Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    4 mijar û 5 peyam
    çanî

    çanî
    [ (3), (0) û ecêb (0)]

    3. Erê, me piraniya peyva kurt kiriye.
    Hine cara dibe sebeba pêkenîna me.
    Di zanîngehê da min hevalekî xwe ê ji batmanê ra got "xelîl tu çanî?" gede şûna bersiv bide min da kenîya û kenîya.
    Min pişta xwe da wî ez çûm.
    Wî rojê şûnda ewî kîngê min didît, orta zanîngehê da diqêriya digo "çanîîîîî.." û bi dengekî bilind va dibû hirre hira wî dikeniyA.

    çend caran min rêya xwe veguhast, berê xwe aliyê din va dikir jî nedibû tiştekî.
    Hema ewî kumê min jî jor va bidîta diqêriya digo "çanîîî! ha ha haaas ds... çanîî.."
    ez idî zehv acis dibûm.

    rojekî ji rojan meha remezanê bû li zanîngehê me ê li hewşa mizgeftê da fitara xwe vekira.
    hevalên me ê li her devera kurdistanê li tirkan cuda kom bibûn.

    bejn û bala xelîl a dirêj û simbêlên wî ê reş dûr va xûya bûn.
    Mi go aha welleh yê dîsa bi min bikene. Ez rebeno qijiko.
    Min xwe ciqas jî hewl da ku veşêrim nebû. Ewî ça ez dîtim keniya.
    ewa ça keniya ez ji xwe sor bûm jî.
    Erê hunê bêjin ma tişteke şermê ye na.
    Lê wisa nîn e. Ewa bi awayekî zehv ecêb bi min dikeniya.

    wele ewî di nav wê cime'etê da jî dame şermê û têr bi têr ji min kenîya.
    hine caran yek didu jî jê ra dikeniyan lê gelle caran milet şaş dima ewa bê xem dikeniya.

    piştî fitarê ez çûme cem xelîl mi go law xelo kuro îmansiz! Ev tirsî te ye ez nawerim werime meytevê. Law eyb e şerm e tu çima iha dikî.
    Hine gotinên te jî hene ku tu werî agirîya serhedê bikar bînî ew ên jî bi te tebessûm bikin.
    Ev cudahiya devokên me dewlemendiya me ye.
    Lê em tiranê xwe li te nakin.....

    min nîv saetî jê ra got û got.
    De fersend ketiye destê min ez hêş bûme ku hêş bûme.
    Min bi hezaran çeman av anî.
    ewî jî zehv xaş ez guhdar dikirim. Xwedê jê razî..
    min axaftina xwe xilaz kir ewî dîsa keniya û pirrînî û firrînî li kenê wî hat. Got "hahaha çanîîî..."
    Bi kerba çokên min lerizîn.

    Lê rojên pêşerojê da idî tevlê min nebû.
    Hema lê ewî ez ditîtim bi serê lêvên xwe û simbêlê xwe va dikeniya.



    18.04.2017 16:52 | hozan serhad

    Hemûyan Bixwîne

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    masîyên erdîşê
    tekane masiya ku ji behra wanê dertê ye. van rojan (vbnr: gûl...
    qasimo
    navê straneke dengbêjî ye. gele ciyan de navê wê wek (vbnr: qasimê me...
    qasimo
    Nimûneyeke baş e ji bo nîşandana ferqa di navbera dengbêjiya Botan/Beh...
    rehetiya omar souleyman dema ku distire
    rehetiya ku ez û ciya xwe ecêb dimînin. dema ku dengê stranê bilind di...
    otobesa 500t
    Li Stenbolê de di nav xeta otobêsan de xeta herî dirêj ev e. Dibe ku (...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » canik

    Kategoriyên mijarê::
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî