Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


11 mijar û 20 peyam
avestayî

avestayî

2. piraniya şareza, rojhilatnas û lêkolîner li ser vê baweriyê ne ku çavkaniya zimanê farsî zimanê îranî ye ku Avesta bi vî zimanî hatiye nivîsîn.

mîcerson dibêje:

"Çavkaniya zimanê kurdî zimanê medî ye. Li gorî belgeyên dawî ku bi dest ketine, Avestaya Zerdeşt bi vî zimanî hatiye nivîsandin."

Rojhilatnasê navdar darmestito dibêje:

"Avesta bi zimanê madekan, bi zimanê medî hatiye nivîsandin. Zimanê kurdî, paşmayê zimanê medî ye."

noldkeş dibêje:

"Ger nivîsên paşayetiya medan bi dest bikevin ez bawer dikim, dê şik bikeve giyana berdenivîsên parsiyan."

hirtsfiludê bi nav û bang ê rojhilatnas dibêje:

"Zerdeşt ji binemala Sipîtameya med e ku di destpêkê de desthilatdarê bajarê Rey bûn. Peyva spîtme navê binemaleya zerdeşt e ku di gateyên de wekî Spîtme hatiye nivîsandin û bi wateya regez (nijad)a spî yan binemala spî ye."

Pilînûsê mezin ku berî zayînê di navbera salên 79-23'yan de jiyaye, di cizya sêyem û benda duyem a perawa xwe ya bi navê "Mêjûy Xorskî" de dibêje:

"Zerdeşt ji binemala Med e û Avesta jî bi zimanê medî nivîsiye."

babe yadîgar ku yek ji pêşeng û hunermendê mezin ê sedsala heştemîn e, di berhema xwe ya bi navê "Zulal Zulal" de dibêje:

"Zerdeşt ku ji binemaleya Spîmenê ye, di dema paşayetiya Guştasip şahê keyanî de serî hildaye û gel, deste deste li dora wî kom bûye û rêz û rêçikên wî hîn û fêr bûne. Wî jî agir pêxibstiye û gel ji bo nasîna Xwedayê yekane hay daye."

Mînorskî dibêje:

"Her çend ku ji zimanê medî ji bilî çend navên taybetî tu tişt li cih nemaye jî, lê belê piştî ku ew sened û belge ketine destên me, derdikeve holê ku gelê kurd paşmayê qewmê med e û diyar e ku zimanê wan jî beşek ji zimanê medan e ku Avesta pê hatiye nivîsîn."

herodot di dîroka xwe de çend peyvên medî dane ku ew peyv niha jî di zimanê kurdî de hin caran tên bikaranîn. Ji bo mînak Heredot dibêje:

"Medan ji dêlesegan re gotiye sipako" ku niha jî di zaravayên kurdî de ji segan re dibêjin sipak, sipa, sipe û siplot."

Bi van mînak û belgeyên ku me diyar kirin, xuya ye ku zimanê kurdî paşmayê zimanê medî ye û Avesta jî ku Zerdeşt diyarî me kiriye her bi zimanê medî hatiye nivîsîn. Her wekî me got Pilînûsê Romî ku berî zayînê di salên 79-237an de jiyaye û di berhema xwe de gotiye:

"Zerdeşt ji binemala med bûye û Avesta jî bi zimanê medî nivîsîye. Êdî ger di paşerojê de Medistan an kurdistan bikeve ber lêkolînê û berdenivîsan şûnewarek bi dest bikeve ev mebesta bi tevahî dê ronî û diyar bibe."



07.09.2013 19:20 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» avestayî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî