Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 24 peyam
islamofobîkên ku ji dengê banga şerîf aciz dibin

islamofobîkên ku ji dengê banga şerîf aciz dibin

4. ji ber viya dengê meleyan/90947 ez ê çend gotinan bikim lê berî wê jî beredît dengê meleyan/90983 :

""divêt ji bo peyva 'zirezir'ê ev bête zanîn ku ez tenê wateya ewilî dizanîbûm:

zirezir -n. 1. mê, deng- 1. dengê zincîr û ristikan. 2. dengê zirêna keran. ferheng, kurdî-kurdî, kamêran botî, weşanên do

gelî xwişk û birayan*, wele ez wateya duyem nizanîbûm. ez li apartmanan mezin bûm û wekî tê zanîn zengilê van malan li her derî hene û ser hev du lêxistina wan jî heye ku hah ez peyva zirezirê ji bo vê rewşa dengê qelebalix dizanîbûm. berdin kerê, min hîn mirîşkekî sax neditiye ku gelo dengên vana di kurdî de çawa tê gotin, nizanim.
""

tew tew tew... çawa tirk ji hemû kurdan re dibêjin *terorîst, hinekî jî ji hemû rexne û tespîtên xelkê, etîketa îslamafobîkê dizeliqîne. lê berê vê benîştê bicû, divêt bêt zanîn ku ka hela ev têgih ji aliyê kê ve, kengî hatiye derxistin û pesandin û wateya wê çi ye û ji kê re tê gotin. kî, ji ber kîjan sedeman diwêre ka kesekî îslamafobîk e ya na. heger wêrekiya tawanbarkirinê di xwe de bibîne jî ew kes nikare bibêje "biceheme here derekî din". dê merivek were û jê siwal bike, "tu kurrê kî yî?".

li bin wê banga nimêjê, mizgeft jî tê de welat hat xera kirin û mêrikên îslamofil xwezî biçana û me wê wêrekiya wan ên tawanbarkirinê li ber mizgeftê jî dîtibuya.

erê xebera tirk(ên misilman) hene ji bo parastina dîne xwe li hemberî kemalîstan; heqê wan in misilman hindik nekişand ji derdê wan, lê belê kurd(ên misilman) bira zirreziran meke.* heger misilmanê wêrek kanîba dê dema bi topan xerakirina sûrê, zimandirêjiya li ser mala xwedê, wê rabûna ser nigan! (ha heger ew tirkmanc be, bira xwe xwe şa bike!) hesasiyeta tirk(ên misilman) ne ya kurd(ên misilman in)an e. gotinekê pêşiyên tirka heye, bi kurt û kurmancî vaya dibêje: bi kîrê xelkê mîz nayê kirin.

aliyê din, mizgeft perça bajaran in û gelek melayên ku dengên wan ne ya guhdarkirinê ne, bê krîtera "bilalê hebeşî" têne tayînkirin. ji çar aliyên bajêr bi hoparloran û bi navberên nîv deqeyê yan jî deqekî de dehan mela dixwîne! haya te ji kakofonî, bêharmonî, bêahngiyê heye? ev ne pirsgirêka xelkê ye, ev pirsgirêka ewan kesan e ku ji xwe re para misilmanên hesas hilbijartiye.

ha, tayînkirin? mela ji aliyê kê ve tê tayînkirin? dewlet! dewlet pereyên kerxaneyan, meyxaneyan û hwd. nastîne? distîne! ew mela meaşên/pereyên xwe ji ku distîne? erê!

di nav sîstema kapîtalîzmê de cihê îslamê çi ye? ha ev e! navên qanûnên xweda hene, lê nayê sepandîn, tu nikarî bisepîne û tu nikarî li benda rêzgirtineke bo melayên nabin nenuka bilalê hebeşî, bisekinî!

a dawî ev e: bira ew kesan ku bi wan zanyarî û edebên xwe yên kêm û beradayî zimanê xwe dirêjî ehlaqa/misilmaniya min û bavê min dikin û etîketa îslamofobîkî dizeliqînîn me, hay ji xwe hebîn! ev rê ne tu rê ye. bla bla bla.

ha xelk gengaz e îslamê û şêx û sofî û meleyan hez neke. ma çima, ha ji we re:

(bnr: hîzbullah)
hîzbuşşeytan!

edît.

edît2: min ne xwest rasterast xebera nivîskarek bikim, lê belê tablo gelek tirş xuya kiriye û min jê birî, hinekî guherî. ji ber vê gotinên nebaş ên heddê xwe derbas kiriye, li min biborin. divet bê zanîn ku mesele ne tenê tiştên ku li peyama ewîl hatiye gotin, sînorkirî ye. dema nivîskarek bi hest û ramanên xwe tevdigere û têgihek -erênî an jî neyînî- bikartîne, ne garantî ye ku xwînerên din jî ew têgiha bi hest û ramanên wê nivîskarê fêm bike. fêmkirin bêsînor e û hwd. ha malûmatfiroşî karê nivîskariya ferhengên înteraktîfê ye, ne hewcî ye ravekirinê.

edît3: "hay ji xwe hebin" jî, dêûbavên min ji bo wateya "xwe muqete be, dema tu tiştekî dikî du cara bifikirî û hwd" bikartînin. weke tehdît xuya kiriye/hatiye fêmkirin lê telkîn û pêşniyaz esil e. nizanim divêt hîn çi bibêjim.



21.06.2016 00:15 ~2017.12.17 00:21 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» islamofobîkên ku ji dengê banga şerîf aciz dibin
» dengê tembûra ku ji stranên berê yên ciwan haco dertê
» banga şivan perwer a li rêxistinên kurda
» şerîf mardîn
» acizkirina cinsî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî