4. mixabin ji aliyê hişmendiyek kevn û kor ve tê birêve birin.. heçî stranbêj û hunermendên bi serê ocalan sond nexwarîn nikarin di vê kanalê de bistirên.. wekê otobûsên partiyen siyasî yên di demên hilbijartinan de heta êvarî bilind apo, mezin apo, serok apo, rêberê gelê me.. tevî evqas potansiyela xwe ya gir û gewre eger mûzîka kurdî ya modern negihiştibe asta mûzîka neteweyên din yek jê sebebên vê yekê ev kanal û rêveberên vê kanalê ne.. li çar nikarên kurdistanê hema bêje ji her cure û celebên mûzîkê gelek hunermendên hêja û jêhatî hene ku xwe li ber çavên otorîteyên cîhanê yên mûzîkê peyitandine lê şûna stran û klîbên van hunermend û stranbêjan heta êvarî stran û klîbên amatorî yên alîgirên partiyê tên weşandin.. çi bêjim heyf! |
|
09.06.2013 16:24 |
endazer
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2] |
|
şêx seîd [2] |