Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
the fountain

the fountain

1. fîlmekedaren aronofsky ye ku 2006an de hatîye kîşandin.

gelek fîlmên ku min ji ser 100ê 100 pûan dayîn, hene. lê ger bê pirsîn, fîlma ku te herî zêde hezkiriye kîjan e? ez ê bibêjim the fountain.

berî behskirina naveroka fîlmê ez dixwazim vê bêjim, dema ku min fîlmê temaşe dikir min him digot qey ez konserekê de me, him digot qey li fezayê an jî nava hûcreyekê de me. mûzîkên fîlmê ewqas xweş in ku mirov dikişîne nav fîlmê. dîmenên fîlmê de ewqas spehî ne ku weke tabloyekê ne.



fîlm ji ew fîlmên ku herkes li gorî xwe fêhm dike, li gorî xwe encam jê derdixîne, ye. dema fîlm tê bîra min bêyî ku senaryoya wê bê bîra min têgehên evîn, mirin, bêdawîtî û qeder û aramî tên bîra min. fîlmê de hevoka "mirin riyek e ji bo qebûlkirinê" (death is the road to awe) ku gelek caran tê dubarekirin, êdî ber bi dawiya fîlmê, qederê û mirinê li me dide qebûlkirin û ji bo mirineke bi aramî me amade dike.

ji vir pê ve belkî spoilerbe.





------spoiler------

fîlmê de çîroka evîna zilamek bi 3 çîrokên cuda tê hûnandin ku her yekî di demeke cuda de diqewime. yek li paşerojek dûr, yek îro û yek jî li pêşeroja dûr, tê jiyîn. lê dawiya her sê çîrokan jî dawiya dawîn heman peyamê dide mirov.

zilamê paşerojê ku li pey avjînê ye, zilamê îroyîn ku li pey dermaneke ku kanserê xelas bike û zilamê pêşerojê ku hewl dide evîndara xwe ya mirî bigihîne stêran hewldana gihiştina bêdawîtiyê didin lê dawiya de weke gotina ku fîlmê de her tim dubare dike "mirin riyek e ji bo qebûlkirinê", qedera xwe û fanîbûna û dawiya dawîn mirinê qebûl dikin.

loma ev fîlm ayeta "her zînde wê mirinê nas bike" ttîne bîra mirov.

------spoiler------



jixwe me behsa mukemmelbûna deng û dîmenên fîlmê kiribû. lê ji aliyê teknîka sînemayê ve jî sê sahne bala min gelekî kişandin.

1- sahneya ku bi dengê çivîkan dest pê dike, ronahî diguhere û kamera ji dîmenê dûr dibe û dawiyê de tê dîtin ku dîmena em dibînin ne dîmenek zindî lê tenê wêneyek e. yanî derhêner îspat dike ku bi alîkariya ronahî û dengan derhêner dikare jiyan bide wêneyekê jî.



2- sahneya ku dîmen hêdî hêdî ji mûyên ser laşê jinikê derbasî mûyên darê dibe. jixwe li gorî zilam dar, giyana jina wî dihewîne. ev bawerî û dîmen gelekî li hev tên.



3- sahneya ku zilam aqlê wî bi hezaran tiştan mijûl e, derketiye derve û bi lez û bez dimeşe ku here cihekê. demên wisa te, dema serê mirov zêde tevlîhev be laşê mirov dimîne lê hişê mirov diçe cihên gelekî dûr û têkiliya wî eslê xwe de ji dinyayê tê bîrin. vê sahneyê de jî sahne bêdeng destpê dike, tenê dengên lingên zilam tên bihîstin, piştî ku erebeyek hindik bimîne lê bide û bi qorneya erebeya hişê zilam tê serê wî û vedigere dinyayê, hê nû derhêner dengên hawirdor dixe fîlmê de û em jî weke zilam vedigerin dinyayê.



derbarê fîlmê de tiştekî seyr jî ew e ku kişandina sahneyên fezayê de efektên giranbûha nehatine bikaranîn. ji bo kişandina van sahneyan derhêner avek amade kiriye ku cûr be cûr materyalan, donê zarokan û hwd. êxistiye tê de û paşê bi kamera-mikroskopek ku dikare 500.000 caran dîmenê mezin bike, tevgerên nav avî de qeyd kiriye û dîmenên fezayê bi vî awayî bi dest xistiye.



derhênerê fîlmê her wiha derhênerê fîlma requiem for a dream e. weke hûn dizanin mûzîka vê fîlmê jî gelekî xweş e.



derbarê vê fîlmê de hê gelek tişt dikarin werin gotin lê aniha evqas ji min tê, belkî dûre...



30.08.2013 19:40 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» the book of men

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî