Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
fyodor dostoyevskî

fyodor dostoyevskî

20. -bi rastî jî qumarbaz bûye, dibêjin ji çalakiyên hunerî bÊtir lîstika qumarê kela dilê wî germ dikir



-diz bûye, carinan ji bo ku karibe qumarê bilîze pere û cilên jina xwe dizîne û pê qumar lîstiye û ne yek ne jî didu



-şelaf bûye, tê gotin ku dema ew û turgenyev(ku turgunyev gelek dewlemend bûye) gelek ji hev re nameyan şandine û dostoyevskî har carê ku dawiya nameya tîne jê ve pere dixwaze loma jî gelek şelafiyê jê re dike tevî ku navbera wan ne baş e jî..



-di warê xirûr û rûmetê de gelek binpêketî bûye, ji bo hezkirina qumarê gelek caran heysiyet û kesayeta xwe kiriye pênç qirûş.



-gelek nijadperest bûye, bi awayekî eşkere nijadperestiya xwe sepandiye, îmana wî ji tirkan diçû, di berhemeke xwe de nefreta xwe ya dijî tirkan eşkere kiriye*..



-koleyên bavê wî hebûne, bavê wî gelek zalim bûye û gelek tehde li koleyên xwe kirine, tê gotin ku koleyên bavê wî tevdîra kuştina bavê wî jî kirine..



-pişeya wî ya rastî endazariyê ye lê pişeya xwe bêtir salekê berdewam kirye û dûre dev jê berdaye



-rojekî, di helbestekê de rexne li çarî tîne, şev nîvê şevê ji hêla leşkeran ve tê berdestkirin, mehkeme dibe û biryara kuştinê ya bi guleyan tê girtin, tê gotin ku ev bûyer heyama herî kirîtîk ya dostoyevskî bûye. ew ligel çend kesan li ber meydanekê bo gulebaranê amade dibin, dosto di koma duyê de ye lê tam dengê borozanê yê îşareta kuştinê tê dayîn ku siwarek tê û fermana çarî dixwîne, çar wan dibexşîne û ji mirinê jî bi vî rengî xelas dibin..



-îdama wî betal dibe lê cara pêşî jê re çar sal cezaya mehkumiya bêrikiyê tê dayîn dûre jî 6 sal cezaya leşkeriya bi zorê... ji van cezayan balkêştir çûyîna wî ya bajarên wekî moskova saint petersburgê jê re qedexe dibe..



-piştî ku ji mişextiyê vedigere romana xwe ya bi navê bîranînên ji mala miriyan dinivîse, dibêjin ku dema romana ha derdikeve bandoreke gelek mezin li ser civata rûsan çêdike, çar bixwe jî vê romanê bi kelogirî dixwîne. tê gotin ku çar ji ber vê romanê koletiyê radike..



-dostoyevskî her çend di welatê xwe de berniyas be jî wan deman di awropayê de nayê nasîn, beravajiya nivîskarên rûsî yên heyama wî, qet nivîskarên awropayê wî nas nakin, dibêjin bi tenê bankaciyên awropayê wî nas dikin ew jî ji bela deynên wî..



-romana xwe ya navdar a bi navê qumarbazê di 29 rojan de nivîsiye, ew jî ji bela ku pereya telîfê pêşî girtiye, dema 29 roj dimîne roja teslîmkirina tekstên romanê, çarneçar rûdine û di 29 rojan de dinivîse..



-ji bo ku romana xwe ya qubarmazê karibe di 29 rojan de biqedine, ji xwe re sekretereke jin peyda dike, jixwe dibêjin li pey wê sekreterê jiyana dostoyevskî diguhere, dil dikeve wê û pê re dizewice. dûre jiyana wî baş dibe, jiyana xwe rêkûpêk dike. jina wî jî gelek dilsoz bûye, piştî mirina dostoyî, bîranînên wî kiriye kitêb..





09.01.2016 20:42 ~21:58 | ferhenga şikestî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» fyodor dostoyevskî
» dostoyevskî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî