Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


33 mijar û 52 peyam
wergera kurdî ya androîdê

wergera kurdî ya androîdê

1. dikariya bibe yek ji projeyên nû yên tirşikê lê mixabin vê gavê pêkan xuya nake.

ev çend roj in ji bo vê yekê lêkolînê dikim. bi qasê min jê fêhm kiriye, wergera androîdê ne karek serbixwe ye. bi googlê ve girêdayî ye. loma heta ku google neyê wergerandin, wê abdroîd jî neyê wergerandin. encax hemû xizmetên googlê (gmail, maps, androîd, chrome, drive, youtube û hwd.) bi hev re dikarin wergerandin.

me got temam baş e, nexwe em hemûyan wergerînin, lê mixabin google piştgirî nade vê yekê jî. google dema bixwaze tiştek were wergerandin, mirovek dixe îş û li wî/wê dide wergerandin.

min duh peyam ji navenda wan re şandibû û îro kesekê ji îrlandayê telefonî min kir;

wî got : -vê gavê wergera kurdî ya googlê tune ye.

min got : -em dixwazin bikin.

wî got : hûn nikarin bixwazin, divê google bixwaze. û ger bixwaze jî wê bêguman xwe bigihîne hinekan û li wan bide wergerandin. dema google bixwaze xizmetê bide zimanekê, mirovek ku wî zimanî dizane digire û êdî ew kes tenê ji bo googlê dixebite û vêgavê daxwazeke wisa ya googleê tune.

min got : çima naxwaze?

wî got : îhtîmalek mezin ji ber ku kurdî zêde nayê bikaranîn.

min got : nexwe hûn dîsa jî daxwaza me ragihînin kesên berpirsiyar û ji wan re bêjin em amade û dilxwaz in ku hemxw xizmetên googlê wergerînin kurdî.

wî got : temam ez ê ragihînimû telefona we qeyd bikim.



lê mixabin ez bawer nakim tiştek erênî jê derkeve. bi rastî jî kurdî di înternetê de gelek kêm tê bikaranîn û loma bala googleê nakişîne. google bi 70 zimanan xizmet dike. ev tê wateyê ku kurdî ne bi qasê yek ji van zimanan populer e.

di mîhengên google chromeê de, di eyarên pêşketî de mirov dikare zimanê googlê bike kurdî. (navrûya chromeê nabe kurdî lê qet nebe google zane ev chrome ji aliyê kesek kurd ve tê bikaranîn) encax gelek bi sed hezaran kurd vê mîhengê bikin, dikarin bala googlê bikişîne.



bi kurtî û kurdî, ji kerema xwe re hûn hemû zimanê chrome'a xwe bikin kurdî û wisa bikevin înternetê. an jî bi firefoxa kurdî bikevin înternetê. ew jî çêdibe. ji ber ku geroka we çi be jî, malperek (weke mînak tirşik jî) dikare hîn bibe ka zimanê geroka we çi ye.

weke mînak %85ê bikarhênerên ku dikevin turkcekurtcesozluk.comê, geroka wan bi tirkî ye. yên din bi zimanên din e û jixwe di lîsteyê de kurdî tune.





zehmet e ku ev rastî biguhere û bala googlê bikişîne. weke din encax ger kurdistana başûr serî li googleê bide an jî rêxistinek cîdî ya kurdên bakur serî li googleê bide, nêrîna googleê dikare biguhere.



gelo em xwe bigihînin rayedarên kurdistana başûr û parlamenterên hdpê?



08.03.2016 16:44 ~16:45 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
tehdîdên kurdî [1]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
babetna - khosha hawraman

...
îy yo hee [2]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
belki ev jî bala te bikişînin
» wergera hevokên kurmancî û soranî
» kurdîka

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî