Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
bridge of spies

bridge of spies

1. Bi kurdî: pira sîxuran
fîlmeke steven spielberg e. di sala 2015an de hatiye kişandin. Lîstikvanê sereke tom hanks e. Fîlm di derbarê guherandina sîxurekî emerîkî û sîxurekî sovyetî de ye. senaryo li ser bûyerên rastîn hatiyenivîsandin. Ji hêla teknîkî fîlmeke serkeftî ye; muzîk, sinematografî, lîstikvanî, derhênerî.
weke ku hûn zanin, Spielberg û tom hanksê neteweperest weke xwe her tim fîlmên propagandayê dikişînin. Mijara sereke ya fîlmên wan ne propaganda be jî mere dikare nîşeneyên proragandaya emerîkayê di hemû fîlman wan de bibîne.
Fîlm bi girtina sîxurekî sovyetî dest pê dike û weke parêzer james donovan(tom hanks) tê bijartin. ev donovan bi zagonên emerîkayê gelekî girêdayî ye û naxwaze ev sîxur bê înfazkirin filan û bêvan.. (ku bidomînim spoiler e)


piştî ku herdu sîzur tên girtin êdî dixwazin dest bi muzakereyan bikin. hêla sovyetan(ya rastî hêla elmanyaya rojhilat) teklîfa guherandina sîxuran tê û cia ji donovan dixwaze ku biçe bi wan re muzakereyê bike...... di fîlmê de propagandayeke ecêb heye, kî temaşe bike dê vê propagandayê bibîne, sal bûye 2016, sînema evqas bi pêş ketiye, heta niha bi sedan fîlmên propagandê hatine kişandin û li ser van fîlman bi hezaran rexne hatine nivîsandin û spielberg jî derhênerê 40-50 salan e lê hê jî propagandaya xwe dixîne hindurê çavên mirov. êdî tiştek tune ku mirov bêje..
şiyarkirina şîxurê emerîkî û yê sovyetî,
danberheva mirovên ku xwe ji ser dîwarê berlînê davêje û yên ku xwe ji ser têlên li emerîkayê davêjin


fîlmeke serkeftî ye, ku hûn ê bikaribin çavên xwe ji propagandayê re bigirin hûn dikarin kêfê jê bistînin lê ku hûn nikaribin bi acizî hûn ê fîlmê temaşe bikin. yanî vê dibêjim: dikare bê temaşekirin..
puan: 7.6



07.10.2016 22:12 | mergehez

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» bridge of spies

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî