Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
şikoyê hesen

şikoyê hesen

3. ''rojekê kevir li ber lingê min kêlimî,

çi qas rêwî, - got, - bi ser min de likumî,

ez pekandim, gulol kirim, anîm vir,

tu çi zanî, gelo sibehê tu yê li kî bî?''



çarînekî ji qalçîçekê yê şikoyê hesen.



şikoyê hesen, helbestvanê gewre ji kurdên qefqasyayê bû. li gundê camûşvana biçûkê yê herêma axbaranê ya ermenistanê, di 17ê pûşperê sala 1928an de zikê diya xwe terikandiye û di hembêza wê de bi cih bûye.



di van deman de, li herêma axbaranê de yanzdeh heb gundê kurdên êzidî hebûn. piraniya helbestvan, nivîskar û akademîsyenên kurd ên sovyetê jî ji van gundan derketine.



hêj pênç saliya xwe de bavê wî, hesenê mitto miriye û ev jî çûye cem apê xwe, sofî. di navbera salên 1948 - 1953an de li zanîngeha êrîvanê, peymangeha zanîstên rojhilatê de ziman û filolojiyê ermenkî, bi serkeftî qedandiye. helbestên ku di demên xwendekariyê de nivîsandiye; hem di rojnameya riya teze de hatine weşandin û hem jî di bernameya kurdî ya radyoya êrîvanê de hatine xwendin.



bi demeke dirêj mamostetiya ermenkî kiriye. pişt re di radyoya êrîvanê de weke weşînerê kurdî xebitiye û di zanîngeha lenîngradê, enstîtuya gelên afrika û asyayê de beşa kurdolojiyê qedandiye û sala 1965an de weke doktor mezûn bûye. sala 1961an de kitêba qalçîçek, sala 1965an de kitêba tembûrê kurdan û sala 1970an de jî kitêba meramê dilê kurd çap bûye. şikoyê hesen, sala 1976an de întihar kiriye û miriye. piştî saleke mirinê wî, kitêba helbestê yê çaremîn, perweza weten çap bûye. di sala 2008an de bi edîtoriya tosinê reşît ve ji weşanên avestayê antolojiya şi'irên wî çap bûye.



bi qewlê kawa nemir, şikoyê hesen, endamekî ''komela helbestvanên mirî'' ye.



(bnr: dead poets society)



19.06.2016 03:18 ~2016.06.20 00:09 | remlavêj

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» şikoyê hesen
» hesen zîrek

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî