Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
lembaya trafikê

lembaya trafikê

1. ji bo ku trafîk bêproblem û bi lez biherike, sîstemek gelek serkeftî û pêwist e.

ji hebûna wan zêdetir pêwistî bi rêzgirtina ji bo wan jî heye. divê mirov li gorî qeydeyên van lembayan tev bigerin da ku ew bigihin armanca xwe.

di zarok tv'yê de stranek li ser vê meseleyê jî heye.

"lembaya sor raweste, lembaya zer baldar be, lembaya kesk derbas be" fîlan. (di vê navberê de li ser hev gotina van gotinan jî ne hêsan e ha. mîna zûgotinokekî ye. lê keçikek biçûk gelek serkeftî dibêje vê stranê)



niha ez ê agahiyek bidim we ku bejna we pê dirêj bibe; dema lembaya zer bi tenê vêxistî be; wateya wê ew e ku wê piştî wê lembaya sor vêkeve. lê ger lembaya zer û sor bi hev re vêxistî bin, wê demê wê piştî 1-2 saniyeyan ya kesk vêkeve. carina li gorî vê qaydeyê mirov leza xwe kêm an jî zêde dike. loma girîng e. (bnr: tiştên ku dema mirov hîn bibe bejin lê dirêj dibe)



ev sîstema cara ewil li londrayê, di sala 1868an de hatiye bikaranîn û îcatkirin. tabî wê demê lemba ne yên elektrîkî bûn lê belê lembayên neftê bûn. ji aliyê polîsek ve dihat kontrolkirin. lê piştî bi qasê mehekê, lemba diteqe û ew polîs birîndar dibe an jî li gorî hinek çavkaniyan dimire.

lembaya mîna îroyîn ya elektrîkî û otomatîk, cara ewil li amerîkayê di salên 1890î de hatiye bikaranîn. li tirkiyê jî cara ewil di sala 1929an de li stenbolê hatiye avakirin.



mixabin gelek ajoker li welatê me zêde guhê xwe nadin van lembayan û dibin sedema qeza û mirinan. ya rastî, guhdana van lembayan zêde qextê mirov nastîne û gelek caran pêşî li qezayan digire. loma ez gelek hurmetê didim wan. rê virt û vala be jî di lembaya sor de dimînim li benda ya kesk. ji aliyê din ve dema ji bere xeletiyeke trafîkê ceza distînim û sed-milyonan didim dewleta faşîst, dîn dibim. sedemek jî ev e welle.



18.04.2016 16:56 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» lembaya trafikê

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî