Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
hêsirên graniyayê

hêsirên graniyayê

1. pirtûka çîrokan a zarokan a elizabeth a. nolan. ev nivîskara îrlandî ya wextê di dema şerê kendavêde bi penaberên kurd re eleqedar dibe, çîroka 500 rahîbeyan a kurdan dibihîse û ev çîrok li ser wê bandorekê dike. bi hewldaneke dûvdirêj pirtûkê dinivîse û pirtûk li kurdî û swêdî jî dide wergerandin. bi hêviyeke ji bo pirsgirêka penaberan a ewropayê ya îroyîn bibe dermanek danasîna wê tê kirin. ji bo wê yekê malpereke baş bi kurdî û îngilîzî hatiye amade kirin; Here lînkê



rohat alakom di bîrnebûnêde wiha gotiye:

Ev pirtûka bi wêne wisa xuya dibe bona zarokan hatiye nivîsîn. Lê belê kesekî 60 salî wek min pirtûk di carekê de bi kêfxweşî xwend. Careke din dîsa xwend. Divê mirovên hemû temenan (umir) vê pirtûkê bixwînin. Pirûka Elizabeth A Nolanê ji çend aliyan gelek balkêş e. Cara pêşîn berhemeke edebî têkiliyên kurd-îrlandî ji xwe re kiriye mijar. Dema rojekê dîroka têkiliyên van herdu gelan bê nivîsîn bêguman Hêstirên Graniayê wê xwe bide bîranîn.



danasîna wan;



Hêsirên Graniyayê çîrokeka evîndariyê ya du-kulturî (bi-cultural) ya li ser du rêberên xwedan hêzên wekhev e: cinekî Kurd ê wêrek yê bi navê Tijda û serrahîbeyeka xweşik a Îrlandî a bi navê Graniya ye. Gava civaka Graniayê ji bal pêşveketina orduya Romayiyan dikeve ber gefan Tijda û Graniya hevkariyekê avadikin ku di encamê de riya hebûna gele Kurd vedike. Di nav çîrokê de xwendevan pêrgiyê reqe-daketina (lierdêketina) 500 kilîmên (xalîçeyên) biefsûn, hêsirên xemgîn ên ku dikarin veguherin yaqûtên kefdayî û baxçeyekî mêweyan yê sihêrdar ku berê xwe yê pêştirîn ê henaran dide tê.



Jİ BO Çİ JI NÛ VE NIVÎSÎNA EFSANEYEKÊ ?



Hêsirên Graniayê, ya ku demekê efsaneyeka tarî û zordar a afirindiniyê ya Kurdan bû vediguhêre çîrokeka aştiyane ya pozîtîf bi peyamên giring ên li ser koçberiya mecbûrkirî, pirkulturîyê û wekhevîyê.



E. A. Nolanê efsaneya eslî ya li ser 500 Bakîreyan/Rahîbeyan di dema piştî Şerê Delavê (Şerê Xelîce) de gava di nav penaberên Kurd de kar dikir bihîst. Gava wê guh dayê, bala wê kêşa ku hemû qehremanên mêr sûcdar/gunehkar bûn û hemû qehremanên jin qurbanî bûn. Wek çîrokbêjeka bihewes wê meraq kir, gelo hemû dîmenên buyeran nedikarî ji perspektîfeka din bê dîtin. Ev bû destpêka Hêsirên Graniayê.



12.05.2016 13:53 ~14:02 | azadixwaz

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» hêsirên graniyayê

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî