Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
game of thrones

game of thrones

35. xwedeyo! em kî hez kirin, ew hat kuştin.



(bnr: *spoiler**spoiler**spoiler**spoiler**spoiler*)

tiştê nemayî hat serê malbata stark.

ned stark û robb stark; em wan hez kirin lê jon snowê reben! martîno, mala te avayo!



lê divê em heqê wî bidin, li hemberî wî sê guremêr, * stûşkestno yên lannisterê bav ji aliyê layê xwe yê tyrion lannister hat kuştin û joffrey baratheonê pîç jî tyrellê dapîr û baleshê xayîn ve hat jehr kirin. çûkên berz heqê me li cem cercei lannistera bênamûs nehiştin, ew çi kefaret bû law min ez fedî kir. boltonê pîç î sadîst û pîskopat theon greyjoy kir kuçikê xwe ya rastîn û dilê me rehet kir, li ser wê tew piştî demek êdî dilê me pê şewitî.



anuha ma mîzgîna mirinên boltonê bav û pîçê wî, Alliser Thorneê çavqûnde, jina porsor î qehpika xwedayê ronahiyê û cerceiê. erê heger min ew naskir, cercei, ewê devê wan zilamên xwedayên heftan birî ewê wan mîna gêrîkên bin niga bieciqîne. piştî heyfa xwe ya derewîn hildê, ew jî bê kuştin ewê baş bibe. yan na sansa starkê bin destê boltonê sadîst, êşkenceyên zêdetir ji destê wê bibîne. ji xwe ew û theon xwe ji bircê avêt. hêviya min ji senarîstan sax dernekevin. tiştên nedîtî û nebihîstî hat serên wan. erê theonê xayin heq kir lê sansa jî ne li gorî serdema wê çîrokê ye. hîn jî safik e. îmana min jê çû.



berî bimire ew şeytana porsorê alî jon kir, kir. an na nizanim wê jon ji wan derbeyan çawa bifilite. khaleesiya min a delal jî, çu ser drogon û ez dibêjim çûn li ser khalasar. ji xwe khalasariyan wê surgin kiribûn. wê çawa be. mere nikare bêje, tiştekî nayê serê wê. (hela piştî sehneya kuştina jonê ti carî fikrekî wanî naye bîra mere.) lê dibe ku piştî serkeftinên wê ya li kendava xulaman wê teqîp bikin.



arya starka min a şêrîn! te çer kir berxika min! anuha bi kwîrî tu kêfxweştir e ma! wê jî hel bibe, lê ez dibêjim heta dawiya sezona 6an em wê wekî berê nikarin bibînin.



vê sezonê bran rê nedan û ev nêzîkî du sezon e jî rickon wendabû çû bi wê jinaka kovî. çi difikirin ev nivîskar û senarîstan nizanim! ka hela!

(bnr: *spoiler**spoiler**spoiler**spoiler**spoiler*)



23.01.2016 04:04 ~04:07 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» game night

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî