birin). Yên li vir (mirovên li vir) bila vê wesiyeta min bigihêjînên yên din (mirovên ne li vir). Dibe ku, ên ev şîret jê re were gotin, ji ên agahdar çêtir ragihînin.



Eshabê Min! (Hevalên Doza Min!) Emanetek li ba kê hebe bila wî emanetî zû bide xwediyê wî. Bizanibin ku her curên faîzê hatiye qedexekirin. Her curên faîzê di binê lingên min de ye. Xwedê Teala wiha hukum daye. Faîza yekemîn ku min bi destê xwe ji holê rakiriye faîza apê min Abbasê kurê Abdulmutalib e. Lê belê, pewist e ku hûn deynên xwe yên sermiyan bi tevahî bidin. Ne zalim bin, ne jî mezlûm.



Eshabê Min! (Hevalên Doza Min!) Dîqat bikin, edetên ji dema cahiliyê man e tev qedexe ne û di binê lingê min de ne. Doza xwînrijandinê ya ku di dema cahiliyê de dihate domandin bi temamî hatiye rakirin. Doza yekemîn ku min bi destê xwe ji holê rakirîye doza neviyê Abdulmuttalib Iyas kurê Rabîa’yê ye.



Ey Gelî Mirovan! Muheqqeq îro, pelît(şeytan) sazkirin û damezirandina bandor û hukumdariya xwe bi temamî li ser vê axa welatê we winda (wenda) kiriye. Lê belê, xeyni tiştên ku min li we qedexe kirine, çaxa hûn di tiştên biçûk de bi ya pelit (şeytan) bikin, hûn ê wî (şeytan, pelît) kêf xweş bikin. Ji bo parastina ola (dînê) xwe, xwe ji wan gunehên biçûk dûr bikin.



Ey Gelî Mirovan! Di derbarê parastina mafên jinan de, ez tirsa Xweda li we wesiyet dikim. We jin ji Xweda emanet girtin e ( Jin ji we re emanetê Xweda ne) û we bi peymana navê Xweda namûsa wan ji xwe re bi helalî bi dest xistiye. Mafên we li ser jinan, mafên jinan jî li ser we hene.



Mafên we yên li ser jinan ew e ku, namus û rûmeta we nedin perçiqandin. Kesên ku hûn jê hez nakin destûra we tune be negre hûndirê mala we, eger kesê ku we destûr nedaye bigre hûndirê mala we, wê çaxê Xwedê ji we re destûr daye ku hûn dikarin cihên xwe (nivînên xwe) ji wan veqetînin û bi hêdika li wan bidin.



Mafên jinan jî li ser we ew e ku hûn bi awayekî helal xwarin û lixwekirina wan temîn bikin.



Ey Gelî Bawermendan! Ez ji we re du emanetan (du sparte) dihêlim. Hûn gava van emanetan hêmbêz bikin û wan biparêzin hûn ê rêya xwe qet winda (şaş) nekin. Ew emanet yek Qûrana Pîroz e, yek jî Sunneta min e.



Ey Gelî Bawermendan! Li gotinên min baş guhdarî bikin. Misilman birayê misilman e. Her wiha, Misilman tev birayên hev in. Mal û canên misilmanan ji misilmanan re ne helal e. Lê belê ku bi rizaya dilê xwe dabe ew ne têde ye.



Ey Gelî Mirovan! Xwedayê herî mezin, mafê her kesê ku xwedî maf e, di Qûrana Pîroz de dîyar kiriye û daye wan. Êdî, bi cûdayî ji mîratxwur re wesiyet ne pêwist e. Zarok di nivîna kê dehatibe dinyayê, ew zarok ê wê ye. Ji kesê zînekar re mehrûmîyete. Kesên ku ji xeynî nesebê bavê xwe, xwe ji nesebek din hesab bike ew bê esl e, bednîjad e û bê bav e, xezeb û xişma Xweda û laneta arşiyan (melekan) û ya hemû bawermendan li ser wan be. Xwedayê herî mezin tobe û şahîdiya van mirovan qebûl nake.



Eshabê Min! (Hevalên Doza Min!) Ji Xwedê bitirsin. Pênc wext nimêja xwe bikin, rojiya remezanê bigirin. Zikata malê xwe bidin. Bi ya fermandar û karbidestên xwe bikin. Bi vî awayî hûn ê bigihîjin bihişta Xwuda.



Ey Gelî Mirovan! Li gotinên min baş guhdarî bikin û wan hîn bikin. Xwudayê we yek e, bavê we yek e, hûn hemû ji toximê (ji zuryeta) Adem in. Adem jî ji axê hatiye afirandin. Qîmet û mezintiya yên Ereb li ser yên ne Ereb, an jî yên ne Ereb li ser yên Ereb tune ye. Her wiha qîmet û mezintiya çermsorekî li ser çermreşekî, an jî qîmet û mezintiya çermreşekî li ser çermsorekî tune ye. Qîmet û mezintiya herî pîroz li ba Xweda, teqwa ye. Li ba Xweda, yên herî başê we ew in ku ji Xweda ditirsin. Çermsorekî kole gava li ser serê we bibe fermandar û we li gorî Qûrana Pîroz îdare bike, wê gavê hûn jê re îteat bikin. Misilman birayê misilman e, misilman tev bira ne. Dest dirêjkirina mafên mirovan heram e. Her kes ji sûcê xwe sûcdar e (her kes ji sûcê xwe berpirsiyar e). Bav ji sûcên lawê, law ji sûcên bavê nayê sûcdarkirin (Bav sûcê lawê, law sûcê bavê li xwe bar nake).



Eshabê Min! (Hevalên Doza Min!) Sîtemkariyê(zilmê) li nefsa xwe nekin. Mafên nefsa we bi xwe jî li ser we heye. Bila mirovên amade şîretên min ji yên ne amede re ragihînin.



Çaxa di pêşerojê de ji we hatim pirsîn hûn ê di derbarê min de çi bersivê bidin?



Koma Eshaban bi hev re wiha bersiv dan:



Em şahidiyê dikin ku te teblîxa dînê Xweda li me kir. Te wezîfe û peywira xwe bi cih anî. Te şîret û wesiyeta Xweda li me kir.Wê çaxê Pêxemberê Xweda (S.X.L.) tilîya xwe ya şehadetê bilind kir û sê caran wiha got:



Şahîd be ey Xweda!

Şahîd be ey Xweda!

Şahîd be ey Xweda!



20.03.2012

Werger :Îbrahîm KURMANC

Gundê Axçana/Mûş



14.11.2015 01:57 ~02:01 | xendekî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» xutbeya xatirxwestinê

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî