16. teoriya werarê an geşedanê an jî peresînê. bi qasî ku min peyamên hin hevalan dîtin têgihştim ku teoriya geşedanê an xelet têgihîştine an jî qet tênegihîştine. Di serî de dikarim bibêjim ku ev teorî xwe dispêre qanûnên matematêkê, yanî zanyar ji şopên vê teoriyê pêşî di kûrahiya demê û di qanûnên fizîkê û matematîkê de hay bûn. herwekî yek jê ev e: "di bêserûberiya gerdûnê û di ezeliyet û ebediyeta demê de eger îhtîmala çêbûna tiştekî hebe wê ew tişt muheqqeq çêbe" çima? Ji ber ku gerdûn meydana cerbên îhtîmalan e. Yanî teorî ne tenê ji bo candaran ji bo her tiştî li kar e erê ji her tiştê ku heye û wê her tiştê ku çêbe... ev teorî di felsefeyê de jî xwe dispêre felsefeya hegel. tez-antîtez-sentez... peyre teoriyên weke "jîndar bi peresînê çêdibin" derketine holê zanyar jî dest bi berhevkirina delîlan kirine û bi sedan arguman û delîl dîtine jî. ecêba xwedê heya niha bi hezaran arguman dîtine jî lê hêjî hin kes derdikevin îdîayên dûrî-aqil bi lêv dikin. Qala formên navber filan dikin lê di rastiyê de bi hezaran formên navgîn hatine dîtin lê mirov nikare hemûyan bibîne ji ber ku jixwe dîtina her fosîlek mûcîze lewra her tişt nabe fosîl. Kêm tişt gava şert û merc pêkan bin dibin fosîl ha ew kêm tişt weke bi hezaran fosîl heya îro hatine. |
|
05.04.2016 00:17 ~2019.12.02 19:12 |
ceso
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4] |