Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
koma çiya

koma çiya

1. ji komên berê yên gelek serkeftî ye. berê di mûzîka kurdî de kom popûler bûn, wê demê gelek komên serkeftî derketin û albûmên gelek xweşik çêkirin. koma çiya jî yek ji van koman bû lê hetaniha di tirşikê de mijara wan çawa venebûye min fêhm nekir.



Li gorî agahiyên min peyda kirine, di sala 1991an de li enqerê ji aliyê çend xwendekarên beşa tipê û karkervan ve hatiye avakirin. avakirina xwe di komeleke meletîyan ya bi navê nermikan de, radigihînin. paşê di bin banê nçmê de dixebitin. Endamên komê yên wêdemê: Ali temel, celal ekin, beser şahîn, leyla civak, yekbun civak, şêx melik abdulbekir (Evdilmelek ŞêxBekir),zana faqînî, halit şahin û huseyin ildan.



albûmên wan;

rozerîn (1992) (ji kom mûzîkê)

Stranên tê de: rozerîn, hezîran, brûsk, şitla azadî, keç meyro, porê xerîba min, mizgîn, bûka kurda, hûr genimo, adirê ma, mazlum dogan, potporî



dîlana bêsînor (1998) (ji kom mûzîkê)

Stranên tê de: hêsîr im li zindanê, xwîşka zozan, xişe, berîtanê, gula min, deşta bismilê, keçika dersîmî, tolhildan, zavayê pîrane, masîdar, partîzan, zeriyên dilsoz, bes e, loylim





venamire (1999) (ji kom mûzîkê)

Stranên tê de: tu arekî, çûme besta, helebçe, elîfê, cana min, em der tên, hoy mermer, şervano, vay derê adirî, were dînê, kurd nişîn, toy toy, hêsîr im li zindanê





xêlî (2004) (ji kom mûzîkê)

Stranên tê de: Bagiye, Duzeke Xarpetyo, Ere Nasek, Fide, Ha Bilul, Hawreyan, Hemam, Karwanek, Nerm e, şehmîran, melul giyan, meyreme



di google playê de sepanek jî bi navê koma çiya heye ku tê de bîyografiya wan ya kurt, çend wêneyên bêkalîte û opsiyona guhdarkirina stranên wan(cem min nexebitî) heye.



Bi taybetî albûma venamire gelek serkeftî bû. niha xebatên xwe didomînin an na, nizanim. lê ev 12 sal in albûma wan derneketiye, wisa dixuye kom belav bûye.



24.07.2016 11:24 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» koma nivîsîna gotinên stranan a tirşikê
» çiyayên me

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî