Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 49 peyam
kafir

kafir

14. peyveke bi erebî ye, wate jê yê ku kufrê dike, yê ku li ser kufrê ye.
çarçoveya vê têgehê li gorî mezheban ferq dike, di teoriyê de yê ku bawerî bi şertên îmanê neyîne li ser kufrê ye, ji dîn derdikeve û mûrted dibe. li gorî mezheba sunne, bawerî ji sê şertan pêk tê. şertê yekê; divê pêşiyê ji dil bawer bikî, şertê duyê divê wê baweriya xwe bi ziman bi dev û lêv bikî û şertê sêyê jî pêdivî û pêwistiyên wê baweriyê; yanî îbadetan jî divê pêk bînî.
hinek mezhebên îtîqadî wek yên eş'arî; dibêjin piştî ku te ji dil bawer kir, tu bi zman nebêjî û îbadetan nekî jî tu naçî ser kufrê û ji dîn dernakevî. yên xaricî dibêjin heçiyê şertek ji van her sê şertan pêk neyîne, xwelî lê bî,malika wî çû mîratê. selefî dibêjin, erê dil û ziman şert in, lê eger îbadetan ne ku ji ber înkar dike lê ji ber sistî û bêxîretiyê neke, kufr nabe. bes gunehkar dibe.
pirs û guftûgoyek din jî; gelo etîketa kufrê bi kesên cihû û fileh jî dikeve an na?
li ser vê pirsê jî têra dinyayekî fikr û nêrînên ji hev cuda hene, bi xwe re nabînin binivîsim.
dîsa li gorî wîkipediayê ye, li afrîkaya başûr, dema desthilatdariya rejîma apartheid wekê têgeheke nijadperestî çermspiyan ji bo çermreşan bikar dianî, wekê bikaranîna peyva nigger li dyayê. niha ev peyv jî di nav de hemû ew têgehên ji rejîma apartheid mayî di çarçoveya qanûna esasî ya afrîkaya başûr de qedexe ye.
roja îro di nav ferhenga kurdî de, peyv dejenere bûye biçekî ji eslê xwe dûr ketiye, bêtir ji bo bi wateya ''zalim, neheq, nedan'' tê bikaranîn.



25.11.2016 01:09 ~01:12 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» kafir hirço

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî