Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
islamofobîkên ku ji dengê banga şerîf aciz dibin

islamofobîkên ku ji dengê banga şerîf aciz dibin

7. ''madem ku hûn ji şîarên îslamê acizin û heqeretê dikin bicehimin herin ji kurdîstana min''



ez ji şîarên îslamê eciz im lê nacehimin û naçim ji xaka dêûbavan ger hêza te destûr bide ji kerema xwe re tu were min derîne ji xaka min..



''willah billah tîllah em êdî rê nadin ku kemalîzmek kurdî dijî îslamê ji nav me kurda de rabe û heqeretê bike bawerîya me''



(bnr: mağdurum da mağdurum)

di nava îslamîstên tirkan de nexweşiyek heye; kî li dijî tevgerên bêbinyad û ehmeqane li ser navê îslamê dikin, derkeve cîhde wek kemalîzmê hetîket dikin û xwe cîhde mexdur dikin, ev bû 12 sal in desthilatdar in lê hê jî mexdur in bla bla bla..

nexweşiya heman rengî di nava kurdan de jî bi cîh bûye, kî xwe sekuler bibîne û jiyana xwe li dûrî ol û baweriyan dîzayn bike cîhde hetîketekê pê de dizeliqînin 'om noholon komolozm woro nov kordon'' he canim he, bi tenê tu wilo biaqil î newsa?

bi qasî ku mehda min ji kemalîstan dixele ewqas jî mehda min ji gur û çeqelên ku bo berjewendiyên xwe tiştên ne tişt li ser navê ol û baweriyan li ser xelkê ferz dikin û pê ve konfora qûna xwe rehettir dikin dixele. tu ferqan van her du celebên genî nîn e..



ez rojî nagirim û nimêj jî nakin, min heta aniha dizî nekiriye, destdirêjîya namûsa xelkê nekiriye, nebûma sebeba nanê xelkê, neheqî ji kesî re nekiriye, heta aniha gotineke ne xweş ji jinekê re negotiye û min tucar kesê tacîz nekiriye lê ez naxwazim şev nîvê şevê bênamûsekî qûnbigû ji bo pereyan daholekê bigire destê xwe û taq taq taq min ji xewa min bike, zaroyên ku radizên xewa wan xira bike û dûzena wan serobino bike û bi ser de jî dawiya vê mehê were ber derîyê min bi zorê pere ji min bixwaze, dema ez van tiştan dibêjim dibim kemalîst newsa aqilê malê?! belkî hêşê misilmanên nezan naxebite lê em bêjin, teknolojî bi pêş ket û va ye saet heye, alarm heye, tu bernameyekê saz dikî û bi wê bernameya sazkrî heta telefon te hişyar neke nasekine û pere jî nadî, em vê manteliteya seqet rexne dikin û lê tÊn dibêjin ' hon kofor on' yav he he..



ez jî carinan ji dengê minarayê eciz dibim, lê nabêjim bila qedexe be, qenebî bila yekî dengxweş bang bike, ihtîmaleke mezin, ku seh bikim, ezê ji dengê zengilê dêran jî eciz bibim, lê ezê nebêjim qedexe be, bes min eciz neke lê tu jî neyê tevlî ereqa xelkê nebe, madem rêz û hez dixwazî wêga neçe li kesên fitar nexe, camekanên dikanê wî neyêne xware, ma ji te re edet e ji min re qebhet e?



kurd nizanin pênaseya têgahan bikin, nexweşiya vê nezanînê jî ji tirkan sîparîş kirine, îslamofobî û tu têkiliya eciziya pênasa jor nîn e.

ha ya dawî, kurdistan warê min e, hem hez dikim hem jî naçin (te dît yekî gotibû bicehimin, kemalîst jî digotin yan hez bike yan bicehime, heqet kî ji bo kê gotibû hûn kemalîzmê tînin? ** )



21.06.2016 10:43 ~10:48 | ferhenga şikestî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» islamofobîkên ku ji dengê banga şerîf aciz dibin
» dengê dilê min
» banga xorta
» şerîfo hiş wê xelk me têxin hebsê
» acizî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî