Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
qebehetên zaroktiya tirşikvanan

qebehetên zaroktiya tirşikvanan

10. qebehetên ku li gorî fikra kesan, dibe ku qencî bin jî.

qebhet an jî qenciyek biçûk:

weke mînak dema em biçûk bûn, di pêvajoyeke hilbijartinan de otobusa biçûk ya partiya dyp ji bo propangandayê ketibû nav taxa me.(mêrsîn) jixwe ji ber tirsa xwe, bi lez û bez diçûn. lê dîsa jî me keviran avêtinê û camên wê şikandin. otobus sekinî û dan pê me, lê nekarîn xwe bigihînin me.



qebhet an jî xweparastinek mezin:

rojekê ez û hevalekî min em bi yek bisîkletê çûbûn sûka mêrsînê. havîn bû, me digot belkî em ji xwe re karek bibînin û vê havînê weke şagirt bixebitin û hinek pere qezenc bikin. em dikan dikan digeriyan. lê me tu kar peyda nekir. em ketin ser riya vegerê. ku wê demê sûk ji taxa me gêlek dûr xuya dikir loma heçko em li xeribiyê bûn. neyse. di riya vegerê de hê em ji mal gelekî dûr, me dît ku kurikek ji me mezintir bi bîsîkleta xwe ya pêşbaziyê tim li pey me ye. em tirsiyan û me lezand. lê kurik dev ji me bernedida. her ku em nêzikî taxa xwe dibûn, tirsa me mezintir dibû. dema em hatin têketina taxa xwe, me bîsîklet sekinand û ma li benda kurik. hat. me jê pirsê ka çima me dişopîne, got polîsan ez şandime. ez ê mala we hîn bibim û ji wan re bêjim. ûrê me qetiya. em li bîsîkleta xwe siwar bûn û me bazda. lê bîsîkleta kurik mezin û yê pêşbaziyê bû (ew ê tekerên wan zirav) û em d kes bûn. min diajot, hevalê min li ser mîlên tekerê paşiyê, piya bû.

em li ber malekê sekinîn û em ketin hewşa wê. da ku kurik bêje qey ew mala me ye. kurik di kuçeyê de digeriya û çavdêriyê dikir. dema piçek ji me dûr ket, hema me xwe avêt derve, li bîsîkletê siwar bûn û baz da. kurik dema em dîtin, berê xwe zivirand û da pê me.

em nêzikî vîrajekê bûn. min xwest ez leza xwe kêm bikim ku bikarin vîrajê bistînim lê hevalê min yê ku li paşê min siwar bû, got qet leza xwe kêm neke ez rê dibînim; bajo!

min leza xwe hê zêdetir kir û ketim vîrajê. min vîrajê derbas kir. kurik jî eyn mîna me kir lê dema ku ket vîrajê, erebeyek ji aliyê din ve hat û li kurik qelibî. bi sehkirina dengê qezayê, me wêrî ku em li paş xwe binêrin. tişta min dît, kurik li erdê bû û tekerê bîsikleta wî bûbû mîna jimara 8ê.

em qet nesekinîn. min zûzûka, hevalê xwe hişt mala wî û ez jî hatim mala xwe.

ji tirsa, wê rojê em qet derneketin ber camê an jî balkonê.

ûrê me qetiyabû. me digot welleh bawerke me polîsek kuşt. min qet nezanî ka çi bi wî kurikî hat.



01.04.2016 13:27 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» qebehetên zaroktiya tirşikvanan

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî