Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


45 mijar û 87 peyam
eskerê boyîk

eskerê boyîk

1. Eskerê Boyîk 31-ê Tebaxê, sala 1941 ê, li gundê Qundaxsazê, komara Ermenistana Sovyêt ji dayîk bûye. Qundaxsaz dikeve bakûra çîyayê Elegez.Qundaxsazîya bi germî ziman, folklor û kevneşopîyên xwe diparastin û rehên berhemên Esker digihîjne wan çavkanîyan.Eskerê Boyîk bi xwendina xwe, bi pêşê xwe pisporê aborîyê ye.Wî salên dirêj li înstîtûteke zanîyarîyê kar dikir û serokê beşeke giring bû. Gelek berhemên wî yên zanîyarîya aborî di kovarên zanîyarî û wek broşur, bi zimanên ermenî û rûsî çap bûne.

Lê Eskerê Boyîk berî gişkî nivîskar e; pêşewitîyê ziman û çanda kurdî. 50 salî zêdetir e, wekî ew bê westan dinvîse, berhemên wî di weşanên kurdî û yên bi gelek zimanan mayî de tên belav kirin.

Yekemîn dîwana şiîrên wî, ‘Şiverê’ sala 1966 an çap dibe. Dû re Esker gelek pirtûkên şiîra, çîroka, romana, pîyêsa û lêkolîna çap dike û cîhê xwe yê hêja di wêjeya kurdî de digre. Berhemên wî li Yekîtîya Sovyêt (Ermenistan), Swed, Almanîya, Tûrkîya û Başûra Kurdistanê çap bûne. Ev êdî naskirina netewî ye.



“Sinco qîza xwe dide mêr”

Bi bawerîya min ew bûyara şanoya kurdên Yekîtîya Sovyêt, ya here berbiçav bû. Berî hevberdana Yekîtîya Sovyêt du şanoyên kurdên sovyêt, yên gelerî hebûn; yek li Gurcistanê, li bajarê Tbîlîsî, ya mayî jî li Ermenistanê, li gundê Elegezê. Herdu şanoya jî komêdîya ‘Sinco qîza xwe dide mêr’ dilîst. Komêdîya ‘Sinco qîza xwe dide mêr’ kêm û kurtîyên civaka kurda danîn ber çavan û dîyalôgên wê, yên tûj û sade, nav xelkê de dihatin gotin, bibûn beşekî folklorê.

Bi seda gotarên Eskerê Boyîk di ronjama ‘Rîya Teze’ de çap bûne û bi beşa kurdî, ya radîyoya Yêrêvanê hatine belav kirn. Piranîya gotarên wî pirsgirêkên civaka kurdan û çanda wan dianîn ber çavan. Gelek berhemên wî usan jî di mediya kurdî, ya dervayî Yekîtîya Sovyêt hatine belav kirin.

Eskerê Boyîk li Almanîya, bajarê Oldenburg bi cîh bû. Nav van salên qurbetîye de wî gelek berhemên nû, yên hêja gihandine ber destê xwendevanên kurd. Esker usan jî bi zanebûnên xweye kûr û ezmûna dewlemend xizmeteke civakîye hêja dike, bi taybetî li ‘Mala Êzdîyan’ ya bajarê Oldenburg ê.



30.08.2013 15:42 | felat

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
belki ev jî bala te bikişînin
» eskerên hisa

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî