Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


11 mijar û 12 peyam
şewata laşê mirov

şewata laşê mirov

1. şewat yek ji brînên herî xedar e. di jiyana rojane de, gelek qezayên biçûk an jî mezin, dikarin bibin sedema şewatê. li gorî cih, firehî, kûrahî û sedema şewatê cîdîyeta şewatê diguhere.



ji berê, piraniya nexweşên şewatê dimiriyan. ji ber ku ev birîn, dibin sedema ku laşê mirov di demek gelek zû de germahî, av û elektrolîtên xwe wenda bike û bimire. lê piştî ku cûreyên seruman û sepandina wan berbilav û hêsan bû, êdî piraniya nexweşan ji mirinê difilitin.



lênêrîna nexweşên şewatê, ne tiştek hêsan e. divê tecrûbeya mirov hebe û gelek bi baldarî were kirin. loma îro hema bêje li hemû bajarên mezin, navendên şewatê hene. li bajarên mezin, nexweşên şewatê tên rêkirin li van navedan.



di nirxandina nexweşên şewatê de, mîa hemû travmayên din divê mirov pêşîn riya nefesê kontrol bike (airway). di hinek şewatan de stadina nefesê zehmet dibe û pêdiviya entubasyonê çêdibe. şewatên der û dora devê nexweş, hebûna şewata mûyên pozê nexweş, şewata nazofarînksê û hwd. îşaretên vê pêdiviyê ne.



di nexweşên şewatê de divê tu caran weke proflaksîyê (pêşîlêgirtin) antîbîyotîk neyên bikaranîn. ji ber ku ev yek dikare bibe sedem ku di birînê de mîkrobên gelek bihêztir zêde bibin. û wê ev bakterî, bi antîbîyotîkan nekarin werin dermankirin. lê divê demildest derziya tetanozê were çêkirin.



ji bo ku tedawiya nexweşê şewatê were hesabkirin divê firehiya qada şewatê were hesabkirin. ji bo vê hesabê formûlek gelek hêsan heye: formula nehan(9). li gorî vê formulê ger laşê mirov %100 be, berê mirov û pişta mirov her yek %18 e, her lingek %18 e, her dest û çengek mirov %9 e, serê mirov %9 e û herema genîtal jî %1 e.

weke mînak ger nivê pişta lingê we şewitîbe, em dikarin bibêjin ku %4.5ê laşê we şewitiye. ev hesab girîng e, ji ber ku serum û dermanên din li gorî vê rêjeya şewatê, tê hesabkirin.



ger di şewatê de agir û dûman hebe, wê demê divê haya mirov ji rîska jehrîbûna karbonmonoksîtê hebe. ji bo vê yekê li mijara jehrîbûna karbonmonoksîtê binêrin.



4 cûreyên şewatan hene. yanî li gorî sedemên wan sê cûre ne: kîmyewî, elektrîk, radyasyon û termal(germahî). şewatên termal jî dikarin ji ber avên germ, dest pêvedana tiştek germ an jî ji ber agir bixwe çêbe. di nav van de ya herî zêde tê dîtin, şewata agir bixwe ye. her wiha şewata herî bitalûke jî ev e. ji ber ku piranî ev şewat ji ber şewatên xaniyan fîlan tê dîtin û di van şewatan de piranî jehrîbûna karbonmonoksîtê jî pê re heye û ev yek rîskê gelek zêdetir dike.

taybetiyeke şewatên elektrîkê jî heye: di van şewatan de rîska xerabûna rîtma dil, heye. ji ber ku dilê mirov jî bi sînyalên elektrîkê dixebite, elektrîka ji derve hatî, dikare rîtma dil xera bike û bibe sedema mirinê. her wiha ev cûre şewat (ger bi voltajek bilind be) dikare bibe sedema rabdomîyolîzê û sendroma kompartmanê û ev yek jî dîsa rîtma dil xerab dike.



şewatên kîmyewî jî dîsa xwediyê taybetiyên xweser in. di van şewatan de lazimiyeke mezin ya tedawiyê ew e ku ew madeya kimyewî, ji laşê nexweş were bidûrxistin. ji bo vê yekê, birîn divê herî kêm 30 deqe bi avê were şûştin. lê tenê ger ew made, toza karbonatê be, berevajî şewatên din yên kimyewî, divê birîn neyê şûtin lê bi firçeyekê were şûştin. ji bo ku bi avê, bêtir aktîve nebe.



astên şewatê 4 in: şewata seresere(yekemîn), şewata nîv-qet (duyemîn), şewata tam-qet(sêyemîn) û şewata asta çaremîn ku raçînkên bin çermê (hestî û masûlke) jî şewitîne.

di asta yekemîn de êşek gelek mezin heye. (ji ber ku serê rehikan (sensorên norolojîk) neşewitîne/nemirîne) di asta yekemîn de balonokên avê tune ne. Di asta duyemîn de balonokên avê û serdeçûna çermê çêdibe. Di asta duyemîn de jî dîsa êş heye. Di asta sêyemîn de dîsa balonokên avê tune ne lê di vê astê de êdî êş jî qet tune ye, ji ber ku rehik nemaye ku êşê binase haya mejiyê mirov jê çêbike. Di asta çaremîn de masûlke û hestî jî şewitîne.



di tedawiya şewatan de, ji xeynî lênêrîna birînê û tedawiya wê, gava herî girîng dana seruman e. di şewatê de laşê mirov gelek gelek zêde avê wenda dike, ger bi seruman ev ava wendabûyî neyê bicîkirin, laşê mirov nikare vî barî rake. ji bo hesapkirina pêdiviya laşek şewitî, gelek formul hene lê ya herî populer formula parkland/baxter e. li gorî vê formulê pêdiviya serumê ya laşê mirov, 3-4 ml/kg/%(rêjeya şewatê) ye. piştî hesabkirina, nîvê ev qas seruma rînger laktat di 8 saetên ewil de, nîvê din jî di 16 saetên dûre de, tê dayîn. piştî vê pêvajoyê, êdî pêdiviya avê wê li gorî derketina îdrarê were rojanekirin. ji bo ku mirov bizane ka organ û raçînkên nexweş birastî av/perfûzyona pêwist distînin an na, nîşaneyên herî hêsan û kêrhatî derketina îdrarê û tansiyona. herî kêm 30cc/saet derketina îdrarê û 60 mmhg pestoya navînî ya xwînê piranî bes e. di gelek nexweşan de, pêdiviya serumê, ji encama formula baxterê jî dibore ya rastî. bi dozek bilind dayîna vîtamîn c'yê, dikare pêdiviya avê kêmtir bike.



şewatên înhalasyonê, ji ber dûman û hwd. şewitîna riyên nefesê ye. di gelek şewatên agiran de ev şewat jî pê re heye. ger şewata înhalasyonê an jî pnomonî jî lê zêde bûbe, wê demê îhtîmala mirinê %60 zêdetir dibe. piştî şewata înhalasyonê, di mezinan de îhtîmala pêkhatina (bnr: ards)'ê heye ku ev yek îhtîmala mirinê nêzikî %100ê dike.

di şewatên înhalasyonê de, dûman di riyên nefesê de dibe sedema odem'ê û ji ber vê yekê heye ku riyên nefesê bixetime. wê demê pêdiviya entubasyonê çêdibe yanî divê nefesa mirov bi makîneyê ve were girêdan. weke din madeyên kîmyewî yên di dûmanê de, dîsa zerarê didin pişê û di encamê de di pişê de odem, herîbûn û xetimîn pêk tê, tabî di dawiyê de jî ards. di tedawiya şewatên înhalasyonê de, tedawî palyasyon/piştgirî e. ji bo vê yekê bronkodîlatator dikarin werin bikaranîn ji bo firehkirina riyên nefesê. n-asetîlsîteîn weke antîoksîdanek, dikare alîkarî bike.



di tedawiya birînên şewatê de gelek merhem tên bikaranîn. di nav van de yê herî populer sulfodîyazîna zîv e. ev merhem gelek kêrhatî ye û erzan e. ger di birînê de greft (çermek ji dereke din ya laşê mirov hatî anîn) wê demê divê ev merhem neyê bikaranîn ji ber ku wê greftê têxe rîskê. sulfodîyazîna zîv, her wiha him efeksîyonê tedawî dike him jî pêşî lê digire. mafenît asetat jî dîsa antîmîkrobîyalek gelek baş e.



di nexweşên şewatê de xwarin/vexwarin zêde zêde girîng e. belkî ji bo tu nexweşan, ne evqas girîng be. ji ber ku dema şewatek cîdî bi nexweşek re hebe, metabolîzmaya bedena wî/wê heta bi qasê %200 zêdetir dibe. ger beden nekare vê kalorîyê peyda bike, wê demê wê masûlkeyan bihelîne da ku enerjiyê peyda bike. ji bo hesabkirina enerjiyê jî gelek formul hene.



di tedawiya birînên şewatê de , şoreşa mezin di tedawiya wan ya cerrahî de, pêk hat. berê qalikên li ser birînê (eskar) dihat parastin. lê êdî hat fêhmkirin ku ev eskar çiqas zû were standin, birîn ewqas zû û baş sax dibe. ji ber ku eskar bandora turnîkeyê dike û bi vî awayî nahêle xwîn were birînê û jê here. ev yek jî bandorek gelek neyînî li başbûna birînê dike. loma di rojên ewil de divê ev eskar werin standin. ger pêwist be divê her roj ev çalakî were dubarekirin. heta ku di binê birînê de raçînka saxlem û xwînîbûna wê were dîtin.



11.08.2016 23:57 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» şewata alaqemşê
» laşê yekî neketin yekî an tiştekî
» mirovên ku divê helmêjk ji ser de bê kişandin

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî