Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
pedagojîya kurdî

pedagojîya kurdî

4.



Li Swêdê “Navenda Pedagojîya Kurdî – Kurdiska Pedagogisk Centrum”



lokman polat - gulîstana Çîrokan


Çawa ku di hêla ziman, çand û edebiyata kurdî de kurdên li Swêdê serî dikşînin, herweha di hêla afirandina pirtûkên perwerdeyê yên bi kurdî de jî mamosteyên kurd yên li Swêd pêşkêşiya kar û xebata perwerdeyê jî pêk tînin.



Li Swêdê bi nave “Navenda Pedagojîya Kurdî – Kurdiska Pedagogisk Centrum” weşanxaneyeke kurdî nû hatiye damezrandin. Ev weşanxane dê bi giranî pirtûkên perwerdeyê yên pedagojîk biweşîne. Damezrevanê wê B. Welatevîn e û ew bi xwe mamosteyê beşa kurdî ye. Li dibistana Stockholmê bi kurdî ders dide zarokên kurdan.



Navenda pedagojîya kurdî 4 pirtûkên ji bo perwerdeya zarokên kurd bi kurdî weşandiye. Ev herçar pirtûk ji bo perwerdeya zarokan gelek giranbiha ne. Pirtûkên ku niha li Swêdê bi kurdî têne amadekirin, di esasê xwe de ji bo pêşerojê, anku ji bo perwerdeya zarokên kurd yên li welêt bingehên gelek baş in. Niha li hinek bajarên Kurdistana bakur dibîstanên taybetî yên ji bo qursa zimanên kurdî hatine damezrandin. Ev pirtûkên li Swêdê ji bo xwendevan û mamosteyên wan qursên zimên jî pêwîstin û materyalên baş in ku ji bo perwerdeya qursa ziman bêne bikaranîn.



Ev herçar pirtûkên “Navenda pedagojîya kurdî” li gor zanîna pedagojîyê û metoda perwerdeyê hatine amadekirin. Ez ê bi kurtî herçar pirtûkan bi xwendevanên kurd bidim danasînê.



1 – BALÎNDE (TEYR Û ÇÛK)



Ev pirtûka perwerdeyê 40 rûpel e. Bergên wê bi wêneyên xweşik hatine çêkirin. Naveroka pirtûkê li ser teyr û çûkan e. Wêneyên rengîn yên gelek cureyên çûk û teyran di pirtûkê de hene. Di gel wêneya rengîn, wêneyên reşûspî yên teyr û çûkan hene ku zarok wan wêneyên li gore hezkirina xwe bi rengîn bikin. Di vê pirtûka perwerdeyê de digel gelek tiştên din, sê xaçepirsên balkêş hene ku bala zarokan bikşîne ser xwe. Di pirtûkê de metoda “bixwîne, lê bigere û binivîse” gelek baş hatiye amadekirin.



2 – AJELÊN (HEYWANÊN KEDÎ)



Ev pirtûk jî bi metoda “bixwîne, binivîse û birengîne” hatiye amade kirin. Di pirtûkê de behsa gelek cure heywanên kedî tê kirin. Herwekî; hesp, kevok, kuçik, ker, beraz, mirîşk, pisîk, bizin, dîk û hwd.



Ev pirtûka pedagojîk ya perwerdeyê ji bo hersê sinifên pêşîn (1, 2, 3) hatine amadekirin. Ji bo ku zarok heywanan nas bikin. Di destpêka pirtûkê de ji bo mamosteyan bi sernavê “Metoda Xebatê” beşek heye ku dive hemû mamosteyên dersa kurdî vê metodê bixwînin.



3 – AJELÊN (HEYWANÊN KOVÎ)



Di vê pirtûkê de jî behsa heywanên kovî tê kirin û zarok bi saya vê pirtûkê gelek heywanên kovî dinasin. Herwekî; şêr, piling, xezal, rovî, jûjî, kûsî, mişk, meymûn, gakûvî û hwd.



Di pirtûkê de wêneyên rengîn û yên reşûspî ji bo zarok birengînin hene.



4 – GULÎSTANA ÇÎROKAN



Ev pirtûka çaran ya weşanxana “Navenda pedagojîya kurdî” ye. Ev pirtûk bi gelek xisûsiyetên xwe pirtûkeke giranbiha ye. Berga pirtûkê gelek xweşik hatiye amade kirin, wêneya bergê rengîn e û nave pirtûkê jî wisa xweş e ku ne tenê bala zarokan dikşîne, herweha bala mezinan jî dikşîne. Bi taybetî yên ku ji xwendina çîrokan hez dikin, çi biçûk û çi mezin, dema vê pirtûkê bibînin, dê miheqeq bikirin û bixwînin.



Pirtûka “Gulîstana Çîrokan” 78 rûpel e. Di pirtûkê de 57 kurteçîrok û fablên bi kurdî hene. Mamoste B. Welatevîn hemû çîrok û fablên ku di pirtûkê de ne ji swêdî wergerandîye kurdî. Gelekên wan fabl û çîrokên anonîm yên gelêrî ne. Ji edebiyata kurdî, swêdî, norveçî, fînî, qirgizî, ermenî, rusî û grekî jî çîrok hene. Çar, pênc çîrok du rûpel û yên din hemû yek rûpeleke ne. Li serîya her çîrokê wêneyeke heye. Tevahîya çîrok û fablan di derbarê heywanan de ne. Lê, naveroka wan ji bo însanan bi şîretên giranbiha hatine pêkanîn.



Wergêrê pirtûkê mamoste B. Welatevîn ji bo dersa perwerdeya zarokan metoda pêkanîna xebatê jî amade kiriye. Ew pêşniyaz dike ku, dive mamoste/a bi dengê bilind çîrokê ji zarokan re bixwîne. Şagirt jî wî/wê teqîb bikin. Li ser naveroka çîrokê bihizirin, bêjeyên ku nizanin di deftera xwe de binivîsin û herweha gelek pêşniyazên din hene ku dersa perwerdeyê hêsan dike û zarok fêr dibin.



Herçar pirtûkên pedagojîk yên ji bo perwerdeya zarokên kurd, hêjane ku ji alî hemû mamosteyên dersên zimanê kurdî li dibîstanan û li welêt jî li qursên zimanê kurdî bêne xwendin. Amadekar û wergêrê pirtûkan berê jî bi nave “Pîvok” pirtûkeke dersa zimanê kurdî amade kiribû. Ew pirtûk li tevahiya bajarên swêdê ji alî mamosteyên kurd ve di dibîstanan de ji bo perwerdeya zarokên kurd tê xwendin.



Ez hêvîdarim ku hemû pirtûkên perwerdeyê yê ji bo zarokên kurd ku heta niha li Swêdê hatine weşandin, di pêşerojê de li welêt jî bêne weşandin û bigîşin destê zarokên kurd yên li welêt.







Çavkanî Çandname : Here lînkê



27.04.2016 11:33 ~11:41 | azad30

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» pedagojîya kurdî
» kurdîkirina twitterê

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî