Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
aort

aort

1. kul û derdê gumgumok bû.



aort demara sereke ya laşê mirov e ku xwînê ji qelbê distîne û belavî laşê mirov dike. ev demar rasterast ji dil derdikeve. stûrahiya wê bi qasê 3 cm e. yanî ji qasê boriyên avê yên li mala we jî stûrtir e.

li gorî cihê wê navê wê diguhere. yeko yeko navê wê wisa dibe: aorta berbijêr, arka aortayê(cihê ku vîrajê dike), descending aorta (ev jî di nav xwe de weke torasîk aorta(di nav sing de, jora dîaframê) û abdomînal aorta(di zik de, binê dîaframê) dibe du beş)



ji despêka xwe pê ve, aort gelek şaxan dide û ev şaxên wê navên nû distînin û diçin xwînê li organan belav dikin. her ku aort şaxên xwe dide, ziravtir dibe. heta ku digihe hinekî binê navikê zikê mirov êdî ji nîvê xwe dibe du beş. êdî aorta xelas dibe û artera îlîak ya rast û çepê destpê dike. ev her du arterên îlîak jî her ku şaxan didin, zirav dibin û dikevin nav lingên mirov û heta ku ji ziravbûnê tune bibin.



nexweşiyên aortê kujer in. du heb yên sereke û berbilav ev in;

- dîseksîyona aortê (dîwaraa aortê dibe di beş (na kun nabe) û xwîn dikeve vê derzê. dikare di demek kurt de nexweş bikuje.)

- anevrîzmaya aortê (li dereke zeîf ya aortê mîna balonek/pivdankek bûna wê. her deqe îhtîmal heye ku ew dera ku bûye mîna balonek, biteqe. ger biteqe dikare di nava deqeyan de nexweş bikuje.)



08.04.2016 23:59 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» aort

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî