Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
17.04.2016 civîna nivîskarên tirşikê a li stenbolê

17.04.2016 civîna nivîskarên tirşikê a li stenbolê

126. civîna ku ez tê de ewqasî şitexilîm tiştekî nenivîsim dê pêşî ferhenga şikestî piştre yên din min afaroz bikin *. civîn ji bo min zehf xweş derbas bû. min heval nas kirin û min gelek sûd ji civîne girt. heval tev dilgerm bûn, kêfxweş bûn. weke ku ferhenga şikestî li jor gotiye mijareke zelal nebû. gelek mijar vebûn û li ser wan nîqaş çêbûn. bi saya ferhenga şikestî û gulê me bi magazîna tirşikê dest pê kir. kî birayê kê ye kî li kû dimêne kî jev hez dikin kî çi dixwe û hwd. me fehm kir ku ji her teqlîdê kurdan hinek di tirşikê de cihê xwe digirin. ya dî em li ser avakirina tirşikê axivîn. ez ji vir silavan ji wan kesên pîroz re dişînim ku bi rastî gelek keda wan heye. destê wan dilê wan sax be. em hinekî li ser mijarên tirşikê sekinîn me qerar da ku divê ji xeynî sîyasetê tiştên cuda jî werin nivîsandin weke (bnr: çend cureyên morîyan hene) . divê mirov li çi bigere bibîne. me qala qurretiya kurdan kir behtir ya nivîskar û helbestvanan. ferhenga şikestî go divê heta karibin bi berhemên xwe qurretiyê bikin û kurd hemû jî bila qurre bin dev ji belengaziyê berdin. hozan serhat quşxanelî û mevanê wan ji bo civînê ji sakaryayê hatibûn zehf kêfa min hat. civata wan jî xweş bû lê serê wan bi faşîstan re ketiye belayê xwede alî wan bike. me qala edebiyata kurdî gelekî kir ferhenga şikestî gelek pirtûk peşniyar kirin ji xwe camêro ji pirtûkan dişitexilî * . di dawiyê de civîneke xweş bû dilê we sax be.

not: bi xêra xwe cihê bavê we qurçika cinetê be dema ku hûn ketin tirşikê de pê'l reklamokan bikin bila hinekî vebin



18.04.2016 17:14 ~17:20 | gêjê

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» 17.04.2016 civîna nivîskarên tirşikê a li stenbolê
» civîna tirşikvanan ya li selmê
» nivîskarên ku niha online in
» tirşikê de îhtimala xwandina peyamên taybet

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî