Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
anaflaksî

anaflaksî

1. anaflaksî reaksîyoneke allerjîk e. ferqa qê ji allerjiyên jirêzê ew e ku gelek giran e û di nav deqeyan de dikare bibe sedema mirinê. bi taybetî ger ew madeya ku bûyî sedem, bi riya demaran ketibe laşê mirov, ev pêvajo gelek leztir e.

ji ber gezkirinan kêzikan/heywanan, latex(madeya ku di hinek plastîkan/lastîkan de heye, weke mînak di lepikan de), sperm(semen), ji ber hinek dermanan an jî giyayan/xwarinan dikare pêk were. hindik caran egzersîz û germî/serma jî dikare bibe sedem. di gelek nexweşan de sedema nikare were kifşkirin.



mirov dikare hema bêje dijî her tiştî dikare allerjiyê nîşan bide. ev yek li gorî her şexsî diguhere. yanî her tişt dikare bibe sedem lê em behsa hinek tiştên ku tên zanîn/hatine dîtin, bikin.

xwarin: birinc, nok, genim, çerez, ajalên deryayî yên biqalik, masî, şîr, hêk.

derman: antîbîyotîk(weke mînak ji penîsîlînê re gelek çêdibe), hinek derzî (yên ji bo parastina ji nexweşiyan), dermanên kemoterapiyê, dermanên êşbir û belkî hemû dermanên din.

heywan: gez û derziyên heywanên mîna mêşa hingîvî, cûreyên kêzikan. jehrên heywanan dibin sedema allaerjiya bêkontrol.



nîşaneyên anaflaksiyê sorbûn/xemrîbûna çermê mirov, zêdebûnê an jî gelek hêdîbûna dilkutanê(dikare yekcar bisekine jî), tengbûna nefesê, xûrîn an jî şewata laşê mirov, werimîna lêvan, kêmbûna pestoya xwînê (hîpotansiyon), gêjbûna serê mirov (ji ber kêmbûna tansiyonê), di zikê mirov de êşên demdemî yên dijwar (krampên roviyan), dilavêtin(verişîn), êşa serî û hwd.



di wan nexweşan de ku astim, egzema, allerjîk rînît bi wan re heye, rîska anaflaksiyê zêdetir e.



dema madeyan ku di laşê mirov de dibe sedema allerjiyê dikeve laşê mirov, mekanîzmayên xweparastinê ya laşê mirov bersivek ji hedê xwe zêdetir nîşan dide. madeyên mîna hîstamîn, îmmunglobulin e û hwd.(medîator) tên berdan nav xwînê ev ev made di laşê mirov de dibin sedema guherînên gelek krîtîk yên weke firehbûna demaran, ketina tansiyonê, neçûna xwînê ya ji bo dil fîlan... carina sîstema îmmun vê madeya allerjîk nas dike û fermana vê bertekê dide lê carina jî ew made bi bandora xwe ya kimyewî bandor li hucreyên mast û bazofîlan dike û dibe sedem ku ev hucre hîstamîn û hilberînên xwe yên din, bêyî hemdê xwe berdin nava xwînê.



dema anaflkasî ji kontrolê derkeve êdî pêvajoya anaflaktîk şokê destpê dike û di vê pêvajoyê de hemodînamiya laş yanî sîstema dil û demaran êdî têk diçe. di hinek anaflaksiyan de, piştî bi qasê 1-3 rojan ev tabloya anaflaksiyê bêyî hebûna ew madeya allerjîk ji nû be rû dide (anaflaksîya bîfazîk).

bi testên allerjiyê dikare were fêhmkirin ka ew kîjan made ye ku dibe sedema allerjî/anaflaksiyê. lê her caran ev ne pêkan e. di testan de tenê ji bo hinek madeyên berbilav, test tê kirin. di xwezayê de bi milyonan made hene.



di tedawiyê de, mîna hemû rewşên din yên awarte divê ewil mirov riya hewayê/nefesê veke. divê zûzûka adrenalîn(epînefrîn) were enjektekirin(ji bo dil nesekine. întramuskuler jî dibe întravenoz jî. lê îm baştir e), ji demaran bilez serum were dayîn (ji bo tansiyonê), steroîd û antîhîstamînîk tên dayîn (ji bo sekinandina reaksiyona allerjîk),



berî heftiyekê min di nexweşekî kîst hîdatîkê de vê pêvajoyê dît. ber bi dawiya emeliyatê ve (îhtîmalek mezin ji ber kîst hîdatîkê) ev pêvajoya anaflaksiyê destpê kir û di nava 2-3 deqeyan de dil hat li ber sekinînê û pestoya xwînê hema bêje nema. bi enjeksiyona adrenalînê û li ser hev şandina seruman û steroîd û antîhîstamînîkan, di nava 20 deqeyan de nexweş vegeriya.

xwedê neyne serê qencan.



24.07.2016 14:37 ~14:38 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» anaflaksî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî