Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


42 mijar û 74 peyam
bezoar

bezoar

1. peyvek esil-farisî ye. wateya wê dijbera-jehrê ye. yanî antîdot. (bê-jehr, bê-zehr fîlan e yanî) ji ber ku berê hatiye bawerkirin ku ev kevirên bezoaran, dikarin hemû jehran bêbandor bikin. di sala 1575an de cerrahê bi navê ambroise paré, li ser vê baweriyê testek çêkiriye. wê demê aşpêjek, ji ber ku kevçik mevçikan ji aşxaneyê diziye, hatiye girtin û bûye mehkumê dardakirinê. Paré, teklîfe lê kiriye: wê li ser wî ev bandora bezoaran were testkirin, ger sax bimîne, wê azad bibe. ger bimire, wê ji kîsê xwe here. tabî reben di nava 7 saetan de ji kîsê xwe çûye.

tişta ecêb ew e ku paşê hatiye nîşandan bezoar rastî jî bandora jehrîn ya arsenîkê dikuje. lê tenê ya arsenîkê.



yekemîn kesê ku vê rewşê baş û tam rave kiriye, ibn-zuhr e.



bermahiya xwarinan e yên ku ji aliyê ûrê mirov ve nikare were hezm kirin/parçe kirin. me got ûr, lê ji ozofagusê heta rektumê li her derî dikare çêbe. kêm cûtina xwarinan jî belkî alîkariya pêkhatina nexweşiyê bike.



ev nexweşî, cem mirovan çend cûre ne;

1- trîkobezoar: sedem pirç/por e. hinek mirov weke elmekî, porê xwe dixwin, diqurtînin. ev porên wan di ûrêwan de her ku diçe kom dibin û hişk dibin. di dawiyê de dibin mîna kevirek.

di vê cûre bezoaran de divê alîkarî ji psîkîyatriyê jî were xwestin ji ber ku ger rewşa psîkîyatrîk neyê tedawîkirin, wê dîsa biqewime.

2- fîtobezoar: sedem seluloz e. ûro mirovan, berevajî heywanan, nikare selulozê hezm bike. loma ger mirov nebatên ku selulozê dihewîne bixwe, ev seluloz jî mîna pirçan, di ûrê mirov de dibe kuçek. weke mînak xurme/qesp yek ji van sedeman e.

3- xerabûna tevgerên ûr(gastroparezî): ji ber hinek sedeman carina ûr nikare rast bixebite û xwarina parçe bike û wan bişîne roviyan. bi taybetî piştî emeliyatên ûr de ev îhtîmal heye. weke din di nexweşên şekir(dîyabet) de jî ji ber ku otonom noropatiyê tevgerên ûr sist dibin û êdî nikare ji heqê xwarinan were der.

4- laktobezoar: di zarokên berşîr de çêdibe. sedem bermahîya şîr û mukusê ye. ji ber naveroka şîr an jî kêmasiyên ûr, dikare pêk were.

5- farmakobezoar: di vê rewşê de sedem derman in. carina derman bixwe, carina jî kapsûl û tiştên din yên bi dermanê re tên daqurtandin, dikarin kom bibin û hişk bibin. nexweşên wisa hetine raporkirin lê ev cûre hê neketiye lîteraturê.

6- serhevde xwarina, hinek xwarinan: zêde zêde xwarina tiştên mîna dendikan fîlan. him jî bi qaşilê wan ve...



bezoar, dibe sedema acizîyên weke êşa zik(ji ber ku ulserê çêdike), têrxwarina zû, dana kîloyan, xwînîbûna ûr û hwd.



ji bo teşhîsê mirov dikare grafiya bi baryum bikişîne an jî rasterast endoskopîyê çêke. piştî teşhîs hat piştrastkirinî, êdî ji bo tedawiyê çend vebijêrk hene.

1- dana enzîmên ku van madeyan dihelînin û didin hezmkirin: selulaz an jî asetîlsîsteîn.

2- endoskopîk fragmantasyon: yanî bi riya endoskopîyê parçekirina bezoarê.

3- emeliyat.

di tedawiya wan de behsa coca-colayê jî tê kirin. û li ser vê yekê lêklînên biçûk jî hatine kirin. lê hê neketiya textbookan, yanî hê ji aliyê otoran ve nehatiye qebûlkirin.



bi taybetî trîkobezoar dikarin derbasî roviyan jî bibin. loma divê mirov bala xwe bide roviyan jî, belkî di heman demê de li wan deran jî hebin.



28.07.2016 11:37 ~16:50 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» bezoar

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî